Tag Archives: Kurd

Adar, 2021

  • 19 Adar

    Temenê Kovara Nûbiharê gihîşt 30 salan

    Temenê kovara Nûbiharê ku ji sala 1992yan ve weşana xwe dewam dike û heta niha bi 154 hejmaran derketiye pêşberî xwendevanên xwe gihîşt 30 salan. Li ser medya civakî gelek pîrozbahî li Nûbiharê hatin kirin û hêvî hat xwestin ku di weşan û xizmeta xwe ya kurdî de her berdewam be. Nûbihar di kovargeriya kurdî ya xerû kurdî weşanê dike …

  • 17 Adar

    Ristemê Zal

    Ristemê Zal an Rustemê Zal lehengekî destan, çîrok û çanda devkî ya kurdan e. Ristem lawê Zal e. Mirov nizane ka kesayetiyeke rastî ye yan mîtosî ye. Mixabin herçendî dewlemendiya çanda Kurdan e, tirk û farisan xwedî lê derdikevin û bikartînin.   Ristemê Zal merd, şervan, wêrek, welatparêz û şoreşger e. Serokê doza bindestan e. Ti dijmineke zalim nikare li …

  • 6 Adar

    Pilava Kilaşê

    Kilaş pêlava kurdî ya kevneşopî û folklorî ye û li gor hin zaniyariyan dîroka hebûna Kilaşê ji hezar salî zêdetir e û yekem cihê ku Kilaş hatiye çêkirin Herêma Hewramanê ye û lêkolîner ji bo îsbatkirina gotinên xwe bermahiyên pêlava Pîrê Şaliyar ku Kilaş bûye wekî govan û şahidê vê angaşt û îdîaya xwe dizanin. Kilaş bi destê jin û …

Sibat, 2021

  • 27 Sibat

    Çima NORSÎ kirin NURSÎ?

    Ji ber ku NORS navê gundê Mele Seîdê Kurdî ye. Peyvika NUR jî, bi erebî navê reuhniyê ye. Îcar di salên 1940 û 50 de gava Mele Seîdê Kurdî li sirgûnê ye, Kemalîzma Tirkiyê wî li Anatoliyayê bi cih dikin. Seyda Mele Seîd jî dest pê dike û bi tîpên erebî ”Risaleyên Nûr” dinivîse, navê xwe jî bi tirkiya nû …

  • 15 Sibat

    Li Ser Dewleta Cihûyan

    Min ev pirtûka bi saya nivîskarê biqîmet Fahrîye Adsay naskir, spas ji bo Fahrîye xanimê bi saya vê pirtûkê ez têkoşîna Cihûyan agahdar kirim. Pirtûk bi du destpêkan şûnda dikeve pirtûka eslî. Di herdû destpêkan de behse xebatên Theodor Herzl dikin û bi firehî mirov fehm dike ku Theodor Herzl çi dixwazê. Di pirtûkê de Theodor Herzl bi zelalî ka …

  • 13 Sibat

    Carna wextê dayika min bêzar dibo digot: Ax û ax ne ware ne ax!

    Dayika min ji Kurditiya xwe hezdikir û ji hilbestvanên Kurdan hez dikir bi teybet Seydayê Cegerxwîn, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Feqê Teyran.. Dayika min Dîwanê wan ji berxwe girtibo û çîrok û dîroka Kurdan pir zanîbo wextê em zarok bon dayika me êvaran li ber agirê zopê herdem ji mera hilbestê Kurdî digot û wextê biba demê xwê ji me …

  • 9 Sibat

    “ Kurd – Merivên Royê“

    Miletê bindest berê zimanê xwe, dûra çand û hunera xwe, bi demê ra jî hemû kevneşopîyên xwe wenda dike. Bi dûrketina ji zimanê xwe va, hiş û hişmendîya xwe… Bi dûrketina ji çand û hunera xwe va, netewîtîya xwe… Bi guhartina cil û bergên xwe va jî kesayetîya xwe wenda dike. Îro Kurd ne tenê di warê ziman da, di …

  • 7 Sibat

    Gotinek li Dor Peyva Kurdmanc, Nûh Pêxember û Çiyayê Cûdî

    Piştî tofana Nûh Pêxember, mirov li herêma Botan anko Mezra Botan; bajarê Şernex û Cizîra Mîr Şeref bi cih bûne. Di pişt re di cîhanê de belav bûne. Dibêjin dema keştiya Nûh pêxember ji Eynsifnê destpê kiriye û li ser çiyayê Cûdî sekiniye, nav li çiyayê Cûdî hatiye kirin û gotine (Cî dî), anko keştiya Nûh Pêxember cihek ji xwe …

  • 4 Sibat

    Qe dayîk tê parevekirin?

    Pêşîyên me, rehmetlêbûya gotne: “Eşîr bavê eşîrêye.”   (Nîşe: Li ser daxwaza nivîskar me têkilê nivisê nekiriye. Çawa hatiye şandin me wiha weşandiye. ÇANDNAME) Hingî mirovayî hatîye rûbayê gerdûnê nehatîye bihîstin, ne hatîye serzaran, nehatîye nivîsarê, wekî hinekan dayîk nava hevda parevekirine. Dayîk û ziman jî yeke. Dema hêne-hên de, gava dayîka kurd çok danî erdê ewlad anî, zimanê devê …

  • 1 Sibat

    Di Pêkenokên Mela Neserdîn De Behsa Kurdan

      Berya tevlîbûna mijarê, divê çendîn tesbîtan bikim: Wek tê zanîn, rejîmên nijadperest, avabûna xwe, li ser “înkarî” û “pişaftin”a gelên dîtir pêktînin. Herwiha, hebûn û serweriya xwe jî, li ser “tinekirin” û “wendakirin”a nîşan û nişêtên gelên dîtir didomînin. Bi gotinek din, Darwînîstên Civakî nin. Bê guman, ev cûre rejîm, vê sinc û sirişta xwe, bi rêya perwerde û …