Tag Archives: Kurd

Tebax, 2016

  • 23 Tebax

    Kurdên Swêdê karin kitêbxaneyê ji girtinê xilas bikin

    Kitêbxaneya kurdî li Stockholmê êdî ketiye rewşeke aborî ya zêde dijwar de û nuha bi kampanyayên piştgîrî ji miletî dixwaze ku yarmetiyê pêşkêş bikin da ku deriyê kitêbxaneyê vekirî bimîne. Berpirsê kitêbxaneyê, Newzad Hirorî dibêje pareyên yarmetiyê kitêbxaneya kurdî li ser piyan girtiye/hiştiye. Pirsa aboriyê û tirsa girtina kitêbxaneyê êdî bûye rojana karmendan. Sal bi sal alîkariya ji dezgehên dewletî kêmtir …

  • 21 Tebax

    Li Muzîka Kurdan a Kevneşopî Nêrîneke Giştî-6

    RADYOYÊN BEXDA Û ERÎWANÊ Di salên 1950 û 1960’î de Radyoya Erîwanê ya li Ermenistanê (Beşa Kurdî ya Radyoya Dengê Ermenistanê) û Radyoya Bexdayê ya li Iraqê (Beşa Weşanên Kurdî ya Radyoya Iraqê) bi kurdî jî dest bi weşanên çandî kirin. Piştre radyoyên Urmiye, Kirmanşah û Tehranê jî dest bi weşana kurdî kirin. Di wan salan de, di pêşketina nasnameya …

  • 16 Tebax

    Li Muzîka Kurdan a Kevneşopî Nêrîneke Giştî-2

    Dîroka muzîka kurdî Em dibînin ku hunermendê kurd ê bi navê “Avger”, ku di dema qraltiyê de, ya ku ji salên 280’yî yên Berî Zayînê heta salên 130’yî yên Piştî Zayînê berdewam kiriye jiyaye, bastûra muzîka gelên Mezopotamyayê sîstematîze kiriye. Îbrahîm Mûsilî, li Bexdayê hunera xwe pêşkêşî Harûnê Reşîd kiriye û dibistana muzîkê ya misilmanan a pêşîn vekiriye. Piştre kurê …

  • 15 Tebax

    Li Muzîka Kurdan a Kevneşopî Nêrîneke Giştî-4

    MUZÎKA KEVNEŞOPÎ YA KURDÎ Û DENGBÊJ Dengbêj ku serpêhatiyên xwe yan jî bûyerên civakî yên ku bihîstine, çîrok û efsaneyan bi meqamkî vedibêjin û ew muzîsyen in ku bîra (hafizeya) wan gelekî xurt e. Çavkaniyên dîrokî-kevneşopî yên muzîka kurdî, dengbêj in. Dengbêj tê mehneya kesê ku bi “deng vedibêje”. Di formeke nêzikî forma lawjeya di folk muzîkê de distrên, lê …

  • 3 Tebax

    Li Muzîka Kurdan a Kevneşopî Nêrîneke Giştî-1

    Ji bo kesên ku bixwazin der barê muzîka kurdî de lêkolînan bikin, mixabin zêde çavkanî peyda nabin. Ev “nivîsa berhevkirî” ji bo ku bingehekê ji kesên ku bixwazin der barê muzîka kurdî de agahiyan bi dest bixin re çêbike, bi jêsûdwergirtina ji çavkaniyên cur bi cur hatiye amadekirin. Bi taybetî jî daxuyanî û lêkolînên ku di warê formên muzîkal de …

  • 1 Tebax

    Di Taykwendoya cîhanî de ciwanekî Kurd bû qehreman

    Ciwanekî Kurd ji bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê binavê Ebdulah Nûrî Remedan di qehremaniya Taywendoyê de li Rûsyayê birêve çû, bû yekemê cîhanê. Li Rûsyayê qehremaniya Taykwendoya cîhanî bi rêve çû, tê de ciwanê Kurd yê binavê Ebdulah Nûrî Remedan bû qehremanê yekemê cîhanê.Ebdulah nûneratiya tîma Tirkiyê dikir,  gelek xelat li ser asta Sûriyê û Navdewletî wergirtine. Herwiha Ciwanê Kurd …

Tîrmeh, 2016

  • 27 Tîrmeh

    Yekemînên Kurdan

    YEKEMÎNÊN KURDAN-KÜRTLERİN İLKLERİ Amadekar-Hazırlayan: Ömer KURT

  • 21 Tîrmeh

    Sînemaya Kurdî Nasbikin

    Bingehên Sînemaya Kurdî bi filmên Zerê û Kurd-Êzdî di salên 1920’î de (li gor agahdarîya ku Rohat Alakom daye) li Ermenîstanê hatibû kişandin û filmên ku bi derhênerîya Emil Ludwing di salên 1930’î disa li Ermenîstanê kişandibû navê filman “Selahaddin”, “Mem û Zîn”, “Xanî Dimdim” û “Siyabendê Selîwan” destanên Kurdî re hatiye avêtin .Ji ber nebûna bazarakê netewî-azad û ji …

Hezîran, 2016

  • 26 Hezîran

    Bandorên Kurdan li ser şaristaniyeta Grekan

    Magûyî ji berê ve bi awayeka înfîlrasyonî derbasê Anatolyayê bibûn. Hebûna Keşeyên Medî(ango Magûyan) li vir ji gelek agirgehên hatî çêkirî(ve tê zanîn-W.), ji aliya gelek nivîskarên grekî ve tê ragihandin.Hebûna van keşeyan li Anatolyayê,di vedîtinên ji vekolanên Anatolyayê derketî ve hatiye peyitandin.Min evana di berhema xwe ya bi navê Zarathuştrayê de bi dorferehî diyar kirî bû. Bi awayeka komî …

  • 18 Hezîran

    Kinyazê Îbrahîm Xelata ‘Kaşgarli Mahmûd’ wergirt

    Serokê Yekitiya Kurdên Qazaxistanê, Akademîsyen û Profesor Kinyazê Îbrahîmê Nevoyê Mîrze (Mîrzoyev) bi xelateke nû hate rewakirin. Mîrzoyev bi merasîmeke taybet ‘Xelata Kaşgarli Mahmûd’ ango ‘Xelata Mehmûdê Qeşqarî’ stand. Merasîma xelatdayîn û rewakirinê li avahiya Yekitiya Gelên Qazaxistanê ango ‘Dom Drujbê’ (Mala Dostaniyê) li saloneke mezin, bi beşdariya gelek giregir û mêvanên Rûs, Qazax, Azerî, Ermenî û miletên din pêk …