Tag Archives: Nivîsxane

Cotmeh, 2019

  • 14 Cotmeh

    Dengek Efsunî Ji Zaroktîya Min: Yekbûn

    Cara pêşî di kîjan qenalê de leqayî dengê wê hatim nizanim. Lê wexta min sewta dengê seh kir di cihê xwe sekînî mam û li pey dengê wê derbasî nav xeyalan bûm. Cara pêşî bi covera strana “Were Were” min dengê cenabê wê bihîstibû. Çi dengek zelal, zîz, meqamxweş û dengxweş bû. Piştre min guh da hemû albumên hunermenda delal. …

  • 12 Cotmeh

    Newala Sîsebanê li Nisêbînê ye, Ne li Botan û Ermenistanê ye

    Ji berî 25 salan ve, dema ku min (Dîwana Kurmancî/1970), ev pirtûka Ebdulreqîb Yûsif bi elfabeya erebî xwend, navê Newala Sîsebanê bi min re derbas bû, min dît ku wî ev newal an gelî an dol li herêma Bota, Newala Benatê bi cî û war kiriye, ez ecêbmayî mam! Çilo nizane ku Newala Bûnesra û Sîsebanê yek in û ew …

  • 12 Cotmeh

    Biro Metînî helbestvanê kurdên Libnanê bû

    Bi min xweş e ku ez evîndarekî welat û zimanê Kurdî ji kurdên Libnanê, bi we bidim naskirin. Ew Biro Metînî ye, yê ku di helbesteke xwe de wiha dibêje: Bihayî bihayî Kurdistan Bi serê Mîtanî*, tev laş û can Lê îro dijmin lê paldayî Bihayî bihayî Kurdistan.. *    *     * Bihayî bihayî Kurdistan Bijî Qadiyê Mehabad, bijî Şêx Seîd …

Gulan, 2019

  • 1 Gulan

    Aborîya Ku Nabore

    Peyasa serbest, xistine serê te û te jî ji wan bawer kiriye. Gotine kaniyên li ser erdê sinordar in; lê hewceyên mirovan bêsînor in û te jî qebûl kiriye. Dibêjin ku tu pereyên xwe gelekî çap bike wê bêqîmet bibin. Ku tu bi ya min bikî tu bi werîsê xelkê nekeve bîrê. Tu ji derveyî welêt bi zêdekirin krediyan tînî …

Adar, 2019

  • 25 Adar

    Meryema ya Sebrî Silêvanî

    1-Tu bi kê va çûbûyî? Di dilê te da xem û gazinên kê hebûn? Û te mirina kê dabû ber çavên xwe? Dizanim, te tenê sîya rêwîtîyên min ên berê bi xwe re biribû. Di dilê te da tim hêvîye jiyaneka din hebûn, daxwaza destpêkeke din, yan jî arûzeya çîrokeke din. Bilî mirina evîne min, te mirina evîne her kesî …

  • 17 Adar

    Zeviya Ramûsanê Ya Tekin Çiftçi

    1-“Pereyên Ser Şekir” dawîya hêvîyên me, çîroka girîye me, melodîya xizanîya me bû. Pereyên Ser Şekir sitrana kewarên destên me û kilama qermîçokên rûyê me bû. Di nav berê da pênc sal derbas bûne lê hêj ez Pereyên Ser Şekir di kulma rojên xwe de diparêzim û tenêtîya şevên xwe de vedişêrim. Dizanim her tişt dihêrike û diçe bi qirş …

  • 3 Adar

    Arjîn

    Tu dizanî çima ji te ra dibêjim eşq? Ez wek zarokekî bêkes û bexweyî li kolaneke tarî û zaboq de mabûm û digirîyam. Paşê tu hatî, te destê min girt tenêtî û tarîtîya min belav kir û tu bûyî ronahîya paşeroja min. Tu gaziya dilê min, hawara gîyanê min î. Ronahîya çavên min, wateya jîyana min î. Kena li ser …

Sibat, 2019

  • 24 Sibat

    Zarok û Gul

    Dema ku ez li parqê û di bin siya darê de rûdiniştim û min pirtûka xwe dixwend; li derdorê min ti kes tune bû. Haya min ji vê dinyayê tune bû û navçavên min girê bû, bêmede û rûtirş. Xemgîn, têkçûyî û bi zêdekirina wechên jiyana xwe ya raborî ku bi paşmayîn û poşmaniyan ve dorpêçkirî di nav pirtûkê de …

  • 20 Sibat

    Ji Xwedê Re Nameyeke Eşkere – Faik Öcal

    Ev çil sal e zimanê min di nav xwînê de gevizî, hezar sal e  dilê min xwewendakirî. Zimanê min diyariya dayika min, dilê min xelata Xwedeyê min bû. Zimanê min hawar û qêrîna miletê min, dilê min ezmûna Xwedayê min bû. Ev çil sal e zimanê min li ber tîrên zaliman, hezar sal e dilê min  ber gulleyan. Her bombeyek  …

  • 19 Sibat

    Befr û Bajar

    Ev bajarê ku çiya bi sekna riman ber bi asîman ve berz dibin, li Geverê zivistan pir bi îhtîşam e. Eva çend roje kuliyên befrê diporin û duh bi şev gurtir bû. Nasekine. Mirî di nav qebrên xwe de dicemidin? Gelo ajalên li serê çiya çi dikin? Ne bawerim ku ji xwe re xwarinek peyda kiribin. Zimhêrê wan nemaye… Tu …