Tag Archives: Helbest

Gulan, 2017

  • 14 Gulan

    Rezvanî

    Mêw, yek ji darên kulîlkdar e. Gelemperî li erdê nêzî metreyekê  li ser şax û guliyên xwe bilind dibe. Li ser gulî û şaxên xwe, her sal şax û guliyan berdide. Ji sir û seqema zêde hez nake. Germî ji bo ekl û berebûna wê gelekî girîng e. Li gor germa salê, di dawiya meha avrêl û meha gulanê de, …

Nîsan, 2017

  • 27 Nîsan

    Qedrî Can; Bavê helbesta nûjen a Kurdî

    Wek helbesta piraniya gelên cîhanê, helbesta kurdî jî di serdem û qonaxên cuda re derbas bûye. Bi taybetî helbesta kurdî ya klasîk deng daye û ji hinavê wê jî helbesta nûjen û modern derketiye holê. Di helbesta kurdî ya zaraveya Kurmancî de, helbestvan û pexşannivîsê nemir Qedrî Can ku di sala 1911an de hatiye ser rûyê dinyayê, dikare wek xwediyê …

  • 26 Nîsan

    Sirûda Dewleta Bedirxaniyan

    Kurd im, Kurdistan im, bi şeref û şan im Mêrxas û egîd im, bi tac û eywan im Xwedan ceyş û hez im, bi qewet û heş im Bi çek û sîlah im, di hemiya cîhanê   Qehremanê Kurd im, canfida û merd im Şûrkêş û rimbaz im, di mexrega meydanê Meydan li min şa ye, cewlana şêra ye Biheşt …

  • 23 Nîsan

    Mafên Heywênan – Mistefa Rêzan

    Biparêz li vê jiyanê Bo her lawir û heywanê Ruh û canê wan jî heye Ew ji bo me li cîhanê Li wan zilmê neke ti car Mafê wan jî wek her candar Kerr û lal in li wan meke Zêdegavê wek gurê har Ji mar û mor heta çûkan Ji kerr û korr heta qopan Mîh û moz û …

  • 9 Nîsan

    Helbest û bextewerî

    Em nikarin di eynî demê de helbesta pexşanê binivîsin û bi rola “helbestvanê mîkrofonî” jî rabin. Helbesta pexşanê rasterast a dilê xwe nabêje û ji hawarê bêtir nêzîkî ramanê ye. Helbesta stûnî bêtir bi kêrî nîşandana bûyer û qewimînên siyasî tê.   Helbestvan hem hest bi bedewiyê dike û hem jî dikare wê hestê bi awayekî helbestvanî nîşan bide. Gelo …

  • 3 Nîsan

    Dil Jimin Bir / Melayê Cizîrî

    Şox û şengê zuhre-rengê Dil ji min bir, dil ji min Awirên heybet-pilingê Dil ji min bir, dil ji min. Wê şepalê misk î xalê, Dêm-durê gerden şemalê, Cebheta biskan sema lê Dil ji min bir, dil ji min. Zulf û xalan nûn û dalan Wan ji min bir dil bitalan Goşeê qewsê hîlalan Dil ji min bir, dil ji …

Sibat, 2017

  • 23 Sibat

    Şûnmayî (Helbest)

    vêyî mestbûna dar û xaniya bi tundiya awazên gozemînê re Tiştên du qatî te ji hundir de bi xurtî pir cara li hev dixînin dîmenên xunavê ne yên bi xweşî xwe berdidin ser beybûna hina û tewir dilop jî xwe li xakêd birçî namînin tiştê gelkî te diêşînin ku yên xemsar bê qîret û Bêkêr mîna bê şans bi germî …

Rêbendan, 2017

  • 27 Rêbendan

    Şahnema Şehîdan (Helbest)

    Dilo jaro biçakî Here mêrên welatê me tu rakî Bibêje ey Şehîdê dîn û milet, Bese rabin serê roja me derket. Beg û axan ji we îro dixwazin, Bese rabin weke mêran nerazên   Dilo ji Xalid Beg re bibêje, Bi serbestî tu yek nutqê birêje, Bibêje Xalido rabe direnge Hemî Kurdan bi hev re daye denge.   Ji wê …

  • 23 Rêbendan

    Keça Kurda- Xizan Şîlan

    keça kurda gulîzerê ez ê xwe bispêrim hembêza xeyalên penaber tûrikê helbesta xwe bi êşa eşqa te dagirim û bi gavên şemitok ber bi şopa te ve bipekim keça kurda esmerê ez heyranê fîstanê sor ya bejn û bala te me dengê bilbilê bostana te me derwêşê gerok yê çolistana te me dengvedana kendalên tarîstana te me li nav qelebalixa …

  • 11 Rêbendan

    Zistana Gundê Me

    Çirkeçirka seetê b’dîwarî ve, Puxepuxa dapîrê li ber sobê,   Şirqeşirqa tizbiya di destê bapîrî da, Minemina bebokê di colanê da,   Teqeteqa bivirî li nik gizra dara di destê baboy da, Pistepista bûk û kiça di quncikê menzilê da,   Helahelaya mamoy digel kur û birazaya li ser dihiya giyayî, Birebira çaydankê li ser sobê,   Kufekufa darêt ter …