Tag Archives: Muzîk

Sibat, 2019

  • 13 Sibat

    Bi mûzîka Kurdî zaravayê Zazakî ji nemanê hat rizgarkirin

    Rêxistina Navnetewî ya Perwerde, Zanist û Çandê  (UNESCO) ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve, sala 2012ê zaravayê Zazakî ku zimanê axavtinî yê zêdeyî du milyon kesan e, xiste nav lîsteya zimanên wenda, lê bi rêya muzîk, stran û hunera Kurdî, ew zaravayê han qonax bi qonax ji nemanê hat rizgarkirin.   Hunermendê Kurd, Dogan Çelîk 20 sal e bi rêya …

Rêbendan, 2019

  • 14 Rêbendan

    Kurd Fm Ji Nû Va Dest Bi Weşanê Kir

    Kurd Fm demeke ku navber dabû weşanê xwe carekê din dest weşanê kir. Keremkin daxuyana Kurd Fm bixwînin. Geli guhgirên Kurdfm ê! Mixabin eve demek bû, ji ber nûkirinê, dengê Hûnera Kurdî radyoya Kurdfm ê kar nedikir. Êdî bi hemî berheva sitran û kilam û muzîkên nûjen û kevnar radyoya Kurdî li gel we ye. Demeke xweş bi bihurînin û …

Hezîran, 2018

  • 3 Hezîran

    Zûbêr Salih: Mûzîka xwe bi helbestên klasîk ên Kurdî av dide

    Dema ku di muzîka Kurdî de bo helbestên klasîkên Kurdî cih tê dayîn stranên nemir derdikevin holê ku yek ji mînakên serkeftî strana Zûbêr Salih a bi navê “Sebah’ul Xêr” e ku gotinên stranê ji pênûsa Melayê Cizîrî derketî ye. Zûber Salih ê ku ji Rojava ye amaje dike ku helbestên klasik ên Kurdî ji bo wî wek çavkaniyên bêhempa …

Sermawêz, 2018

  • 26 Sermawêz

    Yekemîn Pêşbirka Muzîkê ya Ziryabê

    Serîlêdanên 1’emîn pêşbirka muzîkê ya ziryabê îro (26’ê Berfanbara 2018’an) destpêkirin û dê heta 5’ê Sibata 2019’an bidomin. Ziryab dê ji 3 kesên serkeftî re singilekê çêke.

Cotmeh, 2018

  • 30 Cotmeh

    Mizgîn Tahir: Divê muzîka kurdî xwe ji gotinan rizgar bike û derbasî harmoniyê bibe

    Hunera muzîkê û bi cureyên xwe ve him rengên şexs û civakê dide der him jî wek ast, qabîliyeta şexs û civakê derdixe pêş. Her wiha rengên muzîkê, potansiyela zimên a bi hunerê jî derdixe holê. Di muzîka kurdî de jî tevî hunera qedîm a dengbêjî û formen klasîk, bi şêweyên cur bi cur hunera muzîkê tê kirin. Yek ji …

Îlon, 2018

  • 27 Îlon

    Şevbêra Dengbêja û keda Hozan Şemdîn -Beşa Duyem

    Dîmenê yekê û pir balkêş di piraniya bernameyên Şevbêrka Dengbêja de amadebûna jin û keçên Kurd e. Hatina jinan ji aşpêjxanên malê bo nava stdioyên mezin û gotina stranên dengbêjiyê, karekî hêsan nîne. Cesareteke wiha di nava kevneşopiyên me yên çandî de û dema ku hêşta jî yasayên bavsalarî û mêrsalariyê li ser jiyana Kurdan reng û rûyê xwe negûherîne, ji min re weke çêkirin an jî birêvebirina“ şoreşekehizrî ” ye. Çimkî di her civakekê de bilindkirina cesaret û bihêzkirina wêrekiya jinê xwedî rolekî mezin bûye ku“ cewherê demokrasiyê ” bêtir nêzî rastiya …

  • 24 Îlon

    Şevbêrka Dengbêjan û keda Hozan Şemdîn – 1

    Ji tebaxa 1998’an heya roja îro, şevbêrka dengbêjan, destanên kurdî û Hozan Şemdîn di ekranên TV’ên kurdî li Ewropayê de, her carê bi reng û dîmenên ji hev cuda li ber çavên me ne. 20 sal di ser wê roj û destpêka girîng a dîrokî derbas bûn. Di vê nivîsê de ez ê hewl bidim ku nasnameya wê bernameyê, cihê …

  • 12 Îlon

    Pizîşkan stran û kemençe ji hunermendê Kurd re qedexe kirin

    Weke ku êş û jana jêbûne herdu piyên hunermendê millî Hesen Elî Xencer bes nebûn, êşa dilî jî bi ser de hat û niha pizîşk dibêjin divê stranan nebêje. Lê ew dika nake nizane ka dê çawa xwe ji kemançeya xwe dûr bike.   Hesen Elî Xencer piştî zêdetirî 60 salên xizmeta hunera kurdî kir cara dawî piştî neştergeriyeke dil li …

Tebax, 2018

  • 27 Tebax

    Keç û xortên Kurd di klîpa Samî Yûsif de def dijenin

     Hunermendê navdar Samî Yûsif biboneya cejna Qurbanê sirûda xwe ya herî nû belav kir û di klîpa wî de çend keç û xortên Kurdan bi cilûbergên Kurdî def dijenin.   Samî Yûsif sirûda xwe ya bi navê “Xwedayê me tu çi qas dadperwer î” bi boneya cejna Qurbanê belav kir, ku wî bi xwe ew sirûd nivîsandiye.   Keç û xortên …

  • 1 Tebax

    Ferîdun Ehbab: Vejîna Hunermend Ser Axa Welatê Wî Dibe

    Huner mîna darê ye û her dem bi koka xwe ve girêdayî ye û rehên xwe ber dide axa xwe û şaxên xwe li ezmanê jiyanê dirêj dike. Wisa hunermend Ferîdun Ehbab hezkirina xwe ji warê xwe re tîne ziman: bajarê Amûdê ku li paxila deşta Mêrdînê radizê. Ferîdun li bajarê Amûdê ji dayik bûye û li wir mezin bûye …