Çarşamba , Mart 3 2021

Tag Archives: Kurd

İbrahim Halil Baran: ‘Du dilên min hene…’ (Hevpeyvîn)

İbrahim Halil Baran: Du dilên min hene; bi yekê ez êşê dikşînim tim, bi yekê jî tim hêvîya min heye. Ez û İbrahim Halil Baran em birayên hevdu ne. Hevalên min ên ku nizanin em birayên hevdu ne yek caran li cem min ji wî re xeberan dibêjin û paşê tên lêborînan mêborînan jî dixwazin. Da ku mehcûb nebin ew …

Read More »

Koçkirina Mele Nûriyê Hesarî

Piştî çend rojan salvegera pêncan ya koçkirina Mele Nûriyê Hesarî derbas dibe. Mele Nûriyê Hesarî yek ji helbestvanên klasîk yên navdar yên Rojavayê Kurdistanê bû û navê wî bi rêzgirtin cihê xwe li tenişta navên Seydayê Cegerxwîn, Tîrêj, Keleş û yên din digire. Mele Nûrî zimanzan, helbestvan û nivîskarekî pir berhem bû, lê hemû berhemên wî hîn nehatine çapkirin. Helbestvan …

Read More »

Heciyê Cindî Nasbikin

Heciyê Cindî di sala 1908 de li Qersê navçeya Dîgorê û gundê Emençayirê tê dinê,ji malbateke êzdî ji dayîk bûye heta sala 1918 zarokatiya wî li Emençayirê derbas bûye. Piştê komkujî û xezebên li ser êzdiyan giran dibin malbata Hecî jî wek malbatên heremê derbasî wî aliyê Erez dibin,di wê rev û bezê de Hecî bêxwedî û sêwî dimîne,lê ne …

Read More »

Cilûbergên gelêrî geş dibin

Bazara cilûbergên Kurdî yên gelêrî ku heta çend sal berê ji bilî hin herêman li ber têkçûnê bû, di van salên dawî de ji ber bayê modayî ji nû ve geş bû. Terzî û cilfroşên Amed’ê dibêjin ku wan ji bo domandina vê hêmana çanda gelêrî dest bi vî karî kirine û bi ser ketine. Terzî û cilfroşan her wiha …

Read More »

Jin Jiyan e, Lê Bindest û Perîşan e!

Di rastiyê de jin jiyan e, lê heta îro bi xwe jî ew bindest û perîşan e. Wek mesela ku dibêjin: BIHAR BI GULEKÊ NAYÊ: Eger ji 20-25 milyon jinên Kurd, sed û dused ji wan azad û serbest bin, nayê wateya ku jin jiyan e, dîsa jî jin bindest û perîşan e, ji ber ku bê êminatî ye, perîşan …

Read More »

Kurmanc, Kurdmanc an Kurd?!

Piştî tofana Nûh Pêxember, mirov li herêma Botan anko Mezra Botan; bajarê Şernex û Cizîra Mîr Şeref de bi cih bûne. Di pişt re di cîhanê de belav bûne. Dibêjin dema keştiya Nûh pêxember ji Eynsifnê destpê kiriye û li ser çiyayê Cûdî sekiniye, nav li çiyayê Cûdî hatiye kirin û gotine (Cî dî), anko keştiya Nûh Pêxember cihek ji …

Read More »

Qehremanê jin “Qedem Xer Xan”

Di dîroka kurdan de yek ji qehremanê jin “Qedem Xer Xan” Di civaka Kurdan de tiştekî nexweş ev e ku ew jî civakeke bîrewer nehatîye holê. Mixabin, di dîroka Kurdan de mirovên gelek taybet di nav deman de winda bûne. Helbet suc ne hew li ser mirovan e, carna şert û mercên jîyanê ne. Lewra gelê kurd mixabin her tim …

Read More »

Peydebûna Navê Kurd

Peydabûna navên gelan Derbarê peydabûna navên gelan de tu rêzikeka rasterast nîne. Pir şert û mercên cuda û têvel ji bo peydabûna van navan hene. Hin caran gel bi navên ku bi xwe li xwe kirine hatine naskirin, lê hin caran jî ew bi navên ku gelên din li wan kirine hatine naskirin. Di vî warî da mînak û nimûne …

Read More »

Di Çanda Kurdî De Hin Navên Li Ber Windabûnê

Çand malê gel e. Bi qasî kurahiya çanda xwe mirov dibin netew. Rastiyeke jiyanê ye ku çand, li gor dem û waran tê guhertin. Mirov heta bejeyekê avadike an sazdike gelek dem dibihurin. Her bêjeyek berhema mêjiyekî giran e. Bi pêşketina zanistê mirov roj bi roj bêjeyên xwe yên kevin jibîrdikin. Ev di navbera dîrok û jiyana rojanê de tengasiyê …

Read More »