Şemî , Sermawez 17 2018
Home / Tag Archives: nexweşî (page 2)

Tag Archives: nexweşî

Nexweşiya Alzheimerê (Bi Vîdeo)

Nexweşiya Alzheimer sedema demansê(xurifîn) ya herî berbalav e. Di nav kesên 65 salî mezintir de, 6-10% kes bi nexweşiya Alzheimerê dikevin. Nexweşiyeke zêde berbalav e û kesên ku nexweş dikevin nikarin jiyana xwe ya rojanê, bi tena serê xwe bi asayî bidomînin. Ji ber ku li ser jiyana civakê ewqas bandorê dike, nexweşiyeke pir girîng e. Em ê di vê …

Read More »

Nexweşiya Dûrnebînê

Eger mirovahî wiha bidomîne, wê heya sala 2050yî di nîviyê mirovan yên li ser rûyê erdê de dûrnebîn ango miyop peyda bibe. Pisporên Australyayê diyar dikin ku ev yek bi sê sedeman ve girêdayî ye: veguherîna hal û rewşa me ya vejiyînê a rojane, zêde di nava malê de mayîn û dîsa zêde bikaranîna amûrên elektronîkî. Ji lêkolîneke ‘Natur’ ya …

Read More »

Di Dîrokê de 10 Nexweşîyên Herî Bixeter

1. Nexweshiya grîba Îspanyayî Ji sala 1918an heya 1919an, di navbera 50 heya 100 mîlyon kes ji ber vê nexweshiyê mirî ne. Ti shofeke (epidemie) din, bi qasî vê shofê nebûbû sebeba mirinê. Tê texmînkirin, nexweshî ji leshkerên ku li Kansasê di sherrê cihanê ya pêshîn de bicîh bûn, bi xwe re anîne Ewropayê. Pishtî qetandina sherrî, dema leshker di …

Read More »

Li Xwe Gerîn: Tenêtî

Gelo jiyaneke sedî sed azad û serbixwe heye an na? Mirov çiqas li gor xwezaya xwe û xwestekê xwe tevdigerin û bê ku di bin bandora tiştekî din de bimînin, jiyana xwe didomînin? Gava ku em li fikra hebûnparêza (egzîstansiyalîst) dinêrin em vî tiştê dibînin: “xwezaya mirov tuneye û mirov bi dest û keda xwe, xwe diafirîne û xwe destnîşan …

Read More »

Nexweşînên Derûnnasî

Hişleqî (Depression) Berpêyên Panîkî Nexweşîna Anksiyete (Lihevketin) yê Nexweşîna Obsesîf-Kompulsîf ê(Wasewasî) Fobiya Civakî (Nexweşîneka tirsê a civakî) Nexweşîna Bîpolar 1)Hişleqî :      Sedemeki kifş û tenê yek sedemekî hişleqiyê tuneye. Tiba modern, bi vê dîtine yê ;bi hatina çend mercên ku tên cem hev, rê li hişleqiyê vedikin, ra mutabike. Li ba bûyerên ku jiyana mirov diguherînin herweha pêkerên kesayetiyê …

Read More »

Nexweşiya ADHD

Li gor lêkolînekî ku ji aliyê ‘Florida International University’ ve, li ser nexweshiya ADHD (attention deficit hyperactivity disorder) hatiye kirin ku balê dikishîne li ser destpêka nexweshiyê. Li gor lêkolînê, di vê nexweshiyê de li gorî ‘texmîn û dîtinên’ wan cihê herî zêde faktorên derûdorî û biyolojîk digirin û wiha didomîn. Ew di warê perwerdehiya malî ku ji aliyê dê …

Read More »

Nexweşiyên Manewî

-Ji bo însanan du curre nexweşî hene . Ji van nexweşiyan yek nexweşiyên madî ne,yek jî nexweşiyên manewî ne. Dexesî,bêhêvîtî,quretî, çavnebarî û hwd. Nexweşiyên manewî ne ,ev nexweşî di dil de wek vîrûsa ne. -Bi rastî ; quretî,dexesî,bêhêvîtî hwd. Şaxên exlaqên yên xerab in û ev nexweşî di laşe însanan de dibin sebebên nexweşiyên manewî. Hinek ji van nexweşiyên manewî …

Read More »

Însulîn

(Li latînî insula ango island bi Kurdî girav) hormoneke protînî ye, ku ji 51 tirşiyên amînî yên hevbend (composed) pêk tê. Erkê xwe sîstemkirina şekir, nişa, don û karbohîdratan di nav riya xwînê de di laşê mirov û çalakiyên cîgerê de diguhere, ku glokozê embar dike (store). Însulîn ji giravên Langir Hanz di pankiryasê de tê derkirin. Nexweşên bi şekirmîzî …

Read More »

Mîgren an jî Serêşa Giran

Teknolojî hem baş e û hem jî qûşê li meriv diqetîne. Her ku teknolojî bi pêş dikeve, hewa û xweza jî tê guhertin û ji fabrîqeyên teknolojîyê duman, jehr û ziqûm bi ezmen dikeve, ev jî dibe sedema peydabûna gellek êş û nexweşiyên bêderman. Yek ji nexweşî û ecîzmendara bêderman jî îşa mîgrenê ye. Ango; serêşa giran û bêderman e. …

Read More »

Nexweşiyên Urologî

Pisporên Brîtanyayê testeke nû îcadkirin ku îcad nexweshiya shêrpenche ya prostatî û curbicur nexweshiyên urologî dikare bi rêya ‘bêhn kirinê’ tespît bike. Test îlhama xwe ji dilîna kûchikan ku di bêhnkirinê de serkeftî ne, werdigire û test, rê li ber rêbazên pirr bi êsh in, digire. Di nav 8 mêran de 1 bi vê nexweshiyê rû bi rû dimîne. Test …

Read More »