Tag Archives: Mehname

Gulan, 2016

  • 23 Gulan

    Bêxem

    Bi banga karkerên şaredariyê ên sergoavêj, Bêxem ji xew rabû. Dengê sergoavêj yê şaredariyê hîn jî li kuçeyên Mêrdînê belav dibû. Yeko yeko li deriyê malan dixist û bang dikir. “Zibiiil! Zibiiil!” Bêxem, ji ber ku xewa xwe baş nestendibû, ji vî dengî gelekî eciz bû. Bêxem, her roj ê rabe taştê bixwe, porê xwe bişo, li ber awênê bi …

  • 6 Gulan

    Mele Rojî Nimêj Gundî û Tofan

    Ez bi çukî pir merqliye civata bum. Eşkereye hun jî ku zanin berê di eşîrekede mal mezina kahwe çêdikirin. u hemu gele eşîre dihat we ‘ malê.: Malame jî di eşîrede mal mezin dihat nîşandin. Eşîrek Metîna li perê kerejdaxê heye( Bi bajarê Dêrikeve girêdayne)Mezina digotin va metîna pir nabênawanu” rojî u nimêje zêde tune buye. Lê bele der dorawan …

Nîsan, 2016

  • 29 Nîsan

    Tu Carî Nabersive

    Hinek jê siya berêvarî ne Bibengî Ew jî wanî Baran bibariya Dibişirî Tu tişt di mista kemanê de nepeniyên di nav tariyê de xwe qurnisandine nikare ji nav derxîne. Bi nermî… hêdî hêdî…ji hev veçirîne.hemî nepeniyên jiyanê. Evînên negotî. Pirsên veşartî û hestên taloqkirî. Û…û tu. Ez îroj dîsa di wê neqebê re derbasbûm. Dîsa goşiyên wê dêliyê di şaxên …

  • 26 Nîsan

    Felemezê Gunikreş

    1. Min jî her ji xwe dipirsî, ka gelo çima navekî min î weha ecêb heye. Min dikir û nedikir, min tu mahne nedidayê û ji ber vî navê xwe yê ku herkesî henekên xwe pê dikirin, min her fedî dikir. Çima wek yê herkesî, yê min jî navekî xweşik tune bû? Felemez! Tew! Bala xwe bidîyê hela! Kî dizane …

  • 23 Nîsan

    Gotineke Mezin

    Demê buhar dibişkivand, hêdî hêdî hêviya min bi jiyanê ve avis dibû. Roj li ber roava bû, aso bi nazenî pesnê xwe ji xweristiyê re dida, li ser kenarên deriyê bakur, ez û dilê xwe yê şikestî dibûn temaşevanê pepûkiya xwe, dibûn xewn ne serjêkirî, ez û hestên xwe yên reben û daxwazên qedexekirî, bi pêlan re dihatin sema. Çiqasî …

  • 19 Nîsan

    Rêwindayî

    Hêkên gêrgêrîkan baz û başoke ji wan der nakevin..! Hêkên maran jehir di nava wan de heye..! Ez dikevim şêweyên lehengan, geh Restem û geh Guhderz im. Bi kişandina şûrê xwe serê sed mirovî dipekînim. Tukes nikare şûrê min ji destê min der bixe. Ez tavim, ez mirinim.ez..!? Lê ji nişka ve tu poşman dibû, ew axavtin bi te giran …

  • 18 Nîsan

    Piştxûz

    Jibo Beşîrê Mele ( Bavê Şahîn) Hino hino ez hest dibûm ku Ode ya mi î çar qorzî bi ser hevde tê. hestên mib beram berî xwe kelovajî dikirin, Ode ya min li dor diwaz deh ta bi paz deh M çar goşe ye. Lê ji nişka ve min didît ku bi ser hev de tê û min di zikê …

  • 17 Nîsan

    Karbidest

    Ez bi gavin sist bi derencê ve hilkişîm. Hetanî ku ez gihştim qata sisiya devê min zuha bû. Derbasî oda ku zarokan lê qeyd dikin bûm. Min destê xwe dirêjî karbidest kir, bi tirs û sawê ez girtim. Min di nava xwe de got: ” Dibe ku berra min de ji vir, yan jî bi ser min de rabe û …

  • 16 Nîsan

    Buharên Wî

    Bayê buharê yê hênik, bêhna erdê, tîrêjên rojê, vebûna gula, û dilê wî yê reben ku di tenêbûna xwe de her roj sed carî dimre. Buharên xelk û alemê tev de bi kêfûşahî, hezkirin û ramûsanan derbas dibin, yê wî, bi hisret, fîxan û kulan re derbasdibe, û dubhure. Blê dilê wî yê bi tenê derbasî kêleka vî bajarê bê dil , bê cerg û hinav dibe. Dilê wî tê sûtandin û henek jî pê tê kirin. Ew û dilê xwe yê reben, ku ji rebenîya xwe hew dikare hezbike, anjî bawerî yê bi hezkirinê bîne. Roj û şev li cem dilê wî weke hevin.