Pazartesi , Nisan 19 2021

Tag Archives: Kelepor

Mezher Xaliqî: Kultura Kurdî yek ji dewlemendtirîn kultura cîhanê ye

Hunermendê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê Mezher Xaliqî li Berlînê simînarek derbarê kultur û mûzîka Kurdî de pêşkêş kir û kultura Kurdî bi yek ji dewlementirîn kulturên gelên cîhanê binav kir, ku tevî zulma sedan salan a gelên serdest, lê kultura Kurd karî jinav neçe. Herwiha parastin û arşîvkirina kultur û mûzîka Kurdî bi girîng zanî. Hunermend Mezher Xaliqî ji …

Read More »

Sê Şert

Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran. Pîrekek û kurê wê hebûn. Gelekî xîzan bûn. Rojekê kurik ji bo ku masiya ji xwe re bigrê derdikevê ber deryayê. Şewka xwe tavêje avê. Kêlikêk duvre kosiyek dikeve şewka wî. Kosî diavêje avê. Carek dî şewka xwe tavêjê deryayê. Dîsa kosiyek dikevê şewka wî. Kurik ji …

Read More »

TERZÎ

Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran. Terziyek hebû. Her roj bi penîr û reçel diçû dikana xwe. Rojekê heft mêş tên xwe li ser xwarina terzî dideynin. Terzî bi paçikekî derbeyekê li mêşa dixe. Her heft mêşa dikuje. Duvre li ser kirasê xwe; ‘Min bi derbeyekê heft can sitandin’ dinivîsêne. Dema ku di …

Read More »

XEZAL

Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran. Zilamek û sê kurê wî hebûn. Rojekê zilam her sê kurê xwe li dora xwe dicivîne û ji wan re dibêje: – Kurê min hûn mezin bûn. Ê dî herin ji xwe re li dinye bigerin. Piştî gotinên bavê xwe, her sê xort ji bo rêwingiye xwe …

Read More »

Gotinên Pêşiyan

Bêguman gotinên bav û kalanên me tev hatine ceribandin û tev jî tijî şîret û marîfet in. Eger ku mirov li pey gotinên bav û kalên xwe here mirov tu car: ‘Esl, ol û edetên xwe yê rind jibîra nake. Her wiha ku meriv rind fêra xwe ji van gotinên payedar wergire, bêguman meriv bi saya van gotinên zêrîn dikare …

Read More »

Rovî û Pirê

Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran. Di zemanên berê de pîrejinek hebû. Mehekê pîrê têr şîr hebû. Piştî ku pîrê şîr didoht dixiste sîtilê û didanî berban. Bi şev roviyek dihat şîr vedixwar û diçû. Ev buyer her şev wilo derbas dibû. Şevekê pîre li ber şîrê xwe nobet girt. Dema ku rovî …

Read More »

Meselok û Şîroveyên Biwêjan

RÊÇ RÊÇA KERÊ YE, FEHL FEHLÊN PERÛ NE: Xesiyeke û bûkeke ya wê heye. Lê xesî jî xesî ye ha! Ewqas  dijwar e ku nahêle bûka wê bêdestûr xwarinê jî bixwe. Rojekî xesî malê didû û diçe dehlikê da ku karên xwe pêk bîne. Dema xesî derdikeve hema bûk bi lez û bez diçe kerê kurtan dike û dikeve malê. …

Read More »

Mar û Zilamê Xîzan

Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran. Di demên gelekî kevin de zilamekî xîzan hebû. Rojekê ji bo ku here karekî ji xwe re bibînê derket ser rêya. Di rê de li ber kaniyekê marek dît. Zilam dirajê kevirekî û dike ku mar bikujê. Mar dibînê ku ji destê zilam nafilitê dibêje: – Tu …

Read More »

Jinbav

Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran. Keçikek û bavê wê hebûn. Bav û keç jiyana xwe li ba hev derbas dikirin. Dayîka keçikê mirî bû. Piştî çend sala zilam ji xwe re jinekê têne. Keçeke wan çêdibe. Piştî gelek salan herdû keçik dibine ciwan. Dema ku xweşik û bedew bûn, xort dihatin xwezginiya …

Read More »

Hopo

Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran. Şivanekî ku navê wî Hopo bû hebû. Li cem mirovekî maldar şivantî dikir. Xwediyê pez nehaqî û zilm li Hopo dikir. Di karê giran de Hopo dida xebitandin. Her cure karê malê, karê şivantiye û karê zêviya bi Hopo didan kirin. Hopo wek însanekî ne raza û …

Read More »