Çarşem , 28 Cotmeh 2020

Arşîvên Nîşanê: nivîs

Hz. Xetîce Siltana ‘Alema Jinan

Navê bavê Hz. Xetîce Huweylîd bû. Hz. Xetîce ji ‘eşîra Qureyşiyan ji Bavikê Esed bû. Bi navê Xetîce bintî Huweylîd bi nav û deng e. Navê diya wê jî Fatima bintî Zaîde ye. Hz. Xetîce beriya her kesî baweriya xwe bi pêxemberê me (s.x.l) anî û diya hemû mu’mînan e. Tam jî hevjîneke li gorî pêxemberê me bû. Hz. Xetîce …

Bêhtir Bixwîne »

Di Dînê Îslamê De Mafên Jinan

Berîya dînê îslamê di dema nezanîyê (Cahîlîyê) de tu mafên jinan tune bû. heta dema ku ji dayîk dibûn heman demê de dihatin kûştin. Heta bi zindî dixistin bin axê. Herweha mafên wan yê jîyînê jî tune bû.Yê ku nedihatin kûştin jî weke malan dihatin firotin. nedixistin cîhê mirovan. qîymeta fikr û ramanên wan tunebû. Dema ku zarokeke keç çêdibû …

Bêhtir Bixwîne »

Di Civakê de Cihê Jinan

Jin bingeha civakê ne. Jin di navbera malbat û civakê de weke pirekê ne.  Ji ber vê yekê jî di civakê de cîhê jinan gelekî girîng e. Dînê îslamê jî gelekî girîngî daye jinan. Heq û mafên jinan parastîye. Berîya îslamê tu heq, maf, qedr û qîymeta jinan tune bû. Berîya îslamê jin weke malan dihatin firotin. Keseyetîya wan tunebû. …

Bêhtir Bixwîne »

Di Dînê Îslamê de Perwerdehiya Zarokan

Zarok pêşeroja mirovatîyê ne. Ji ber vê yekê jî perwerdehîya zarokan gelekî girîng e. Her weha ji bo herkesi perwerdehî hewceye. Lê ji ber ku zarok bingeha mirovatîyê ne. Perwerdehîya ‘ewil ji zaroktîyê dest pê dike. Birastî dînê îslamê jî gelekî girîngî daye perwedehîya zarokan. Pêxemberê me (s.x.l) ji zarokan gelekî hezdikir û gelekî jî qîymet dida wan. Birastî perwerdehîya …

Bêhtir Bixwîne »

Nabe

Ji ber ku em hêvîdarê cîhê bêhêvî ne, ev jiyan jî dibe qedera me. Mirovên ku ji cîh û warê xwe koç kirine, xwe davêjin bextê yên ku li welatê wan şer derxistine û bûne sedemkarê koça wan. Lê rih dibe bihost, dijmin nabe dost. Beriya sed salî dîsa kalikên wan, bi kalikên me re şer kiribûn. Dijminê bav, nabe …

Bêhtir Bixwîne »

Wêjeya Ku Ji Mesnewîya Mem û Zînê ya Ehmedê Xanî Derketîye

Der barê berhemên zimanê neteweyekê de, ya li Rojhilatê Navîn di navbera dewletên cuda de hatîye dabeşkirin û berhemên wê yên ku bi zaravayên cîyawaz hatine nivîsîn, dê gelekî zehmet çêbibe ku mirov bibêje, “Çîroka yekemîn a vî zimanî ev e, berhema wê ya nûjen a herî pêşîn ew e.” Dema ku mirov dêhna xwe dide xebatên vî warî, li …

Bêhtir Bixwîne »

Analîza Berhemên Edebî -5-

Wek min di rêzên jorîn de anî zimên, Edebiyat bi rexnegiriyê pêş dikeve, dewlemend dibe. Rexnegiriya edebî ji bo nivîskarên berhemên edebî rênîşandane, balkêşiye, xwe ji şaşî û çewtiyan xilaskirine. Rexneyên çêker ji bo nivîskaran alîkariya herî giranbiha ye. Di nav edebiyata kurdî de şaxa rexnegiriyê qels maye. Berhemên edebî nehatine rexnekirin, analîza pirtûkên kurdî nehatine kirin. Hinek nirxandinên ku …

Bêhtir Bixwîne »

Danasîn û Rexne -4-

Danasîn û rexne du tiştên cuda ne. Çerçeva nivîseke danasînê diyar e. Danasîna pirtûkê, analîza pirtûkê nîn e. Di nivîsên analîza pirtûkan de mirov dikare bi berfirehî pirtûkê binirxîne û rexne bike. Ez zanim ku edebiyat/wêje bi rexneyê pêş dikeve, dikemile, dewlemend dibe. Lêbelê rexne divê rexneyeke çêker be, nekû xirabker be. Rexneyên rexnekujan, pênûsşoran tu feydeyeke nade edebiyata kurdî. …

Bêhtir Bixwîne »