Tag Archives: nivîskar

Nîsan, 2018

  • 3 Nîsan

    Kovar, Nivîs û Nivîskar

    Rewşa civaka kurd û nivîskarîya kurdî ne weke neteweyên din e. Neteweyên ku xwedî dewletin, bi sedan, bi hezaran kovar û rojnameyên wan û bi hezaran nivîskarên wan hene. Binêrin li Swêdê hejmara nivîskarên ku endamên yekîtîya nivîskarên Swêdê ne ji sê hezaran pirtir in. Li bakurê Kurdistanê ji blî rojnameyeke xêzikî û sîyasî ya rojane hêj jî rojnameyeke kurdî …

Sibat, 2018

  • 3 Sibat

    Alî Kut: Nivîskarên Kurd di sirgûnê de berhem afirandin

    Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd yê Swêdê Alî Kut, di derbarê xebatên komelê, rewşa nivîskarên kurd yên li Swêdê, nêzikbûna dewleta Swêdê ya li hemberî nivîskarên Kurd û gelek mijarên din yên di derbarê rewşa nivîskaran de ji BasNewsê re axivî.  Armanca damezrandina komelê çi ye? Ji bo danasîna ziman û edebiyata kurdî û berhemên endamên komeleyê xebatê dike. Ji bo zimanê kurdî bibe qada …

Hezîran, 2017

  • 8 Hezîran

    Bi kurtî, Nivîskarî û Nivîskarê Kurd..

    Berî pêlekê ev pirs ji min hat kirin; Nivîskar kî ye? Nivîskarê kurd Kî ye? Ez kurtbûna bersiva xwe ji bo pêşkêş dikim: Nivîskar ew mirovên ku xwedî zanîn, serborî û serwextî ne, his û hestên wan tenik û nazik in, bi vîn û deyax in û bi şert û mercên nivîsandinê milevan in. Dema yek ji van mirovan, his …

Hezîran, 2016

  • 28 Hezîran

    Ebdulla Peşêw: Jin an Welat?

    Motîfeke berdewam di edebiyata kurdî de ji sê xalan pêk tê: Dayik, dildar û welat. Pênaseya giştî ya motîfê bi awayên cuda cuda di berhemên heman kesî de yan berhemên serdemeke taybet de dubare derdikevin holê. Motîf hinek wêneyan diguherin û tengasiyê jî dixin navbera wan de. Yanî çiqasî dikarin van wêneyan bi hev re bicivînin, ewqasî jî dikarin nakokî, …

Sermawêz, 2016

  • 9 Sermawêz

    Ji Bo Nivîskaran “11 fermanên Henry Miller di derbarê nivîsandinê de”

    Di navbera salên 1932-1933an de gava Henry Miller li ser yekemîn romana xwe ya çapkirî “Hêla Germê ya Rûyê Zemîn”ê kar dikir, hinek plan û rotîna wî ya rojane ji bo amadekariya nivîsara xwe hebû û temamiya wan tiştan di 11 fermanan de civand: 1. Kar li ser tiştekî tenê bike heta wê dema ku bidawî tê. 2. Dest bi …

Tebax, 2016

  • 26 Tebax

    Wêjeya Ku Ji Mesnewîya Mem û Zînê ya Ehmedê Xanî Derketîye

    Der barê berhemên zimanê neteweyekê de, ya li Rojhilatê Navîn di navbera dewletên cuda de hatîye dabeşkirin û berhemên wê yên ku bi zaravayên cîyawaz hatine nivîsîn, dê gelekî zehmet çêbibe ku mirov bibêje, “Çîroka yekemîn a vî zimanî ev e, berhema wê ya nûjen a herî pêşîn ew e.” Dema ku mirov dêhna xwe dide xebatên vî warî, li …

  • 16 Tebax

    Yekîtîya Nivîserên Duhok 45 Salîya Xwe Pîroz Dike

    45 sal bi ser damezrandina Yekîtîya Nivîserên Duhok derbaz bûn. Bi vê helkeftê çendîn bizav û çalakî hatin encamdan, gelek ji parlemanter û sazîyên rewşenbîrî bi merema pîrozbahîya nivîseran serdana wan kirin. Yekîtîya Nivîserên Duhok di 12ê Tebaxa 1971’ê de hatiye damezrandin û serokê yekê Şêx Memduh Birîfkanî bû. Îro 270 endamên Yekîtîya Nivîserên Duhok hene û ew kovareke bi …

Tîrmeh, 2016

  • 22 Tîrmeh

    Pêwîstiya Nirxandina Romanên Kurdî

    Li ser romanên kurdî çiqas gotarên danasîn, nirxandin, şîrovekirin û analîz bêne kirin ewqas ji bo romana kurdî û bi gelemperî ji bo edebiyata kurdî baş e. Hinek kes (xwendevan û nivîskarên kurd) bi devkî romanên kurdî, berhemên edebî dinirxînin, lêbelê bi nivîskî yek rêzek jî nanivîsin. Gotinek heye dibêjin; heger ez neşewitim, tu neşewitî, ew neşewite dê çawa ronahî …

  • 11 Tîrmeh

    Analîza Berhemên Edebî -5-

    Wek min di rêzên jorîn de anî zimên, Edebiyat bi rexnegiriyê pêş dikeve, dewlemend dibe. Rexnegiriya edebî ji bo nivîskarên berhemên edebî rênîşandane, balkêşiye, xwe ji şaşî û çewtiyan xilaskirine. Rexneyên çêker ji bo nivîskaran alîkariya herî giranbiha ye. Di nav edebiyata kurdî de şaxa rexnegiriyê qels maye. Berhemên edebî nehatine rexnekirin, analîza pirtûkên kurdî nehatine kirin. Hinek nirxandinên ku …

  • 8 Tîrmeh

    Danasîn û Rexne -4-

    Danasîn û rexne du tiştên cuda ne. Çerçeva nivîseke danasînê diyar e. Danasîna pirtûkê, analîza pirtûkê nîn e. Di nivîsên analîza pirtûkan de mirov dikare bi berfirehî pirtûkê binirxîne û rexne bike. Ez zanim ku edebiyat/wêje bi rexneyê pêş dikeve, dikemile, dewlemend dibe. Lêbelê rexne divê rexneyeke çêker be, nekû xirabker be. Rexneyên rexnekujan, pênûsşoran tu feydeyeke nade edebiyata kurdî. …