Tag Archives: Jiyan

Sibat, 2017

  • 23 Sibat

    Şerbeta Dimsê

    Xurekên Pêwist – 250 gr dims – Nîv kilo ava cemidî Çêkirin Avê tevlî dimsê bikin. Heta dims dinav ave de bihelê tevbidin. Duv re şerbet ji bo wexwarine amade ye. Çanda Xwarinê – Dilazad ART

  • 19 Sibat

    Çilbir

    Çilbir xwarineke ji pêjgeha kurd e. Çilbir û çilîbir ne yek in Du cureyên wê hene. Çilbira navdar, a bi hêk û mastê tê çêkirin e. Çilbira bi goşt û şikevayê tê çêkirin, ne çilbir lê çilîbiran çilekîbir e. Mixabin bi şaşî tên tevlîhevkirin. Gotin li ser çilbirê Çilbir xwar, hewcedarê çil û yekê nema. Çilbir xwar negot çil û yek. Berkelî Sîr Mast Hêk Rûnê tîr, margarîn Îsota sor a …

  • 12 Sibat

    Pirasa

    Pirasa (carnan pirase, porrîse) (Allium ampeloprasum an Allium porrum) navê cureyek riweka çîna allium e ku di famîleya sîr û pîvazan de cih digire. Navê bi piraseyê ji kurdî/îraniya kevn tê. Di hîtîtî de garassar, di yewnaniya kevn de prasînûs e. Li Kurdistançandiniya wê kêm e. Kurd bêhtir ji pîvaz û sîrê hez dikin. Riwekeke dusalane ye, heya 60-80 cm …

  • 4 Sibat

    Kurdistanê êdî zeyta xwe bixwe hilberîne

    Yekemîn kargeha zeytê li Herêma Kurdistanê ji aliyê Wezareta Çandinî ya Kurdsitanê ve vebû. Berpirsê kargehê endazyar Dêdar Resûl ji BasNewsê re got, alav û amûrên wê kargehê ji Îtaliya hatine hawirdekirin û nirxa wê jî nîv milyon dolar e. Endazyar Dêdar Resûl her wiha got, kargeh li gorî standardên cîhanî kar dike û dikare rojane rûnê 30 ton zeytûn bigire. …

  • 2 Sibat

    Hinar

    Hinar an jî henar (bi latînî:Punica granatum) darek û bi fêkiyê xwe ne. Riwekek jii famîleya hine û hinaran e. Dara henarê pir gir nabe. Hin cureyên xwe gir û şîrîn dibin hin cureyên xwe pir tirş dibin. Henarên tirş di seleteyan de bi kar tînin. Tê bawerkirin ku welatê wê herêma Îranê ye. Ji wir belavî Kafkasya, bakurê Hindistanê …

Rêbendan, 2017

  • 23 Rêbendan

    Lengo-(Lîstik)

    Lengo yek ji cureyên leyîstikên zarokên Kurd e. Pirranî bi dorê tê leyîstin. Zarok li cihekê bi girêt (tebeşîr) an kevirekê hin dirûvên geometrîk ên nasdar xêz dikin û bi dorê yan hin caran bi komî dileyîzin. Lengo wekî ji navê wê kivşe ye, bi lengoyê ango li ser yek lingê tê leyîstin. Li hin deveran herdû ling jî tên …

  • 18 Rêbendan

    Li ser Gola Çildirê kêfa drîfthezan

     Li Erdexana ku germahiya hewayê di bin sifirê da dadikeve 34 pileyî, hin şofêran li ser Gola Çildirê ku qerisî ye, drîft kirin. Li herêmê ji ber serma û seqemê Gola Çildirê cemed girt. Li golê car caran qalindiya cemedê dibe 70 santîmêtro û hin şofêran ev ji xwe ra kir fisend û li ser gola qeşagirtî drîft kirin. Hin …

  • 10 Rêbendan

    Greyfûrt

    LEYMÛNA BEHIŞTÊ/PISTAN BÛK / SITRUS PARADÎSÎ (GRAPEFRUÎT) Greyfûrt riwakek darane ji malbata narincîyan e. Fêqîyek tama wê tahlemiz e. Dara wê 6-15 metro bilind dibe. Belgên wê keskê tarî, biriqok, kevilane, mezinahîya belgan bi qasî 15 cm hêkane û naweşin. Kulîlkên wê wek hûşîyan spî û bi hev re ne. Di nava kulîlkê de navikek û tozdanka dolkirinê heye. Ji …

  • 8 Rêbendan

    Hejîrên Herêma Mêrdînê

    AYŞÎNÎ : Zer e û ne girs e. Ji siqaqî şêrîntir e û hûrtir e. Nava wê dagirtî ye. Ji hejîrên din şîrîntir e. HECÎ ‘ELÎ : Zerê vekirî ye. Dagirtî ye. HEJÎRA SÊR : Tijî kerik dibin; lê hemû diweşin. HEMEDÊ HORÊ : Hebikî zer e û tahma wê xweş e. Ji rêhanî mezintir û ji siqaqî piçûktir e. …

Hezîran, 2016

  • 18 Hezîran

    Kuncî

    SESAME ORIENTALE Kuncî riwekek dexlane, ji malbata kuncîyan e. Bejna wê bi tîrane 50 – 150 cm bilind dibe û kêm caran çik jê diçin. Belgên wê 5-10 cm dirêj  3-5 cm fireh, şiklê wan rimane yan jî hêkane ne û rexên wan rast an jî xetxet in. Kulîlkên wê yên wek kovikan di binê dûxika (boçik-zîlik) wê de bi …