Mamik li hin herêman wek tiştonek têne zanîn. Min ev mamikên li jêr sala 2010ê ji bo malpera xwe Kurdîgehê berhev kiribûn. Gundikê Melî 10 kîlometreyan ji navenda Şirnexê dûr e.* 1. Mamkê min ê mamanî Qesra spî bê derî. Çî ye? 2. Mamkê min ê mamanî Rojê bûk e şevê pepûk e. Çî ye? 3. Mamkê min ê mamanî …
Adar, 2023
Hezîran, 2021
-
23 Hezîran
Di mamikan de Daçek
Daçek hêmaneke hevoka kurdî ye ku bêyî wê mane kêm dimîne û tevilhevî pêk tê. Her çiqas di hin dever û devokên kurdî de daçek winda bibin jî bi temamî ji holê ranebûne û di wan devokan de jî li hin deran heke daçek neyê bikaranîn kêmasî xuya dibe. Em dikarin ziman bişibînin malekê û hêmanên wek gihanek, daçek û …
Adar, 2018
-
19 Adar
Tiştanok
Tiştekî min heye tu zanî? Tasa mast guhara rast Sindoq li ser sindoq e, nifte li destê bûk e Dest didim qûnê dev li hev diçe Sê dev, devê mezin bi tev e Hemke qûn xwar çû ser latê, lat hanî xwar Tiştekî min heye heft bira bi şaşikek e Ez vedikim naçe, girê didim diçe Amadekar: Paşa Amedî Gotin: …
Sibat, 2017
-
6 Sibat
Tiştenok / Mamik
“ Şêrîno li darîno. Darîno li gohbelo. Gohbel di rê de Pî pahno li pey de” çi ye? Şîrove: Şêrîno; tireh /tirî Darîno; selik Gohbelo; ker Pî pahno; mirov “Zîq û zîq. Heşt ling û du pîx” çi ye? Şîrove: Zîq û zîq; halet Heşt ling; hejmara lingê du qantirên ku li pey halet Du pîx; du pîye mirovên …
Hezîran, 2016
-
27 Hezîran
Mamikên Botan
21) Mamikê minî mamanî Pênc bira qesrekê ava dikin 22) Qesra spi ya bêderî 23) Sîniya savarê ser, guhé daré 24.) Hiltîto miltîto, Şêx Silémanokê dûv rûto 25.) Neydûkdar e, pê xepar e.. 26.) Ker zirî; kuşpil firî 27.) Şim-şeq; li dîwaré req 28.) Ji hir û rex te, Çift qûna te Emîn Banehî-Kurdigeh Bersiv: 21. singikên /şîşikên goreyan 22. …
-
20 Hezîran
Mamikên Botan
16.)Soro rît, gewro avêt 17.) Keçka du kezî Serbanî ve bezî 18.) Mamikê mino Ez ji serî dikim dirêj dibe Ez ji rexê dikim pehn dibe 19.) Hespé boz, kir toz 20.) Ciwan e lé serboz e, Her dem dora wî toz e Emîn Banehî-Kurdigeh Bersiv: 16.Agir 17. Bangur 18.Cûya avé 19. Aş 20.Aşvan
-
13 Hezîran
Mamikên Botan
11.) Vî milî teht e,wî milî teht e Gakê nêv de, şil û şeht e 12.) Vî milî réx e,wî milî réx e Di nêv de taştiya şêx e 13.) Ez çûm nizarkê Nal-nala birîndarkê 14.) Ji hire û bexda Kulav rada 15.) ‘Emerê b’lingekê Çû şerê gundekê Emîn Banehî-Kurdigeh Bersiv: 11.Hevîr 12. Hingivî 13. Méşa hingivî 14.Berf 15.Mîrkut
-
6 Hezîran
Mamikên Botan
6.) Ez çûm Gite Anî darek du gulte Da nêvrana bavé te Bû çirçira diya te 7.) Ez çûm êş e (aş) Kelaşek li êş e Heft linga dide pêş e 8.) Çeqmeq e Çeq û req e Heçî nezane ehmeq e 9.) Hanyan e,manyan e Ferşê derê kaniyan e Rê nade karwaniyan e 10.)Çil çîq in, Çil belçîq in …
Sermawêz, 2016
-
29 Sermawêz
Mamikên Botan
1.) Biharan bûk e, Havînan sûk e; Pehîzan pepûk e 2.) Keçika heft kezî Kaşika ve bezî Kir hewar û gazî 3.) Ser qulîpancî zirçone ‘Eyar heye mû tine 4.) Ser gelgele bin gelgele Çev zîq e, simbél bel e 5.) Mamikê miné mamanî Me bénderek hilanî Genim j’kayê pi(r)tir anî Emîn Banehî-Kurdigeh Bersiv: 1.Dara fêkî 2.Sûsik …
Tîrmeh, 2016
-
24 Tîrmeh
Mamik- Tiştonek (9)
Tiştek heye: Heft gira derî, li xwe vegerî. Ew çi ye?(81) Tiştek heye: Dest li quna wî didim, devê wî dilibite. Ew çi ye?(82) Tiştek heye: Ser derzî, stun mazî, ber çeman dike hawar û gazî. Ew çi ye?(83) Tiştek heye: Nerm û germ e, doxînê veke, li ber xwe danîke. Ew çi ye?(84) Tiştek heye: Ne li erd e, …