Dû dotinê Hêdî hêdî ji cî xwe rabû Û di bin germa despêka havînê Bîdon û meterê avê a cillikkirî Ji têra kera cûn derxist Şidande cilla kerê a sist Û ji mexelê pez Bi gavên giran û nelez Ber bi gola Kanîgewrê Şivanê dilê min kire bez Ji bo rake pez Li alincê ber bi deştegewrê Ava xwe dagirt …
Hezîran, 2017
-
15 Hezîran
Behar
Beharan koç kir Konê cejna xwe rakir Û li rûyê germexakê raspard Tov û bizrên nûciwan Ji mirinê Belam li vejînê Bizrên azadiyê raspard Li axa pîroz Ku ji bav û kalan Ev e bo wan Pîroztirîn dawa û doz Tovên jiyanê Li germa havînê Tîna sincirîn xakê Û germtirîn axê Bi hestên dilane Terxan kire li dayika ro Terxan …
-
14 Hezîran
Rev li dil e
Konê dilê evîndaran Mîna jaran ji vê halê Ber bi ķalê heftê salan Ger girtibe zeng ji gulê Û delalê hilgirtibe Barê çi be dil û qalê Barê giran ew li mil e Êşa dil e l-evîndaran Êşa giran li çav kil e Deng û awaz bi hewaran Birîndaran dike lawaz Bi tasewaz ji gulnaran Çi tu rêvî çi teyrê …
-
13 Hezîran
Xezam
Xezam zerî dilorînin Li van hêviyên kevn û nû Di payîzê dibarînin Germhêstirkan ji çav û rû Çavên westîn li şev û roj Ku jiyanê kirine doj Ji ber jana çav û birû Dil ku nedî newroz-nûroj Newrozên min li wêran e Rojên tarî mazûban e Li dil her dem dûxan û dû Ev çi dem û çi dêran e …
-
12 Hezîran
Kî Mezin e?
Hebû kes ji Xwedê mezintir tunebû. Rojek ji rojan rehmet li civata haziran, sê heval heval hebûn. Tert, Qirşik û Gêrik. Ev her sê heval dixwazin mezinahiya xwe nîşanî hev bidin. Û peyva xwe li ser yê din bixin. Ango xwe wekî xwişka mezin nîşan bidin. Pesnê xwe vedin. Û xwe bi vê bipesirînin, qurre bikin. Belêêê. Çi dema ku …
-
11 Hezîran
Oh! NA! Na na, Na na, NA!
Ez naxwazim NAxwazim Şevên tar û kederê Dilên ar û agirê Çavên sêwî li ber rê Bo dîtina xwe hevrê Li rê asê mabe rê Oh! NA! Na na, Na na, NA Ez Naxwazim NAxwazim Tu azad î li xwe binêr Der û dor tev gur û şêr Kincê tirsê bavêj biwêr Tu azad î tu şêr û tu mêr …
-
10 Hezîran
Bi Ev Nûr
Di asoyên rêk û peyarêkên dûr Xewna gewre û geramî bi ev nûr Li wan çavên avzelalî ji mêjû Hiş û mejî bi can dibe bi ev nûr Li jiyanê xewna hişyar li ev rêk Bi rêk û pêk bo nûdestpêk bi ev nûr Ku çerx û dem hatibin parvekirin Çerx û dema te ye berxo bi ev nûr Dengê …
-
9 Hezîran
Zeng
Were canan Da binûsem di navbera Sînorên efsûnî yên erd û ezman Û mehtavek ji stêrkên Dizê her şevreşê hevê û royê Bi meş û şadiya qelemên kelemîn Li dij dijminê evîndar û evîn Li paş bihêle Hemî derdên merdê ji can borî Bi sedema wan cananên horî Li sûxtenî dil ———–hêjar û birîndar Ku mêvanê çiraxa kûçe û kolanên …
-
8 Hezîran
Dil û Evîn
Li kaniya hêsran Rêzikên germa evînê Bi helbesta dilan diherike Ku ji helwesta xwe rik e Helwesta evîna agirîn Ji hêsrên Ûsivê Ken’anî Diherike ev kanî Bi hestên ji dil barîn Ar û agirîn Dil û evîn Wekî her nivîsê Tunebûnê re diherike Ji midad û pênûsê Wundabûnê re dihêle Midadên şûr û mir Li xaka mirinê Dimir û ditemir …
-
7 Hezîran
Herimandin
Zarên dilê min Gedên xaka min Li rojhilata navîn Dengê çivîkên sibê Bordûman kirin Li aştiya stêrkên şevê Tune kirin Rabirdû û dahatû Bi bombe û mînan Bi mirina dûxan û dû Li deşta rabirdûyê Û li dilê dahatûyê Dengê çivîkên gedan Dengê dîkê siban Ji reh birrîn Bi hezar çîrokên birîn Dê ji zar Û zar ji bavan Bi …