Sernivîskarê Kovara Kurdistan: Arwasîzade Mehmed Şefîq (1884-13 Mart 1970) Xwediyê îmtiyaz û berpirsyarê kovara Kurdistanê M. Mîhrî bû, sernivîskarê wê jî Arwasîzade Mehmed Şefîq bû. A. Mehmed Şefîq, sala 1884ê li gundê Permîs a bi girêdayî Bedlîsê ji dayik bûye. Malbata wî li herêma Kurdistanê malbateke navdar û xwedî medrese bû û gelek alimên oldar di medreseya wan de perwerde …