Çirkeçirka seetê b’dîwarî ve, Puxepuxa dapîrê li ber sobê, Şirqeşirqa tizbiya di destê bapîrî da, Minemina bebokê di colanê da, Teqeteqa bivirî li nik gizra dara di destê baboy da, Pistepista bûk û kiça di quncikê menzilê da, Helahelaya mamoy digel kur û birazaya li ser dihiya giyayî, Birebira çaydankê li ser sobê, Kufekufa darêt ter …
Rêbendan, 2017
Hezîran, 2016
-
28 Hezîran
Ebdulla Peşêw: Jin an Welat?
Motîfeke berdewam di edebiyata kurdî de ji sê xalan pêk tê: Dayik, dildar û welat. Pênaseya giştî ya motîfê bi awayên cuda cuda di berhemên heman kesî de yan berhemên serdemeke taybet de dubare derdikevin holê. Motîf hinek wêneyan diguherin û tengasiyê jî dixin navbera wan de. Yanî çiqasî dikarin van wêneyan bi hev re bicivînin, ewqasî jî dikarin nakokî, …
-
9 Hezîran
Muqedîma Şêx Mûşerref El Xenokî
Muqedîme Gelî Feqiyan, gelî feqiyan nezer kin, heçiyên bêjin bizanin û hem jiberkin Çikû ez bo we tehqîqen evîn im, muhîbbek sadiq im û hem xemrevîn im Kelamê min pur xwoş nazîdar e, şêrîn û taze ye wek Nûbihar e Ji bo qete’a xirabî şîrî tîj e, wekî navê xwe ye gûz û mewîj e Fesla Tehsîlê Bixwînin hûn …
-
1 Hezîran
Qurtek Çay
Qurtek çaya ser lêvan Nadim bi hezar sêvan Qurtek ji çaya delal Nadim bi sed porteqal Çaya nazik û nazenîn Nadim bi sed mandelîn Wê çaya rind û keleş Nadim bi zalên zebeş Ewê çaya mîranî Nadim bi sed şîranî Wê çaya rind û rengsor Wê bi min re herê gor Nakim terka şêrînê Heta mewt û …
Sermawêz, 2016
-
19 Sermawêz
Wexta Bahozê Ez ê Karibim Rakevim
Cotkarekî li ser girekî ku ba û bahoza wê zêde ye çiftlikek kirîbû. Piştî ku ket çiftlikê, karê wî ê ewil ev bû ku ji xwe re alîkarekî peyda bike. Lê belê ne li gundên nêzîk ne jî li gundên dûr kesî nedixwest li cem wî bişixule. Ew ên ji bo li wir bişuxulin serlêdabûn jî piştî ciyê çiftlikê didîtin …
-
16 Sermawêz
Dayê (Helbest)
ez nameya xwe dê sibê ji te re bişînim silavên xwe yên germî ji te re dişînim bejna xwe ditewînim têm destên te ez dizanim çawa xemgînin hestên te dayê îro ez di Zîndana Bayram Paşa de me bi ranza ya xwe ve di quncik û koşê de me her roj û sibê bi girtiyan re di meşê de …
-
13 Sermawêz
Keysebaz
tu ne ciwanekî eweqas sert û hişk bû da ku hêrsê te deynim bi nazik peyva xwarzî tu ne pir dîn bibû bi pêdviyên rojê re da ku bodlebûna te di gola hişîn werkim an qalçiqê teyî kirêt bigrom bi alav û lezgîniya kesekî naskirî li ser şanoyên cîhanê bi tevgera xwe ya canbazî tu ne hovek bû li daristana …
Cotmeh, 2016
-
24 Cotmeh
Kelem (Helbest)
Ger rojekê An bi kûraniya hêviyên demekê An bi qasî ketina dilopek av Ji ser *sîvleka xanî ta omiza keçekê te nikarî xwe bikira dar heya tu dikarê şax be û ger hewaya gerdûnê bi kîn gote te tu car nakim bi a te û ne jî dibim parêzvanê xwastekên te ya jî ji germa an ji serma te nikarî …
-
20 Cotmeh
Kurdistan im (Helbest)
Ez Kurdistan im Dayika niştîman im Xaka kurdan im Axa bi ber im Warê mêrxasan im Welatê çîyan im Xwedî deşt û zozanan im Bi kul û keder im Bi qehr û kîn im Xwedî dîroka qedîm im Navenda rojhilat im Serçavîya Dîjle û Ferat im Diya Gilgamêş û Nemrûd im Cih û warê serhildana Şêx Seîd im Ez …
Îlon, 2016
-
23 Îlon
Gazin li te ye heskirî
Perdeyek dawiya şanoya jiyanevî de zigurdeyek ji têmaşevanan im. Ne “to be or not to be” ye. Ev şano ya min e. Bi du kesan dileyîzê. Ez, Û belkî jî tu. Û bi carek ê de tu xwe davêjî sahneya min! Bêwext. Bêguman yekperde ye jiyan heskiriya min. Yek. Û Yek nabin do. Ne Brahms – Symphony No. 4 e …