Tag Archives: Helbest

Nîsan, 2023

  • 6 Nîsan

    Mezûvan

    Li ber te vegirtî rûpeleke reş im dîyar û nedîyar ji te re dibexşim ji destên nazenîn nivîsîn û nexş im gava mijar tu bî ez bê mey serxweş im. Serxweşê xweşîya ji reşahîyê me ber bi newalê ve serdawa çîyê me kenê kulîlkekê li mêrg û gîyê me hinguvê nanikê çi şîrîn û xweş im. Heger hat bîra te …

  • 6 Nîsan

    Ger tu Nikarî

    Bo malbata her çar pakrewanên bajarokê Cindirêsê û devera dîl   We gelekî spas dikin ku hestên we Li nik tirajîdiya wan Bi xemxwarî xwe dirêj dikin We pir spas dikin ku hûn rewşa wan a rojane Li ser alavên ragihandinê Bi kuzûr belav dikin We zef spas dikin Ku hûn ji çend rojan de Li şûna eynikan Di ronahiya …

  • 5 Nîsan

    Ên ku hezkirinên wan herî dijwarin

    Ên ku hezkirinên wan herî dijwarin divîyabû bihatana hezkirin .. gul li wan hat çilmisandin çerxa wan hat zivirandin ma kî dizane ên ku hezkirina wan herî dijwar e bi kîjan kotekîyê re rû bi rû mane loma ye; derîyê hezkirinê lixwe dada ne şewqa bedewîya xwe nixafitine dil li wan hatîye jenandin nema ye ku bi ramyarin ji xweşîya …

Adar, 2023

  • 23 Adar

    Bixêr Hatî Remezan

    Em vê meha Qur’anê Bi Yasîn û Furqanê Bi Rojiyê eda kin Xwe bigînin îmanê Şeva Leyletîl Qedir Hezar mehan bixêrtir Ya Rebb Tu qebûl bikî Bigîn xêra mezintir Hat bixêr hat Remezan Neçêrin wekî pezan Limêj bikin bi Azan Hûn nevînin merezan Bihelîn don û bezan Rûnên li nava werzan Zilmê nekin li kesî Diparêze j’ merezan Hem Ta’et …

  • 14 Adar

    Ez nizanim ev çend helbeste ez li ser navê te dinivîsînim

    Ez nizanim ev çend helbeste ez sar navê te dinivîsînim Ez nizanim ev çend lenûske min xilas kirîye Ez nizanim ev çend peyvheyv û gotine ser navê te hatîye gotin  Û ez nizanim ev çend hêsîrin di çavê min da diweşin bo te Ez nizanim ev çend sale hîn bi hêvî li bendê teme Ez nizanim ev dil çiqas ji …

  • 14 Adar

    Li Ser Mirov

    Li ser devê wî bend danîn Destên wî bi latên miryan ve girêdan û gotin: tu şer bike. Xwarin, cil û ala wî jê birin û avêtin zîndana miriyan û gotin: tu diz î. Ji hemû benderan qewitandin Yara wî jê standin Û gotin: tu penaberî. Ey xwîniyê çav û destan Şev wê biqede Ne odeya ragirtinê dimîne Ne jî …

Sibat, 2023

  • 25 Sibat

    Kurd î

    Hema ku tu dibêjî ez kurd im Heyanî ku çiyayek li ser pişta te şîn dibe Bextê kesê kurd Ku lotkeyekê ji kurdistanê hilgire û jiyana xwe pê bidomîne. *** Berf li ser bilindiya tiliyên te şîn dibe Berf rengerengî dibe Mîna cilên pîrejineke koçerî. *** Di dilê te de Agirê newrozê vêdikeve Û sofî ta mestiyê Di dorê re …

  • 20 Sibat

    Axîna Bajarên Rengîn

    dayê, rebenê diwarên avahiyan bi ser min de hilneweşiyan tofana muhendis û mutehidên diz sekbav, bêwijdan bêdilovan, bextreş harbûyî, çavbirçi û heramzade bi ser laş û giyanê min yê sefîl de hilweşiya kefenekî reş li cendekê min yê bêguneh û bêçare hate pêçandin darbestan şerm kirin dêleguran ez bi saxî xistim tirba bêxwedî, bênavnîşan û bi axa sor hatim nixumandin …

  • 10 Sibat

    Hêzdarî

    destê xwe dirêj ke hêza germahîya xwe belav’ke hêzdarî; hezdarî yê diparêze, li nik û li gavê dildarîyê ramûse bi wê germahîyê re, tenêtî diçilmise wê jîyanek wek hev ava be bi wê bawerî’yê bi awirên xweşbînîya dilan çav bi çavan, azadîya jîyanê divê bi wan çavên gul berojî bi xuşîna baranê re wê aştî bê pêşwazîkirin li wan kêlîyên …

  • 4 Sibat

    Ez Rabirdû di Derî re Derdixim

    Hêmin be dilê min Me herdûyan semt şaş kir Tu korî Min jî bawerî bi te kir. … Herdû bi xemgînî li hev dinêrin Heyva payîzê Û zarokekî bê malbat. … Kalemêrê ku milêbê li ser bênderê hildide Xewnên me jî pêre radike. … Çavê te li jina ku di bin baranê de dimeşe Û çavên min jî li baranê. …