Hevalên hêja û birûmet! Heyberên candar digel du hêmanên bîngehîn pêk tên. Yek jê beden (gewde) û ya din jî ruh (giyane) e. Hebûna mirov jî girêdayî van herdu hêmanan pêk tê. Ango ku bedena mirov tunebe, ruhê mirov; û ku ruhê mirov jî tune be bedena mirov bi kêrî tiştekî nayê. Cestekî bêruh û ruhekî bêhest nikare jiyanê vehewîne. …
Rêbendan, 2016
-
26 Rêbendan
Zarokên Bi Madeva Girêdayî
Aferînerê kaînatê, mewcûdat û hebûn ji bo jiyanê çê kir; jiyan wek keşafê mewcûdatê û di navenda çembera hebûnê de cih girtîye. Jiyan ji wekî çemberekê îcad û înşa kiriye; însan ji kiriye navenda xêza heyatê. Bi kurtayî her tişt ji bo mirov û însên çê bûye. Çawa ku ‘İsmê E’zem’ heye, herweha ‘Naqşê E’zem’jî heye; ew jî ÎNSAN E. …
-
22 Rêbendan
Ziman û Mirov-Vîdeo
Du wateyên zimên hene. Wateya wê ya pêşîn, lebat e. Ango di devê me de bi kêrî standina tehmê tê. Wateya zimên a duyemîn jî di nava mirovan de ragihandinê pêk tîne. Mijara me li ser wateya ragihandinê ye yan jî pergala axaftin û nivîsandinê ye.
-
19 Rêbendan
Tesîra Lerzê Li Ser Guherîna Dengan – Husein Muhammed
Gelo em çima dibêjin ”dikujin” lê ”kuştin” anku di yekê de J lê di ya din de Ş heye? Yan bo çi ”nelîzin” lê ”nelîstin” yanî di yekê de Z û di ya din de S heye? Ji ber çi em dibêjin ”heft” lê ”hevde” anku di ya yekem de F û di ya duyem de V heye? Em dizanin …
-
13 Rêbendan
Ji Zanîstên Swêdî Keşfek Dîrokî-Vîdeo
Zanîstên Swêdî hestiyê şikestî ji bo cebirandinê zelqokek pêşxistin. Ev zelqok di nabeyna 2-3 rojan de wê hestî bi cebirîne. Hestiyê şikestî êdî hewceyî cilsê û bi hefteyan cilsê de bimîne û ji bona hestiyê şikestî pê pevxistîn hewceyî plaqên metal jî nake. Bi saya vê zelqokê nexweşek wê 2-3 rojan de rabe ser xwe. Ev zelqok, dema hestî bi …
-
11 Rêbendan
Xorîn Çawa Tê Astengkirin
Bi goga tenîsê xorîn tê astengkirin. Kesên ku gazinca xorînê heye dema ku dikevine cîya topa tenîsê dikine paş pişta xwe û ji gazinca xorînê difilitine. Kesên mezin de sedema xorînê ya herî zêde mezinbûna polteka nerm û dahelîna poltekê ye. Qasî têlê deng û tengbûna riya hewayê jor jî xorînê zêde dike. Nexweşên ku xorîna xwe hene nav herdu parsiyan …
-
10 Rêbendan
Dîwana “Mirovên Tazî” – Dara Kurdo
Gustaf Munch -Petersen Bi Kurdî 2 – Dara Kurdo Wergerand EW Ne ew ramana ye… ku niha ez li ser keviya rê me Ku kulîlk ê mezin dibin, û çawîr tersa gavê dimije Û kevir tîna rojê davêje… lê ew e, ku ez dizanim, ku ez î şaştiyekê dikim Ku zêrzebiyek heye Ku divê ez biçim, û dîwarên çiya li …
-
7 Rêbendan
Hesûdî! – Ferhat Fırat
Dema ku em tiştên ku dora xwe dibin dinerin pirr dema pirsgirêkên ku dibin ji bo ‘hesûdîyê ye’. Ji bo vê sedemê dilê ku texrîb dibin, pêwendî kesan îtîbaran kedan û hdw. betal dibe dare Rastî va tiştê derûnî yê/hundûrî mirovan de heye lê dema ku derdikeve holê zede texrîbatên mezin derdixe holê. Gelo hesûdî ya texrîbkar û rûhên em …
-
5 Rêbendan
Teoriya Kohlberg ya Geşebûyûn a Exlaqê – Ayetullah Hasanoglu
Kohlberg geşebûyûna sincê bi sê dewran heltînê dest. Van dewran li gor nêrîna jîyanê dike rêzekî. Kohlberg di vê rêzkirinê da tenê temenê demsalî helnaynê dest. Dibêje yên ku temenê wan mezin çawa car caran tevgerên asta binî pêk tînin wek wî car caran yên temen biçûk jî tevgerên asta bilind pêk tînin. Divirde dibêje xelata eşkerekirinê bi serê xwe …
-
1 Rêbendan
Mûçeya kêmtirîn pêşî li Rihayê hatiye dayîn
Di demên dawî de li ser mûçeya kêmtirîn nîqaşên mezin çêdibin. Gelo we dizanî ku di dîroka mirovahiyê de mûçeya kêmtirîn pêşî li Rihayê derketiye? Li gorî kolanên dawî yên dîroka mirovahiyê, mûçeya kêmtirîn cara pêşî di sala 3500î ya berî mîladê de li Rihayê hatiye tetbîqkirin. Delîlên vê rewşê di kolanên dawî de li Rihayê têne dîtin. Wan rojan …