Şemî , 5 Hezîran 2020

Tag Archives: lîs

Romana Herimî û Şopa Ji Me Mayî

Bavên Bakurê Keskesorê dibêjin;  “Hesûdî û xayînîyê pergala qewmekî belawela kir û mala me şewitand.” Keç û kurên Bakurê Keskesorê dibêjin; “Em ê hilnegirin têkçûnên we ku we wekî qeder ji me re hilbijartine.”  Na! Dibêjin keç û kur, “Na, wiha hatîye wê wiha neçe!” Na, sed û bîst car na! “Siwar hatiye wê peya biçe!” Sal û nîvek berê …

Read More »

“Nêrgiza Lam û Elîfê” Derket

“Nêrgiza Lam û Elîfê” ya M. Zahir Ertekin ji Weşanên Lîsê Derket Helbestvanê ku weke pireke navbera kevneşop û nuhjen helbestên xwe dirêse, geh li nik bajarê Wanê ye ku derbeke mezin ji erdhejê xwarîye, geh di binê berfa Roboskîyê de dinale; “Berf dibare Berf dibare bi ser me û Bi ser fê’lên bêfedî yên mirovahîyê Weke Roboskî mîna Zîlan …

Read More »

Çapa duyem ya “Hopo ” Derket

Çapa duyem ya “Hopo ” a Ereb Şemo ji Weşanên Lîsê Derket Romana Erebê Şemo ya bi navê “Hopo”, ku li jêr bandora şoreşeke mezin, Şoreşa Sovyetê, behsa guherîn û veguherîna pergala Kurdan a aborî, civakî û sîyasî dike. Di vê rêya lêgerîna Kurdan bo peydakirina romanê de nimûneyek e ku divê bi kêmasî û zêdeyîyên xwe were naskirin û …

Read More »

”Li Paş Derîyên Dadayî”ya Arêz Ebdelah Ji Weşanxaneya Lîsê Derket

“Agahdar be, bi derdê biraderên xwe neçe!” Lê ew bi derdê biraderên xwe; di rêya bobelat û malwêranîya gelê xwe de çû û hey çû! Pirtûka serincrakêş û balkêş a pêşmergeyê nivîskar Arêz Ebdelah vê carê ji nav weşanên Lîsê derdiçe! Pirtûka bi navê “Li Paş Derîyên Dadayî” ku Ziya Avci tîpguhêzîya wê ya Kurmancîyê kiriye, behsa bîrhatîyên serpêhatîyên nivîskarê …

Read More »

Pirtûka ‘Berfînxan û Her Heft Bejnbihost ‘ derdikevê

Weşanxaneya Lîsê û Sazîya Çarçirayê ya Çandê, çîroka cîhanê ya Jacob û Wilhelm Grimm bi zimanê Kurdî diweşîne: Weşanxaneya Lîsê bi hevkarîya Sazîya Çarçirayê ya Çandê, çîroka “Snow White and the Seven Dwarfs” li jêr navê “Berfînxan û Her Heft Bejnbihost” diweşîne. Çîroka ku hatiye wergerandin ji alîyê Bihar Mirad ve, wekî yekê ji çîrokên herî navdar ên wêjeya klasîk …

Read More »