Hêmin be dilê min Me herdûyan semt şaş kir Tu korî Min jî bawerî bi te kir. … Herdû bi xemgînî li hev dinêrin Heyva payîzê Û zarokekî bê malbat. … Kalemêrê ku milêbê li ser bênderê hildide Xewnên me jî pêre radike. … Çavê te li jina ku di bin baranê de dimeşe Û çavên min jî li baranê. …
Sibat, 2023
Rêbendan, 2023
-
22 Rêbendan
Kurmê Hesretê
Ez û tu, sêveke di ortê de hatibû parçekirin; na bitûnê min ji xwe razî ye, ne jî tûmîyê te ser hev dimîne. Kurmê hesretê di navbera min û te de diçe û tê, dojeheke din dibihûne, rêyeke din vedike, alemeke din diafirîne. Em hîç nebûn. Em tim di bin şaleyên xelkê de dihatin pelçiqandin. Em tim di bin baranên …
Hezîran, 2022
-
26 Hezîran
Ez şerm dikim ji mirovahiya xwe
wisa sitembar li min nenihêre ey zarok! tu ku wisa mêze dikî? ez şerm dikim ji mirovahiya xwe ku tu dişewitî ku tu dimrî ji birçîna bê hêlîn dimînî ez şerm dikim ji mirovahiya xwe dema ku tu hembêza diya xwe de koç dikî bê wext gava bedena te ya biçûk bi ser avê dikeve gava derya laşê te daf …
-
25 Hezîran
Dilbera Nazdar
ez di xitimandina peyvên xwe ên sist û pist de eşqa xwe diyarî dilê te yê berketî dikim li perestgeha koşka giyanê te melodiya xwezgîniyê dilorînim ji çarguliyên porê te yê xumrî bêhna gulên biharê tê bi bayekî xerîb re li hinava canê min belav dibe di melûliya neynika awirên te de xwe dibînim tu bûyî bîranîneke ji tîrêja heyva …
-
18 Hezîran
Dara Dehemîn
Oy dilê min! Tu yê heta kengî biavêjî, kengî rawestî, kengî çîroka te yê bi dawî bibe, kengî li ser dinyayê safî bibî. Kes neyê dilê min û yên tên jî heman diçin. Nizanim tu benda çi yî, tu çi dixwazî dilê min. Dor û paş xwe binêre, yekî mîna te heye. Dem, ne dema te bû. heyam ne li …
Sermawêz, 2022
-
22 Sermawêz
Tew Tew – Helbest
Mêjiyê me bû dew Dostê me bûye kew Kêşeyek pir mezin Kul û derd û gazin Tiştê me ji hev dît Hin xiniz û hin mît Bûne dostê dijmin Her roj hev dikujin Li ber hev bûne şêr Wey ew roj ne bi xêr Ku hûn bûne rêber Xwedî maf û malper We ziyan …
-
20 Sermawêz
Carînan meriv siwar e, carînan jî peya ye
Erê destebirakê min şaş nemîne eva dinya ye. Carînan meriv siwar e, carînan jî peya ye Carna hespa meriva meş – meş dibeze Carînan jî refesa diavêje meriva digeze Carna orxe dibe qûşa xwe tu hespa naxîne Carînan jî giran dimeşe xwe bi canîyê dixapîne Carna rihwan dibe hemberî xwe kesî nas nake Carînan jî li ser pişta xwe titûna …
-
19 Sermawêz
Deryayên Kûr
Rabû û çû Ji ber ku neaxivî Û birastî nediaxivî çimkê nedixwest ku here. Rabû û çû Ji ber ku pir diaxivî Û birastî pir diaxivî Çimkê nedizanî çi bibêje Da ku bimîne û neçe. Rabû û çû Ji ber ku carnan diaxivî û carnan bêdeng dima diaxivî ji bo ku wê mijûl bike daku neçe Û bêdeng …
-
15 Sermawêz
Hozanvan – Helbest
Zarok pirsî û got: Ma ez dikarim bi çivîkê bigirim? Mamoste got: Di pêşî de Ka em çovên şîrêzê yên kesk bînin. Zarok got: Ev in çovên şîrêzê yên kesk. Ma dikarim bi çivîkê bigirim? Mamoste got: Ka sibehê em herin ba darê Zarok got: Ev dar e Û ev jî sibeh e Ma dikarim bi çivîkê bigirim? Mamoste got: …
-
2 Sermawêz
Ziman Şîrîn e
Ziman şîrîn e, bi hilm û bîn e Wî bihebîne, lew nazenîn e Ez im evîndar, ji dil birîndar Zarêm evîn e, xîr, cehd û vîn e Ji wî dikim hez, bi wî dijîm ez, Bo wî dikim lez, pirê caran bez Li her derê wî dişopînim û Li çolê ber pez, tew wî dikim gez. Bê zar, bê heş …