Tag Archives: Kurmancî

Rêbendan, 2021

  • 1 Rêbendan

    Li Xorasanê hunera Kurdî li pêş hemû hunerên din e

    Nivîskar û hozanvanekî diyar ê kurdên Xorasanê Elî Reza Sipahî li dûriya bi hezaran kîlometir, tekst û awaz ji hevneteweyên xwe re ku li Şingalê hatin jenosîdkirin nivîsandiye û hunermend û stranbêj Yelda Ebasî weke stran gotiye û ji bo jenosîda kurdên Êzidî hawar dike. Dibe ku kêm kes ji me hebin navê Elî Reza Sipahî bihîstibin, lê ew nivîskar, …

Hezîran, 2020

  • 23 Hezîran

    Çapa duduyan ya Gramera Kirdkî derket

    Ji bo ku kurdên kurmanc avanî, sîstem û qaydeyên zimanî yên Kirdkî (Zazakî) binasin û fêr bibin, çapa duduyan ya kitêba bi navê “Ji bo kurmancan bi awayê muqayeseyî GRAMERA KIRDKÎ (Zazakî)” derket. Naveroka kitêbê ji 20 beşên sereke û 82 binbeşan pêk tê. Li dawîya beşan ji bo xwendinê 16 metnên edebî yên kurt cih digirin û di rûpela …

  • 10 Hezîran

    jı Nûbiharê Mem û Zîna Hewramî derket

    Mem û Zîn, hem wek destan hem jî wek berhemeke nivîskî, şahesereke edebî ye. Di nava vê çîroka evînî da motîfên dewlemend, vegotineke resen û bingeheke kûr ya edebî xuya dike. Herçend di nava Kurdan da wek destana Memê Alan hatibe zanîn jî bi taybet piştî mesnewiya Ehmedê Xanî, ev çîroka zêdetir ketiye nava mehfîlên edebî. Jixwe Ehmedê Xanî jî …

Sermawêz, 2020

  • 17 Sermawêz

    Kurmancî (Helbest)

    Bo min şahî û xweşî Ey zarê min Kurmancî Gelek şîrîn û xweş î Weka kakil û kuncî Şekir, hingiv û dims î Av, dew û nanê tisî Genim, nok û garis î Mişmiş, tirî w narinc î Tu hem gul û kulîlk î Hem evîn û berdilk î Tu hem mal û hem milk î Neyar ji te bihecî …

Tîrmeh, 2019

  • 3 Tîrmeh

    Roşan Lezgîn: “Kurmancî kirin kurdî, kirdî kirin zazakî!”

    Hevpeyvîn: Rojbîn Özkan Ezbenî cenabê te bi xebatên xwe yên bi zazakî tê naskirin. Em dibêjin “zazakî”, lê ev zarava bi navên “kirdkî, kirmanckî û dimilî” jî tê nasîn. Sedemên van navên cuda çi ne? Ne ku tenê em, gelek grûbên civakî, gelek milet û ziman hene ku bi çend navên cihê têne binavkirin, eybek têde tune ye. Mesela, soranên …

Adar, 2019

  • 30 Adar

    AVAKIRINA KURMANCÎ

    Wisa xuya ye têkiliya Kurmancî û nivîsê têkiliyeke gelek bi arîşe ye; di pêvajoya modernîzasyonê de, di dewsa ev pêvajo, arîşeyên wê werin gengêşîn, pêvajo dibe sedem tabloyên anormal û îronî biqewimin. Divê em li xwe mukir werin ew ‚zimanê şîrîn û xweş‛ zimanê folklorê bû, zimanê çanda devkî bû. Heman ziman di çanda nivîskî de bihemdê xwe şax navêje …

Hezîran, 2018

  • 31 Hezîran

    Civîna ”Zaravayê Kurmancî”yê ya 63an

    Civîna Zaravayê Kurmancîyê ya 63an di navbera rojên 15 meha çileya pêşin heta 22 çileya pêşin de li Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê tê li darxistin Beşdarên di vê civînê de ev kes in: Mustafa Aydogan (Mêrdîn), Têmûrê Xelîl (Rewan), Reşo Zîlan (Agirî), Ziya Avci (Wan), Zinar Soran (Dêrik), Selam Numan (Qamişlo), Hemîd Kilicaslan (Mêrdîn), Newzad Hirorî (Dihok), Ergîn Opengîn (Şemzînan), …

Tîrmeh, 2018

  • 27 Tîrmeh

    Li Ser Kirdkî û Kurmancî Xebateke Nû Derket

    Pirtûka lêkolîner Zîwer Îlhan ya di nav zaravayên Kurmancî û Zazakî de ‘GUHERÎNA DENGAN’ ji Weşanên Zaningehê wek e-pirtûk derket. Ji bo pirtûkê Berpisyar û Edîtorê Weşanên Zaningehê Dilazad ART wiha dibejê: ‘Ev lêkolîna mamoste Zîwer Îlhan ji bo têgihiştin û danaberheva du diyalektîkên Kurdî berhemeke pir hêja ye. Ev berhem bi tena serê xwe îspatkirina diyalektika Kirdkî ye ku …

Nîsan, 2018

  • 17 Nîsan

    Têkilî ji Rêzikan Girîngtir in

    Hînbûn bêyî têkiliyan pêk nayê. Di polê de rêzik girîng in, lê piştî çend salên mamostetiyê gellek ji me hîn dibin ku têkilî girîngtir in. Yek ji rêyên berfirehkirina têkiliyên me yên bi xwendekaran re jî, kêm be jî bi wan re parvekirina tiştekî derbarê xwe de û derfetdayîna parvekirina wan ya bi me re û ya di navbera xwe …

  • 16 Nîsan

    Bi Pocketê Xwendinê Hêsantir bike!

    Wê rojê min di dilê xwe de digot, xwezil çend sal berê min ev sepan bizanibûya. Ez behsa applîkasyonekê dikim: Pocket. Carcar, meriv pirtûkan peyda nake û dixwaze bloge an jî malperekê veke, bixwîne. Ji ber ku bingeh û çêkerên wan cuda ne û carna jî formata xwendinê bo telefonê bi dest nakeve, heta ku meriv dixwîne çavên meriv pê …