Weke helbestvanekî mutesewif, Melayê Cizîrî jî di helbestên xwe de geh li meyxaneyê ye, geh li meclisa reqs û semayê ye. Her çiqas êş û elem hebin jî, ew tim mîna perwaneyê li dor yara xwe ye. Bextewar û şeng e. Bi wesifdan û pesindana yarê mijûl e. Por û biskên yarê weke tarîtiya şevê û aktorên dunyayê ne, ku …