Tag Archives: Kurdî

Nîsan, 2024

  • 14 Nîsan

    Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

    Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya Teze” li Ermenistanê (Yêrêvan) sala 1930î dest pê dibe û heta ji hev berdana Yekîtîya Sovyêt, sala 1991 ê, dom dike. Wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt beşekî wêjeya kurdî yê giring e. Ji bo wê wêjeyê şayîr û lêkolînvan Ferhad Şakelî dinvîse: “Edebyetî kurdî sovyêtî caran beşekî …

Adar, 2024

  • 27 Adar

    Çend Peyv Li Ser Zimanê Kurdî-2

    Hinek mutefekkirên berê dibejin: “Ziman fikr e, o fikr ziman e”. Farabî dibêje: “Însan ji kelima dighê fikr û di fikir de kelimeyên nû çêdike.” Yani fikr, ji ziman çêdibe û ziman jî ji fikir çêdibe. Xeberdanên li ser rastbûn û nerastbûna vê fikra hanê pir dirêj in. Le belê em bi tefekkureke di rû de jî (yuzeysel) fêm dikin …

  • 24 Adar

    Weşanxaneyên kurdan ji bo Newrozê kampanyaya erzaniyê

    Newroz hat û pêre jî kampanyaya ji bo pirtûkan dest pê kir. Gelek weşanxaneyên kurdan ji bo Newrozê kampanyaya erzaniyê da dest pê kirin. Ji bo Newrozê yên bixwazin pirtûkan bikirin sedî dor 40-50’yî erzanî heye. Ji bo balê bikişîne û belkî fêdeyeke wê ji bo pirtûkên bi kurdî hebe me ew dan hev. ARYEN: Weşanên Aryen ji bo Newrozê …

  • 20 Adar

    Perestgeha Herî Kevin a Cîhanê «Li nêzîkî navê vî cihî wê li tevaya cîhanê belav be.»

    Ez dîsan hatim ew Diyarbekra li biniya Çavkaniya Çemê Dîclê û li binê quntara Çiyayê Qerec’î, ku şûnewarê şaristaniyê ye. Gava piştî 25 salan ez vegeriyam warê bavê û kalan, mixabin min ev dît: Ji Diyarbekra kevin hema tiştek ne mabû. Dema zarotî û xortaniya min, li tevaya bajêr pakî û rindî hebû. Î roj her derê bajêr, bi taybetî jî nav bajêr …

  • 18 Adar

    Glîkolîz

    Di sîtoplazmaya xaneyê de bi navbeynkariya enzîman, hilweşandina glukozê bo pîruvatê wekî glîkolîz (bi înglîzî: glycolysis) tê navkirin. Peyva glîkolîz ji du peyvên grekî; glykos û lysis pêk tê. Di zimanê grekan de peyva “glykos” ji bo şekir, şîrînî tê bikaranîn. Wateya peyva “lysis” jî dabeşkirin, helandin, parçekirin e. Ango wateya “glîkolîz” parçekirina şekir (glîkoz) e.[1] Hemû enerjiya ko xaneyên zindî ji bo …

Rêbendan, 2024

  • 15 Rêbendan

    Ferhenga Têgehên Bedenê

    JI WEŞANXANEYA SÎTAVÊ BERHEMEKE NÛ! Van salên dawî gelek xebatên girîng têne kirin li ser ferhenga kurdî. Her ku ew xebat têne kirin, dewlemendîya zimanê kurdî derdikeve pêş. Ev xebata li ber destê we jî yek ji wan xebatên girîng e ku li ser ferhenga kurdî hatîye kirin. Heta niha di kurdî de ferhengeke xweser li ser peyvên ku ji …

  • 11 Rêbendan

    Dîroka ‘Hegemonyaya Polîtîkaya Dewletê Li Ser Çand û Zimên’

    Polîtîkayên Dewletê Yên Sala 1923 – 1991: Avahiya Hegomanyayê û Sazîkirin Komara Tirkiyeyê avahiyeke hişk a navendîparêz û yekpare qebûl kiriye. Piştî ragihandina Komarê polîtîkayên çandî û perwerdehiyê li dora neteweya tirk hatin avakirin. Ji ber vê yekê kêmneteweyên olî û etnîkî ji mafên xwe yên zimanî û çandî bêpar mane.  Di nav van gelên ku ji mafên xwe bêpar …

  • 7 Rêbendan

    Nirxandina Gotara ‘Fêrkirin û Fêrbûna Kurdî li Kurdistanê: Serkeftin û Zehmetî’

    Di vê gotarê de,  perwerdehîya kurdî li pêş û piştî 1920an tê dabeş kirin. Di gotarê de rewşa perwerdehiya kurdî li her welatê ku kurd lê dijîn li gorî welat tê nirxandin. Pêşî pênaseya perwerdeyê hat kirin û li ser perwerdeyê ev tişt hatin gotin: ‘Perwerde weke saziya herî bi hêz û bi bandor a ku ziman pê rewa dibe, …

Hezîran, 2023

  • 19 Hezîran

    Ala Kurdistanê; berhemê têkoşîna netewî ya miletê Kurd e û berîya sed (100) salan hatîye çêkirin

    Ala Neteweyî Remz û sembolên wekî ala, di dirêjayîya dîrokê de ji pirr berê ve, ji alîyê gelek kom, dewlet û miletan ve ji bo armancên ciyawaz, bi şikil û awayê cihê cihê hatine bikaranîn. Di vê nivîsê de, ez dê nekevim nav babeta dîroka alayan (aleman), bi giranî dixwazim behsa alaya neteweyî ya ku piştî peydabûna netewe-dewletan çêbûne bikim. …

  • 16 Hezîran

    Taybetmendiyên Kurmanciya Efrînê

    Bê gûman her mirovek di hundir welatekî de, her wiha, di hundir zimanekî de gava daxive di riya devoka xwe tê naskirin ku ew ji kîjan herêmê û ji kîjan xaknîgarî ye. Devoka Efrînî yek ji devokên kurmancî ye, ango ji kurmanciya jêrîn e. Her kes ji Efrînê bi hêsanî dikare zanibe mirovekî din ji Efrînê ye yan na ji …