Pazartesi , Mart 8 2021

Tag Archives: nivîskar

METODA LÊKOLÎNÊ Û HAWAYÊ XEBATA MIN

(Ji bo afirandina berheman) Ciwanên Hêja! Ev gotara min, li ser hawayê xebata min a ji bo afirandina berheman e. Hêvîdar im hemû ciwanên ku hewesa wan li ser Çanda Kurdî heye, bixwînin. Kêm-zêde, wê her kes li gor xwe sûd jê werbigire: Îro dostê hêja Doçent Zahir Ertekîn ê berpirsê Beşa Kurdî ya li Zanîngeha Çewlikê, telefonê min kir …

Read More »

TERCÎHA NIVÎSKAR

Bi sedan cure xwendevan hene. Her xwendevan li gor xwe xwedî taybetiyên curbecur in. Xwendevan homojen nîn in. Herkê li gor xwe pîvanên wî/wê yên ji hezkirina berheman hene. Nivîskarekî nikare li gor dilê her xwendevanî binivîse. Lê, divê nivîskar bizanibe ku hinek xwendevan ji hêla zanîna edebî de di radeya wî de ne. Nivîskar jî di esasê xwe de …

Read More »

ÇEWTIYA ÇÎROKBÊJ Û YA LÊKOLÎNERAN

Di van 20 salên dawiyê de, derfetên mezin ji bo Kurdên Bakûrê Kurdistanê derketine holê ku lêkolîn li berhemên Çanda Kurdî bikin. Herweha piştî Cuntaya Faşîst a 1980yî ku bi hezaran Kurdên Bakûr reviyan derva û li welatên cuda bi cih bûne, saziyên çandî avakirine û dest bi nivîsandina Zimanê Kurdî kirine. Herweha dest bi lêkolînên li ser berhemên Çanda …

Read More »

Bila Ew Roj Ne Roja Xweda Ba!

Hûn ji der ve hatin bûne bela serê me,  Kurdan û cînarên me. Min di beşa nivîsa  li ser hatina Selçuqî ya, hatina Kurdistanê  nivîsandî bû. Vê car jî li ser zordariya li gelê me û li min û malbata min bûye divê bînim ziman. Lê borîna xwe ji we xwendevanan  dixwazim, ku hûn nebêjin gelo çima? qala xwe dike. …

Read More »

Razên Nivîsa Afirîner

Vê carê dixwazim nivîseke di eniya edebiyata me de zêde li ser nehatiye sekan, pêşkêşî we bikim. Ev daxwaza ji dilê min der bûye, derheqê “nivîsîna afirîner” de ye. Dema mirov li hin kovar an jî malperên medyaya cîranê xwe/tirkan dinihêre, derheqê “nivîsîna afirîner” de rastî gellek nivîs û pêşniyazan tê. Hin nivîskar rêgezên gelemper yên nivîsînê pêşkêş dikin, hin …

Read More »

DAXUYANIYA PENA KURD: ROJA NIVÎSKARÊN DI ZINDANÊ DE

PENa Navneteweyî, di sala 1981’an de, li ser pêşniyaza Komîteya Nivîskarên di Zindanê de, 15’ê Mijdarê wek Roja Nivîskarên di Zindanê de pejirandiye. Her sal PENa Navneteweyî bi şaxên re di vê rojê de bala raya giştî dikişine ser nivîskarên di zindanê de. Rayedarên welatên ji demokrasiye bi dûr; ji nivîskar, rojnamevan, akademisyen, hunermend û siyasetmedarên muxalîf û rewşenbîrên din ditirsin. Ji rexneyan …

Read More »

Kovar, Nivîs û Nivîskar

Rewşa civaka kurd û nivîskarîya kurdî ne weke neteweyên din e. Neteweyên ku xwedî dewletin, bi sedan, bi hezaran kovar û rojnameyên wan û bi hezaran nivîskarên wan hene. Binêrin li Swêdê hejmara nivîskarên ku endamên yekîtîya nivîskarên Swêdê ne ji sê hezaran pirtir in. Li bakurê Kurdistanê ji blî rojnameyeke xêzikî û sîyasî ya rojane hêj jî rojnameyeke kurdî …

Read More »

Alî Kut: Nivîskarên Kurd di sirgûnê de berhem afirandin

Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd yê Swêdê Alî Kut, di derbarê xebatên komelê, rewşa nivîskarên kurd yên li Swêdê, nêzikbûna dewleta Swêdê ya li hemberî nivîskarên Kurd û gelek mijarên din yên di derbarê rewşa nivîskaran de ji BasNewsê re axivî.  Armanca damezrandina komelê çi ye? Ji bo danasîna ziman û edebiyata kurdî û berhemên endamên komeleyê xebatê dike. Ji bo zimanê kurdî bibe qada …

Read More »

Bi kurtî, Nivîskarî û Nivîskarê Kurd..

Berî pêlekê ev pirs ji min hat kirin; Nivîskar kî ye? Nivîskarê kurd Kî ye? Ez kurtbûna bersiva xwe ji bo pêşkêş dikim: Nivîskar ew mirovên ku xwedî zanîn, serborî û serwextî ne, his û hestên wan tenik û nazik in, bi vîn û deyax in û bi şert û mercên nivîsandinê milevan in. Dema yek ji van mirovan, his …

Read More »

Ebdulla Peşêw: Jin an Welat?

Motîfeke berdewam di edebiyata kurdî de ji sê xalan pêk tê: Dayik, dildar û welat. Pênaseya giştî ya motîfê bi awayên cuda cuda di berhemên heman kesî de yan berhemên serdemeke taybet de dubare derdikevin holê. Motîf hinek wêneyan diguherin û tengasiyê jî dixin navbera wan de. Yanî çiqasî dikarin van wêneyan bi hev re bicivînin, ewqasî jî dikarin nakokî, …

Read More »