În , 21 Sibat 2020

Tag Archives: Kovar

Biserhatiya Reşoyê Darê

Dara bajarekî mezin û kevn e. Di çiyayê Mêrdînê de ye. Wî wextî hakimê wê Berdewêl bû. Lê niha gund e. Çend mal kurmanc bi axayê xwe ve tê de ne. Berî şerê mezin êvareke zivistanê, rejehîvê axa bi gundiyên xwe ve li odê rûniştine. Şikefteke pir mezin û kûr li wir heye. Ev şikeft di zemanê berê de zindana …

Read More »

Berdêlik

Ji Qedrî Canê canbira ra :   Jiyîn xweş e bi xurtî Li Kurdistan bi kurdan, Bav û biran çi bikim? Hemû min tê bi derdan.   Min dil tucar nenalî Min zar tucar nekali Bi dilhişkî bi lalî Singa xwe da ber riman.   Min îşev dît xewna rast Deng û gazî çi xweş hat Digot rabin kurdino! Tev …

Read More »

Biyaniyekî Di Kurdîstanê De Çi Dîtine

Nasekî min ji min re gotibû: – Ma te ha jê nîne, rojnamenivîsekî Ewrûpayî ko di Kurdistanê de geriyaye bi rêbiwarî hatiye Şamê. Nasê min ev tişt ji min re gotibûn, lê cihê nivîsevanî şanî min nedabû. Paş ko min riya xwe bi çend mêvanxaneyên Şamê xistin min mêrikê xwe bi cih kir û xwe da naskirin. – Hawar, ne? …

Read More »

Alê Kurdan

  Alê Kurdan di nav rok. Çi bedew û biheybet. Bi Çar reng î, rengên te, Çi delal û çi xweşkok. Xêzek kesk û xêzek sor, Nav sipî û nîvek zer. Keskesor e, bi roj e, Ev li jêr û ew li jor. Semyana keç û lawan, Rûmeta jin û mêran. Neyarên te pir jî bin, Tu dê bidî bera …

Read More »

Agirî

Çi gava çavên xwe digirim û berê ramanên xwe ber ve welêt digûhêzim, bêhemd nav çavên Çiyayê Agirî ên bilind û pir berf tên ber çavên min. Ew Çiyayê ko bi destê şîna xwe dê di bakurê welatê min da wek pandîgehekê hatiye daçikandin û ji ba û bager berf û bi lêk û mij û dûmanê vala namîn e. …

Read More »

Ji Aliyê Ciwanên Kurd Ve Xebateke Ciwan: Heterotopîa

JI ALIYÊ CIWANÊN KURD VE XEBATEKE CIWAN: HETEROTOPÎA Di nav kovarên Kurdî de heterotopiyek derket pêş, kovara heterotopîa ji alî çend  ciwanên Kurd ve tê derxistin. Bi navê edîtorên kovarê Abdurrahman Aydogdu anî ziman ku ev kovar ji aliyê çend ciwanên Kurd yê ku qibleya wan edebiyat e tê amadekirin û kovar ji aliyê Weşanên Na yê tê çapkirin û …

Read More »

Gazinda Xencera Min

Ji ustadi min ê xweşewîst û hêja Tewfîq Wehbî Beg re Ji zû ve ye min lê nenihêrtibû. Di ser banê kitêbxana min re; di quncikeke tarî û toz, taniştkî û xwêl hilavistî bû. Kî zane ji kengê ve min ew nekiriye destê xwe. pîrhevokèn mezela min di ser wè re tevnên xwe ristine. Ji jor ve lê fedikrin, carinan datînin, di ser qevda wê re …

Read More »

Jimara Nûbiharê ya Nû DERKET (134)

Jimara dawîn ya Nûbiharê vê carê jî bi nivîs, helbest û wergerên curbicur derket pêşberî xwendevanên xwe. Nivîsa Gerînendeyê Giştî yê kovarê Süleyman Çevik li ser pêvajoya vê dema dawîn e û bi sernivîsa “Çareserî ne bi şer, bi siyasetê ye!” derketiye. Di vê jimarê de çend nivîsên lêkolînî balê dikşînin. Rohat Alakom di nivîsa xwe de li gor çapemeniya …

Read More »

Li Tirkiyeyê Çapemeniya Kurd-V

Ji ber ku nivîsa me, rojname û kovarên hetanî sala 1980 yî hatine çapkirin dihundurîne em ê rojname û kovarên ji vê salê şûnda derketine bi tene navên wan bidin. Çend rojnameyên ku ji sala 1980 yî  şûnda  derketine ev in: ROJNAME WELAT AZADÎ DENGÊ AZADÎ WELATÊ ME RONAHÎ ROJ HEVÎ ROJA TEZE DEMA NÛ AZADIYA WELAT DENGÊ WELAT DENG …

Read More »

Kürdistan’daki Kent Sakinleri Türk müdür?

Bir çoklarının düşüncesini önemli bir sorun olarak işgal eden bu konuya ilişkin birkaç söz yazmayı çoktan beri düşünürdüm. Hatta bu amaçla bazı şeyler de hazırlamıştım. Ne var ki onları yayınlayıp açıklamayı, durumun bir ölçüde gelişeceği zamana ertelemek gerekiyordu. Uygun zamanı bekliyordum.   Bu sorun üzerine yapılacak tartışmanın bugünkü durumda yararlı olmayacağını düşünüyordum. Bundan ötürü, sorun üzerine yapılmakta ısrar edilen kışkırtmalara …

Read More »