Heke xelet nebim li berê pênc salan bûyerek ecêb hatîbû serê me. Belê gava ku ev bûyera hatî serê me ez û hevalê min Zirtû bi hev re bûn. Zirtû di nav hevalên min da ê herî baş bû. Nizanim çima ji bo min wisa bû dibe ku wî ez baş fam dikirim lewra min û wî xweş pêk dikir. …