Ji şerê salên 1877-1878an ê dewleta Osmanî û Rusya şûn ve, di pêşengiya siyasî û civakî ya tevgera Kurd de jî guherînên girîng ên nû çêbûne. Pêşengiya tevgera Kurd, ji rêvebirên mîrnişîniyan derbasî ulema û rêberên dînî dibe. Şêx Ubeydullahê Nehrî, mînakekî girîng ê temsîla destpêka vê dema nû ye. Şêx Ubeydullah, rewşa siyasî-civakî ya piştî Şerê Osmanî-Rusan û dewleta …