Di destpêka çerxê 20an û vir de, civaka xelkên beriya Mêrdînê civakek koçerî bû. Hêj şaristaniya akincîbûnê cihê xwe di nav xelkên wê de ne girtibû, ji bilî wan çend gundên dora rêka hevirmêş (Ipek Yul), yên ku ji sedê salan ve bi rûniştvanên xwe dagirtî bûn. Havînan xelkên beriya Mêrdînê bi dûv çêra sewal û tarişê xwe de diçûn …