Tag Archives: Helbest

Tebax, 2023

  • 29 Tebax

    Dengvedana Derengmayî

    Ez hew dinivîsînim Ber ew dîroka hilweşandî û tar û mar, Ew kavilên ku bûne hêlîna kundan, Ew zimanê ji şîr spîtir ji hingiv şîrîntir Ku bûye qedexe û hatiye jibîrkirin, çîroka xwe binivîsînê.   Ez hew deydikim Ber ew jinên ku di temenê bûkaniyê de Li hember hovên sedsala bîst û yekê de Bi çekan pareziya namusa xwe dikin, …

  • 10 Tebax

    Ez û Navenda HRRKê û Sala Melayê Cizîrî

    Serê sala nû 2023an de Navenda HRRKê li Qamişlo, ev daxuyanî belavkiriye: (Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê(HRRK) sala 2023ê wekû sala Melayê Cizîrî bi nav dike û ji boyî qad û cîhana rewşenbîriya Kurd û Kurdistanî radigihîne. Di vê salê de, dê HRRK’ê hewl bide ku piraniya xebat û çalakiyên xwe der barê helbestvanî, jînenîgarî, rol û bandor, felsefe û raman, …

  • 4 Tebax

    Roja ki zarok ber ve mirinê reviyan!

      Lo, dîroknaso! Binivîsîne du rêzan Bo zarokên ku, bi bêhna sêvê xapiyan Roja ku zarok ber ve mirinê reviyan Bo roja ku meriv fetisîn bi xerdalan Lo dîroknaso! Binivîsîne du rêzan Bona roja ku çermên laşan diheliyan Roja ku dişimitî goşt ji ser hestiyan Roja ku peritî kezebên dê û bavan Lo dîroknaso! Binivîsîne du rêzan Bo zarokê haya …

Tîrmeh, 2023

  • 30 Tîrmeh

    Êşa Perwînê

    Qijikên Kertinisê hîn di ser serê min de difirin. Perwîn bi dilê bavê xwe duayan dike. Tim hêlekê Perwînê kêm û vala ye. Perwîn keça min a Kertinîsê ye. Hîn hêleke min diêşe.   Zeviyên jiyana min şewîtin. Min bi lingên xwe rêya Kertinisê kûr kir bi xwîna xwe kil kir bi ketinên xwe mohr kir. Perçeyekî lingên min di …

  • 25 Tîrmeh

    Hejmara Deriyê Min: 03.08.2014

    Min hemû bajarên xwe xistin heqeba xwe, bi bayê payîzê re dimeşim bi kulîyên berfê re dimeşim bi kulîlkên biharê re dimeşim bi tîrojên rojê re dimeşim. Her ku dimeşim lingên min sivik dilê min biçûk dibe. Wan hîn dûr e, Hewlêr dûr e, Laleş dûr e û Şengal di çavên min de birînekê kûr e. Zeman tim eynî ye: …

  • 20 Tîrmeh

    Meta Min

    Dor di behrên min de rû didin, her pelek evînekê têkçû ye, her pelek xezelekê belavbûyî ye. Gemiyên min li ber çavên min noqî bin avê dibin. Nikarim tiştekî bikim, naxwazim tiştekî bikim.   Reh dikêşin tilî bi tilî stêrk dibarin di ser min de. Kêla gora meta min a Aş li ku ye? Kê nivişta wê şewitand di ser …

  • 15 Tîrmeh

    Du Hesp: Pegasûs û Boraq

    Axa pîroz di min de destpê dike, di min de dawî dibe. Îbrahîm kevîrê Kabê yê siftê danî dilê min. Ji bo wê min Îsmaîlê xwe wenda kir, Îshaqê xwe dît. Dizanim tu caran dawiya rêwitiyê min nayê. Min li wir destbi rêwitiya xwe kiribû, niha li vir rêwitiya xwe didomînim, ji vê şûnde jî rêwitiya min ê bidomîne.   …

  • 13 Tîrmeh

    Ez im Penaber – Helbest

    Penaberê bê war û bê kesim, ji ber zilma zordaran terkî warim, Bişev nîvê şevê de bûme firarim sarbûm tirênê terim pir bi tirsim. Bi sibêre hatim nava bajarekî Dora min tijene mirov ê nenasin Destê minde navnîşane dipirsim Hêstewarî ferbûm ê biyanî ezim Şevê bûme mêvan binê pirê Pirî tê dengê gujîna maşînê Xew nagre çavê min ji tirsê …

  • 10 Tîrmeh

    Notirvanê Dilên Bêderî

    Bi çavên yên din li min nenêre, bi çavên yên din min nevêjîne min nekuje. Bu hêsirên xwe bi xezalên xwe bi kanîyên xwe were li benda min û benê çîroka min biqetîne.   Pira siratê tê vekirin li ber min. Dîsa were û tu wê birûxine. Ezê dîsa li keviyên Bendava Ataturk, bavê xwe bipêm. Bavê minê dîsa bi …

  • 4 Tîrmeh

    Xelata Albatrosê Min

    Ji bo Albatrosê xelat e di dilê xwe de hewandina qûrşin û asîmen. Tim rengê qûrşinê reş û yê asîmanê şîn e. Hezkirin çi bû, Nefertîtî kî bû Albatrosê min? Kî sûcdar, kî mafdar bû? Piştre bêdawî kî bû yan jî çi bû? Li her derê bêhna tirsê heye. Bêhna tirsê ketiyê her derê. Ketiye kûrahiya newalan, ketiye navbera nivilan, …