Tag Archives: Muzîk

Sermawêz, 2017

  • 6 Sermawêz

    Hunermend Sebahattin Yıldız: Stranên kurdî hatine dizîn

    Deng û awazekî ji ber bayê serhedê xwe berdaye Amedê,xwe ji hewaya serhedê ya hişk filitandiye û bi ava Amedê dengê xwe şuştiye. Stranên Mihemed Şêxo,Tehsîn Teha û gelek stranên hunermendên kurd straye. Hunermendê kurd SebahattinYıldız bi xwe ji serhedê ye lê ev demek dirêje li Amedê dijî heta niha 4 albûmên wî derketine. Hunermend Yıldız ji Heftenameya Basê re …

  • 5 Sermawêz

    Nadia Visser : Muzîka kurdî bi êşên kûr hatiye pêçan

    Nadia Viseer ji strana Metin-Kemal Kahraman ya Hala Bêrê ya Mikail Aslan Şiye û heta ya Şivan Perwer Yarê distrê . Jina muzîkjen  li bajarê Hollanda yê Bredayê dijî di heman demê de jî xwendekara zanîngehê ye.  Nadia evîndara muzîka Kurdî ye bi taybetî jî ya zaravayî Kurmanckî (Zazakî) ye.  Him stranê Kurmanckî him jî yê Kurmancî distrê, her wiha …

Cotmeh, 2017

  • 19 Cotmeh

    Albuma Armanca nû ‘Jan’ derket

    Albuma “Jan” a hunermend Armanc ji aliyê Kom û Mîr muzîkê ve derket. Hunermend Armanc diyar kir ku hemû berhemên wî wek zarokên wî in û got: “Lê strana ‘Perşîn’ ji bo min tiştekî cuda ye. Çimkî perçekirina gel û erdnîgariyekê vedibêje.”  Albuma “Jan” a hunermned Armanc ji aliyê Kom û Mîr muzîkê ve derket. Armanc, der barê muzîka xwe …

  • 18 Cotmeh

    Albuma nû ya Mikail Aslan li ber derketinê ye

    Hunermend Mikail Aslan, amadekariyê albuma xwe ya nû dike. Aslan ji bo dubare rojevbûna tirkîkirina muzîka kurdî wiha got: “Aşkerebûna vê yekê pir girîng e.” Hunermend Mikail Aslan ku di muzîka kirmanckî de deng û awazeke girîng e, xebatên xwe yên ji bo albuma nû didomîne. Aslan, behsa xebatên xwe yên albuma nû kir û bal kişand ser ji nû …

Îlon, 2017

  • 23 Îlon

    Li Diyarbekirê koma erbaneyê ya 45 jinên ciwan deng veda

    45 jinên ciwan ên Diyarbekirê, di hunera erbaneyê de tevlî projeyeke muzîkjeniyê bûn û bi awayekî komî ji bo li ser navê ciwanên Diyarbekirê li bajarên Tirkiye û bakûr derkevin ser dikên mezin; perwerdehiya xwe dewam dikin. Projeya ku bi piştgiriya Şaredariya Kayapinarê ya Diyarbekirê, li Navenda Çandê ya Cegerxwînî tê rêvebirin, ji aliyê xelkê ve jî rastî eleqeyeke baş …

Tebax, 2017

  • 21 Tebax

    Ji kurdan dizîn, pê kurd îşkence kirin!

    Di twitterê de navnîşanek bi navê “Serhad Eyalet Lordu” heye. Ev demek e ew stranên kurdî ku dizîne û kirine malê tirkî dide ber hev, diweşîne, wan teşhîr dike. Heta niha wî eşkere kiriye ku Kiraç strana “Lê xanimê” . Serdar Ortaç strana Koma Wetan “Çahiltî” (1978) diziye kiriye “Cahil”. Her wiha ew dibêjen “Yaş Destani”diziye ya Celal Guzelses jî …

  • 12 Tebax

    Melek Rojhat: Ti caran bi tirkî stranan nabêjim

    Hunermend Melek Rojhat berî bi berdewamî di navbera Bakûr û Başûrê Kurdistanê de hatinçûn dikir lê ev demeke dirêj bû, ku serdana Başûr nekiribû. Vê carê mijara giştpirsî û serxwebûnê vê xanima hunermend tîne Başûrê Kurdistanê. Ew dixwaze bi rêya hunera xwe piştgirî bide giştpirsiyê.   Melek Rojhat derbarê serdana xwe ya dawîn de ji Rûdawê re got: “Min helbest …

  • 9 Tebax

    Dengbêj Gazin daye pey rêça Eyşe Şan û Meryem Xanê

    Dengbêj Gazin, ku heta niha 12 albûm derxistine, bi deng û awaza xwe tînahiya dilê mirov hênik dike. Ew niha li Bakurê Kurdistanê bûye sembola dengbêjên jin. Wê herî dawî bi bi dengbêjeke ermen Aşiq Leylê re albûmek bi kurmancî û ermenîkî derxist. Dengbêj Gazin, dibêje heta mirinê ew ê dev ji kilaman bernede û çanda kurdan jî bi deng …

Tîrmeh, 2017

  • 29 Tîrmeh

    Grûba Mûzîkê ya Zîrubem berhemên nû belav dike

    Grûba Mûzikê ya Zîrubem a Hewlêrê ev demeke mijûlê tomarkirina çend berhemekê nû ya mûzîkê ne. Grûba Mûzikê ya Zîrubem hemû karên xwe yên berhemên nû qedandine û tê payîn di demek nêzîk de belav bikin. Serokê Grûba Zîrubem Wirya Ehmed, ku ev zêdetirî 40 sal e mûzîkê dijene, ji Rûdawê re got: “Ev 2 meh in tîpa me mijûlê …

Hezîran, 2017

  • 22 Hezîran

    Grûba Lor klîba Semaya Geryan amade kir

    Grûba Lor, di berhema herî nû ya hunerî de klîbeke bi mûzîk amade kir.   Serpereştê grûbê Nizar Zêweyî derbarê vê yekê de ji Rûdawê re ragihand: “Semaya Geryan berhemeke nûye. Bi amêrên tar, setar û amêrên rîtmî hatiye jenîn. Ev mûzîk di çarçoveya albûme me ya nû de ye. Em dê di demeke nêzîk de albûma xwe ya nû …