a niha vê esra dereng ferişteyek bihata asaya xwe ya bisêhr ji nişkê ve li erdê bixista dûxaneke zêrînî qiloz bûya van ramanên xirtoşe van welatên windayî û geremoliya sibetiran bela belayî bûya mesela bipirsiya sê daxwaz ji min pirs bikira miradê min min ê bigota bibe teyreke baz min bifirîne ji ser çemên zîvîn çiyayên rewnaq darên mewûjan qefle …
Hezîran, 2022
-
4 Hezîran
Merheba Nalan
Merheba Nalan Merheba ferişteha xemgîn Merheba Nalan Merheba kulîlka xeyîdî Merheba Nalan Merheba buhoka peçiqîn Merheba Nalan Merheba rastiya hezîn Merheba Nalan Ev tu yî? An jî ez dibêjim qey tu yî Bila yek qurmiçikek li min de Ka were ronahîyê ez te bibînim Wan çavên te yên ji derewan jî derwîn Yên min yeknesak dikin Merheba Nalan Ma tu …
-
1 Hezîran
Yek Ji Tenga Min Çû
Yek ji tenga min çû yek ji te.. kevokek ji dilê min revandin konê bêbextîyê vedan li warê min dilê min bê dilê te hiştîn revoke ew kevoke her difire li zozanên bîyan hat pişaftin dilê minê bê war xemgînîyê xwe raçavkir li asîmanên dil yek ji tenga min çû yek ji te li warê xeyalan difirim kanîyên dilê te …
Gulan, 2022
-
26 Gulan
Dengvedana Heyamekê (Helbest)
di leylana hişê min de zarokek dimeşe li Gulhaneyê li bin siya çinarên ku dirêjî mezinahiyê dibin li ser rêyeke ko herdu aliyê wê bi beybûnên biharê, bi binevşên narîn, bi şilêrên rengîn û bi gulên cur bi cur xemilandî.. bi avzêlekî re diherikin xeyalên jeng girtî xeyalên tehma şekirên pambî didan dengê bavê min ko ji mûsîkaya tirkî olan …
-
26 Gulan
Hacî Qadirê Koyî: Damezirîner Û Kesê Duyem ê Kanona Edebîyata Neteweyî Ya Kurdî
HACÎ QADIRÊ KOYÎ: DAMEZIRÎNER Û KESÊ DUYEM Ê KANONA EDEBÎYATA NETEWEYÎ YA KURDÎ Zülküf ERGÜN Zanîngeha Mardin Artukluyê Enstîtuya Zimanên Zindî li Tirkiyeyê Beşa Makezanista Ziman û Çanda Kurdî, zxweshevi@gmail.com, https://orcid.org/0000-0001-8784-56-36 Pel: 111-126, Kovara Şarkiyat, Cild: 14, Jimar: 1 https://doi.org/10.26791/sarkiat.1052484 KURTE Kanona edebîyata neteweyî yek ji xalên pevgirêdana edebîyat û sîyasetê ye ku di serdema modern da ji bo nûnertîya …
-
26 Gulan
Jîyana Mîr Îmadedînê Hekarî ya Sîyasî û Edebî û Belgeyeke Nû Derbarê AqIbeta Wî
JÎYANA MÎR ÎMADEDÎNÊ HEKARÎ YA SÎYASÎ Û EDEBÎ Û BELGEYEKE NÛ DERBARÊ AQIBETA WÎ, Yaşar KAPLAN Hakkâri Üniversitesi, İlahiyat Fakültesi, Dinler Tarihi Bölümü, yasarkaplan111@gmail.com, https://orcid.org/0000-0002-3960-0221 Pel: 127-143, Kovara Şarkiyat, Cild: 14, Jimar: 1 https://doi.org/10.26791/sarkiat.1068377 Kurte Mîr Îmadedînê Hekarî, hem wekî mîrekî xurt û bi hêz ê serdema xwe û hem jî wekî helbestvanekî jîr tête nasîn. Her çend heta berî çend …
-
16 Gulan
Giya û Pincarên Me
Baxê biheşt e gundê me biharan Currenebat tê da b’heddê hezaran Pir geriyam îro li ser van çiyan Ca ez hîn bim bo xwe navê hin giyan Hin giyayên me şîfa û derman in Hin cûrre jî nexweş û jehr û jan in Pir bi coş in kanîyên ber belekan Ez dê bêjim niha navê çendekan …
-
16 Gulan
Helbesta Mehmûd Derwêş a herî dawîn
Helbesta Mehmûd Derwêş a herî dawîn لاعب الندر ومن حسن حظِّيَ أَني أنام وحيداً فأصغي إلى جسدي وأُصدِّقُ موهبتي في اكتشاف الألمْ فأنادي الطبيب، قُبَيل الوفاة، بعشر دقائق عشر دقائق تكفي لأحيا مُصَادَفَةً وأُخيِّب ظنّ العدم مَنْ أَنا لأخيِّب ظنَّ العدم ؟ محمود درویش Lîstikvanê kaban Ji siûda min e raketina bi tenê Wê demê guhdêrîya laşê xwe dikim Û …
-
16 Gulan
Gur Ketiya Dilê Min
Zûr! Zûûrr! Zûûûrrr! Evîn gurek birçî Mexel hatiye li dilê min Ditirse singa çep Ditirsin bîbik Çar alî ve diferqizin hestên min Laşê min wek meşk Xwîn tê kulîn di can de Tirsrûnê nivîşk Sorgilorik bûne jan digerin wek gêrik Tiliyê min bûne gezgezok Direvin hestê min ji welatê dil Şikandine hevşî Reviyane çiyayê xemgîniyê Lê bêfeyde ye çûna wan …
-
15 Gulan
Zimanê Kurdî (Ji bo zarokan, Helbest)
Li her cih û her demî Zimanê xwe baxêve Bi dev hem bi qelemî Zimanê xwe baxêve Dema kar û betal de Di her sohbet û qal de Li derva hem li mal de Zimanê xwe baxêve Di dema keyf û qehrê Jiyan bibe wek jehrê Hem li bej hem li behrê Zimanê xwe baxêve Bi her şekl û her …