Tag Archives: Mirov

Gulan, 2016

  • 10 Gulan

    Ziman Hebûna Milet e

    Ez di nivîsên xwe de bi destûra Xwedê heta ku ji destê min were ez ê bi Kurdî ji we re binivisînim, distûrek min ev e. Çimkî nivîskarên ku bi tirki dinivîsînin pir in, divê ku em xwe bidin ser zimanê xwe, zimanê zikmakî yê dewlemend. Ziman, di nav mirovan de têkiliyê çê dike, nîşana warê meriv û qimeta meriv …

Nîsan, 2016

  • 10 Nîsan

    Mirov û Dinya

    Zilam, piştî ku hefteyekê dixebite, diweste. Serê sibeha yekşemê hişyar dibe ji bo ku westa xwe ya heftiyekî ji ser xwe biavêje û bêhna xwe derxe, dirahêje rojnama xwe û difikire ku tevahiya rojê sistîtiyê bike û roja xwe li malê derbas bike. Zilam , dema ku tam di nava van bîr û boçinan de ye lawê wî bi bezê …

Adar, 2016

  • 28 Adar

    Fistiqê Siirtê Ji Her Derdî Re Şîfa Ye

    Feydeyên ku dide laşê însanan gelek in. Her ku diçe hilberîna wê zêde dibe û di aboriya bajêr de jî cîhekî giring digre.  Ku hilberîn wisa dewam bike fisteka sêrtê wê di pêşerojê de bi fisteka Îran û amerîkayê re reqabet bike. Fisteqa Sêrtê ji Sêrtiyan re deriyekî debarê ye. Li giştiyê welêt 18 milyon û 250 hezar darên fistiqê …

  • 10 Adar

    Mirov û Siberoja Felsefeyê

    Vajbawerî, agir berdidine dinyayê. Tiştê ku dê wî agirî bitemirîne, felsefe ye. Voltaîre Di desta yekem de, bêguman mirov dikare bibêje ku felsefe; lêgerînek bêdawî ya mirovî ye û heta hetayê jî, dê ev lêgerîna mirovî berdewam bike. Felsefe, bi rêya bikaranîna aqil û hişê mirovî dest pê kiriye û wisa xwiya dike ku, dê hebûna xwe ya bi vî …

  • 2 Adar

    Nexweşî Çima Êvaran Zêde Dibin?

    Zarokê we êvaran pir dikûxe û her êvar agirê serî wî zêde dibe? Bi taybetî êvaran nexweşiyên zarokan malbata pir diqilqîne. Sedema nexweşiyê êvaran ev e ku evarê dema razandinê berxwedana laşê me hinek zêde kêm dibe. Pîsporê bijîşkîye ku Şişli yê di Nexweşxaneya Zarokan Memorial de dixebite Dicle Inanç ev rewşê wiha rave dike: “Dema pitikek hêj nû bê …

  • 1 Adar

    Pênûs û Lênûsk

    Zayîna mirov, heya mirina wî, çiştên tên  serê wî ew çarenûsa wî ye. Hin hene tên guhertin, hin hene qet. Gava çavên xwe vekirin pê de, têkoşinekê mezin û dijwar despê dike, di navbera mirov û jiyanê de. Lê mixabin Her caran yê têkbirin jiyan e. Bi xurûr, bi difre, bi pozbilindî… Yê têk diçe jî însan e. Bi xemgîn, …

Sibat, 2016

  • 27 Sibat

    “Dil ji te hezkir, ziman jê eşkere kir”

      Tê zanîn ku ev gotin, gotineke pêşiyên Kurdan e. Li gor min gotineke gelek kûr û biwate ye. Min di nivîseke xwe yê berî de jî anîbû zimên ku; zimên kilîda dilan e. Evînî tiştekî pir cihê ye. Ji ber ku mirov di dilê xwe de tiştên ecêb hîs dike. Wekî germahiyek. Ev germahî roj bi roj dikele û dibe wateyekî …

  • 20 Sibat

    Reqsa Agir

    Dengê çîrokên çiyayî dihatin, ferîştahên dilnazik di nav melodiya bilûrê de stranê ku nedihatin dîtin, nedihatin xwendin dilorandin, Dayikan weke ku dewatên dergûşên xwe de bireqisin, li serê govenda azadiyê direqisîn, zimanê wan yên ku ji mitolojiya medyayî, tîlîliyê sor û zer, bi keskahî li esmani zarokên xwe bevdikirin.. çîrok li şikevtên xeyalî de dipêjiyan, di hêlekî ve baran û …

  • 20 Sibat

    Bi Xêra Mîr Celadet Bedirxan

    Bi xêra Mîr Celadet Bedirxan  Zimanê me ji axaftinê bûye zimanê nivîsandinê Erê Mîro! Bi xêra serhildan Botan giyanê Kurdperweriyê di hinavê bav û bapîrên me de hat çandin.. Erê mîr Celadet Bedirxan! Bi xêra ked û westa te, bi xêra Hawar û Ronahiya te, bingehê edeb û wêjeya kurdî a nûjen, bi tîpên latînî li ber me hat vekirin.. …

  • 18 Sibat

    Çareya derdê me; Afûkirin

    Cizayê nebaşiyê nebaşî ye. Lê kê efû bike li aliyê hev bûnê be mûkafata wî aidê Xudê ye. Lewma Xudê hej zalima nake Zilim, neheqî, heqaret, hesûdî, çavnebarî, xeyidî navîna gel xira dike û ragihandina mirovan vediqetîne. Em jî rik dikin û tu carî em hevudu efû nakin” Lê belê bê vî şeklî esil zararê didin xwe. Em barê ne …