Tag Archives: Nûbihar

Nîsan, 2021

  • 15 Nîsan

    Ji Komeleya Nûbiharê Kursên Kurdî Dest Pê Dikin!

    Komeleya Nubiharê di vê meha Remezanê de dawiya vê heftê dest bi Qursên Kurdî dike. Daxuyaniya Komelê li jêr e: “EZ BI KURDÎ DIXWÎNIM Û DINIVÎSIM Kursên Kurdî Online di 17ê Nîsanê (2021) de dest pê dike! (Li ser zoomê) Em bi hevra dikarin li mala xwe li ser telefon û kompitûrê hînê xwendin û nivîsandina Kurdî bibin! Eger tu …

Adar, 2021

  • 24 Adar

    Ji Bo Sî Salîya Nûbiharê

    Ewil 30 salîya kovara Nûbiharê pîroz dikim. Înşeallah ew ê kovereke emirdirêj bibe, heta nesîbê xwe, weşandina xwe bidomîne. Çîrokekê min bi Nûbiharê re heye. Bi rastî çîroka min a bi Kurdî-Kurmancî bi Nûbiharê destpê kir. Dem, bihara 2008an bû. Cîh, Gever bû. Ûmrê min sî bû. Li şaxekî biharê, di bin sî salî de tên bal hev. Ciran û …

  • 23 Adar

    Newrozname: Li ser destpêka bihara axîreta Seîdê Kurdî

    Li ser salvegera newroza (destpêka bihara axîretê ya) giyanê pak ê Bedîuzzeman Seîdê Kurdî. Çend pêşbînî û keramet hene ku Xweda ji Seyda re îhsan kirine derbarê wefata wî de: 1- Seyda bi îzna Xwedê îşaretî sala wefata xwe dike di şanenava xwe ya helbestî ya “Eddaî/Duakar”ê de: …Ez qebrek hilweşiyayî me ku, kom bûye di navê de Ji Seîd …

  • 19 Adar

    Temenê Kovara Nûbiharê gihîşt 30 salan

    Temenê kovara Nûbiharê ku ji sala 1992yan ve weşana xwe dewam dike û heta niha bi 154 hejmaran derketiye pêşberî xwendevanên xwe gihîşt 30 salan. Li ser medya civakî gelek pîrozbahî li Nûbiharê hatin kirin û hêvî hat xwestin ku di weşan û xizmeta xwe ya kurdî de her berdewam be. Nûbihar di kovargeriya kurdî ya xerû kurdî weşanê dike …

Sibat, 2021

  • 28 Sibat

    Nûbihar: Jimara 154an derket!

    Jimara dawîn ya Nûbiharê bi nivîs, çîrok, helbest û bi wergerên curbecur derket! Gerînendeyê Giştî yê Weşanê Süleyman Çevik di nivîsa Edîtor de dibêje, bi vê jimarê 24 cildên Nûbiharê tije bûne. Rohat Alakom li ser Xwendegeha Mamosteyên Kurd “Têxnîkûma Kurmanca” ku di sala 1931ê de li Rewanê ava bûye nivîsiye. Ayhan Geverî di nivîsa xwe de li ser belavbûna …

  • 22 Sibat

    FOLKORA QEREJDAXÊ (Pirsên Pêşiyan, Biwêj, Qirwelk, Nifir û Dua)

    Ev xebat, berhemeke folklorîk û herêmî ye. Berhevkarê vê berhemê, ev gotinên folklorîk yên bi sed salan e têne  gotin, ji nav eşîrên wek Qeregeçî, Tirk, Şêxî, Îzolî  û Alreşî ku li sîwerek û çiyayê Qerejdaxê bi cî û war in berhev kirine. Berhevkar, li derdora panzdeh  salan gund bi gund geriyaye û li cimata gundî û rîspiyan bûye mîvan. …

  • 1 Sibat

    Di Pêkenokên Mela Neserdîn De Behsa Kurdan

      Berya tevlîbûna mijarê, divê çendîn tesbîtan bikim: Wek tê zanîn, rejîmên nijadperest, avabûna xwe, li ser “înkarî” û “pişaftin”a gelên dîtir pêktînin. Herwiha, hebûn û serweriya xwe jî, li ser “tinekirin” û “wendakirin”a nîşan û nişêtên gelên dîtir didomînin. Bi gotinek din, Darwînîstên Civakî nin. Bê guman, ev cûre rejîm, vê sinc û sirişta xwe, bi rêya perwerde û …

Rêbendan, 2021

  • 17 Rêbendan

    ‘Kurd bi qasî bi siyasetê re mijûl dibin, bila bi zimanê xwe re jî mijûl bibin’

    Li Bakurê Kurdistanê daxwazên mafê perwerdehiya zimanê Kurdî, tayînkirina mamosteyên ziman û hilbijartina dersên Kurdî bo dibistanan di rojevê de ye. Lê belê yek ji pirsgirêka bingehîn a kurdan jî tevî zêdebûna weşanxane û berhemên Kurdî kêmxwendina bi zimanê dayikê ye. Li ser mijara ziman, xwendin, nivîsandin û rewşa weşanxaneyên Kurdî me çend pirs ji berpirsê Weşanxaneya Nûbiharê Birêz Suleyman Çevîk kirin. …

Hezîran, 2020

  • 29 Hezîran

    Derî û Dil

    Di ‘Derî’ de kirde şa’r bi xwe ye. Lê di bin risteyan de kirdeyek veşartî heye, bi min kirdeya veşartî jî bav e. Şa’r behsa xwe ya heft salî dike, meşek dide destpêkirin bo vegerina zaroktiya xwe, di çavên zarokbûna xwe de nêrînek bi gazîn tîne ser ziman, bi kirdeya veşartî re hesabek, hesretek, hêviyek li ber çavên me radixe. …

  • 23 Hezîran

    Ji Nûbiharê Salnameya 2021an!

    Ji Nûbiharê Salnameya 2021an! Nûbiharê salnameya xwe ya 2021an jî derxist û gihande ber destê xwendevanan. Di pişta salnameyê de bi kurtî ev agahî hene: Navdarên Kurd, navdarên cîhanê, edebiyata cîhanê, agahiyên dînî, bûyerên muhîm yên li ser Kurdan û yên ku li cîhanê qewimî, pêkenokên Kurdî, xeberoşkên demsalê, helbestên ji edebiyata Kurdî û gelek tiştên din… Di rûyê pêş …