Koma Kovargerên Kurd di sala 2020an de çend kovarên Kurdî çend jimar weşandine, di her jimarê de çend nivîs bi zimanê Kurdî (Kurmancî, Soranî û Zazakî) ne, çend nivîs bi zimanên biyanî ne de raporek parve kirin. Li gorî daneyên di rapora Koma Kovargerên Kurd de di sala 2020an de 19 kovarên Kurdî 45 jimar weşandine. Di wan jimaran de …
Sibat, 2021
-
9 Sibat
Hejmara Nehemîn a Kovara Şermola Derket!
Hejmara Nehemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Nehemîn “Rol û Girîngîya Salonên Wêjeyî” ye. Ji ber girîngîya mezin a salonên wêjeyî di pêşxistina wêjeyî û çandî de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di Hejmara Nehemîn de berhemên bi dehan nivîskar, rewşenbîr û lêkolînerên ji pêkhateyên …
Rêbendan, 2021
-
17 Rêbendan
‘Kurd bi qasî bi siyasetê re mijûl dibin, bila bi zimanê xwe re jî mijûl bibin’
Li Bakurê Kurdistanê daxwazên mafê perwerdehiya zimanê Kurdî, tayînkirina mamosteyên ziman û hilbijartina dersên Kurdî bo dibistanan di rojevê de ye. Lê belê yek ji pirsgirêka bingehîn a kurdan jî tevî zêdebûna weşanxane û berhemên Kurdî kêmxwendina bi zimanê dayikê ye. Li ser mijara ziman, xwendin, nivîsandin û rewşa weşanxaneyên Kurdî me çend pirs ji berpirsê Weşanxaneya Nûbiharê Birêz Suleyman Çevîk kirin. …
-
5 Rêbendan
Zrîng bi naverokeke têr û tije derket
Hejmara 10’emîn a kovara Zrîngê ya mehê carekê derdikeve çap bû û bi naverokeke têr û tije gihîşt xwînerên xwe. Berga kovarê ya ji aliyê xêzkara jin Rûşen Sarili ve hatiye xêzkirin, balê dikişanîne ser sala nû û xizaniya li Kurdistanê. Gelê kurd serê sala bi lîstikên kalo û pîrê, bûk û zava, kosegerî û hwd. pîroz dike. Xêzkar Sarili, …
Sermawêz, 2020
-
27 Sermawêz
Nûbihar: Jimara 153yan derket!
Nûbihar bi jimara xwe ya 153yan derket pêşberî xwendevanên xwe. Di vê jimarê de jî nivîs û helbestên cûrbecûr hene. Gerînendeyê Giştî yê Nûbiharê Süleyman Çevik beriya behsa naveroka kovarê bike behsa şewba koronayê kiriye û gotin aniye ser pênc kesên vê dawiyê wefat kirine. Rohat Alakom Konferansa Kurdnasiyê ya ku di sala 1934an de li Erîvanê çêbûye nivîsiye. Roşan …
-
4 Sermawêz
Kovara Wêjeya Kurdî ya Sê Mehane “Herd”
Kovareke nû bi navê “Kovara Herd”ê tevlî ser kovargeriya kurdî dibe. Kovar Herdê wê li ser Wêjeya Kurdî rawestê û serê Sê Mehan carekê bê weşandin. Rayedarên kovarê di daxuyaniya xw ya ewilde gotin ku dixwazin “wêje û rexneya Kurdî hinekî dinê bi pêş bikeve û pê ra ciwanên kurd ên bi kurdî(kurmancî û kirmancî) çîrok û helbestan dinivîsin ji …
-
2 Sermawêz
Temaşe – eKovara Hunerî ya Sînemayê
Temaşe, ekovara hunerî ya sînemayê bi serkêşiya Mahmud Beyto û Cîhan Ulus di 7ê temuza 2020an de dest bi weşana xwe kir. e-Kovara Temaşê Edîtor: Mahmud Beyto, Cîhan Ulus Navnîşan: Stenbol Telefon:- E-Peyam: kovaratemase@gmail.com Malper: www.kovaratemase.com Facebook: @kovaratemase Twîtter: @kovaratemase Instagram: Linkedin: /company/kovara-temaşe Dîroka Destpêkê: 07.07.2020 Çend Jimar: 2 heb (01.11.2020) Rewş: Kovareke li ser sînemayê ye. Dewamî weşana xwe …
Cotmeh, 2020
-
27 Cotmeh
Kovara xêzeromana bi kurdî ya zarokan ‘GOG’ li benda alîkariyê ye
Li cem kurdan kovarên xêzeroman ên ji bo zarokan nîn in. Niha xêzkarê kurd Îmam Cîcî amadehiya tiştek wisa dike lê pêdiviya wî bi alîkariyê heye. Îmam Cîcî karîkaturîst û îllustratorekî kurd e, ev 25 sal zêdetir in ku xêz dike lê raya giştî ya kurd ew bi kovara Pîneyê nas kir. Niha ew û hin hevalên wî kovara Zrîngê …
-
1 Cotmeh
Çandname eKovar – 3
eKovara Çanda Kurdî ya malpera https://www.candname.comê bi jimara xwe ya 3yem derket. Kovar di ebatên kaxiza A4ê de bi rûpelsaziyeke delal li ser malpera https://www.candname.com ê bi awayekî pdf tê belav kirin. Di kunyeya kovarê de hatiye nivîsîn ku Firat Bawerî xwedî û berpirsê e-kovarê ye. Paşa Amedî û Ridwan Xelîl jî edîtoryaya kovarê kirine. Di vê jimarê de bo …