Bixwîne heta çavê te ronahî jê kêm be, bila şaneyê hişê te biweste, wê demê fikr û ramanê te wekî çira di tariya şevê de vêkeve şikeft ronî be bixwîne. Pirtûkan di refande nehêle, yekî rake bila yek bikeve dewsê, heta tu rastê rastiya koka bav û pîrê xwe hatî, rûpelê pirtûka bi ser hev de biqûlibîne bixwîne. …
Sermawêz, 2023
-
22 Sermawêz
Ey Xweda
Me alaya mirovahiye bilind kir Tu nehêle ku dakevê, ey Xweda Me kelha dadê ava kir Tu nehêle ku hilweşê, ey Xweda Me ji dîn û zanîne şûr û mertal çêkirin Tu şûrên me tûj, mertalên me bihêz bike, ey Xweda Ev xak, bi namus û rûmetê hatiye avdan Tu bêrûmet neke, ey Xweda Ev welat nîşana fermana Te …
-
1 Sermawêz
Tu an Dijminê Te
Tu zimanê biçûk bibînî Ew ê dijmin pêl zimanê te bike, Tu henekê xwe bi zimanê xwe bikî Ew ê dijmin zimanê te bêxîret bike, Tu zimanê xwe erzan bikî Ew ê dijmin zimanê te bikire ne bi du qurîşan, Tu zimanê xwe nasnekî Tu dê ji zimanê dijmin re timî deyndar bî… Û a dawiyê: Dijminê dirrinde baş nas …
Cotmeh, 2023
-
20 Cotmeh
Yara Gerden Zêrîn
Êy yara naz û narîn Tu yî xwedan gerden zêrîn Şev û rojên min her pîroz in Li ser wan sîng û berên şîrîn Ber sed milkê tirk û ereb û ecem Qurbana yek ramusana te bin Ax û av û zêr û zîvê wan Qurbana sîng û berê te bin Sed kral û şah û siltan Her …
-
15 Cotmeh
Diz û Kuçik
ma qe her dem ne baran û babelîsk in, bitav û tavgehên wan jî hene. ma qe her roj mirin û sela nîne, zayîn û rojbûnên wan jî hene. ma qe jiyan timî tehl e? car-caran şîrîn e jî. ma qe mirov her wextî bêhêvî namîne, pirî caran bihêvîye jî. ma qe jiyan bi girîbûnê derbas …
-
11 Cotmeh
Qesîdeya Evînê
Ey Mela, sal bi sal ya le geriyam çiye Eger ew sir eşq bê, ya dil disotê çi ye? Ey Feqî, ya mirov dîn û har dike dilber e Ya dil disotê ne eşq e, tîra firqetê ye Ey Mela, te çendî xwendiye ji elîf û bê yan Jehr e an hingive ya dibarê ji lêvan? Ey Feqî, ilme …
Îlon, 2023
-
27 Îlon
Reşbelek
Ey saqî, ji kiteba noqteyek im Ji deryaya dilopek im Ji qedehê qurtek im Ji can û bedenê ve pifek im Ey saqî, ev çend sal in digerim li dost û hevalekî Min nedît û nasnekir yekî weke te dilpakî Dinya xayîne, ne bû yar, her bûye bar Her ku me jê bawer kir ew bû arekî dijwar …
-
23 Îlon
Xîret Bikin Meyûs Nebin
Ey bira îro’j mera lazim ku em xîret bikin Nav xo da çendek miran, pîsan ji nav xo dûr bikin Firset e îro ji bo me lazim e meyûs nebin Lewre ye’s duşmanê xedar e bi hîlê wer nebin Şîrê xîret bend bikin her çar teref baxê gulan Darê ku nîne di nav kund jî di şûna bulbulan Hûn hişar …
-
15 Îlon
Tenê Guhdariya Bêdengiyê Dikim
Tenê guhdariya bêdengiye dikim Lê di bêdengiye de çiqas qîr û hawaran dibihîzîm Kes pê nizanê. Behna bajarekî ji ber teqîna maye tê behvila min Rê û şopên piyên min dinav li xwegerîneke gûmanwarî de ye Dîsa jî di hembêza xwe de hêviyên ber bi serkeftinê dimeyenim. Bi tev hebûna xwe, êş û xemgîniyan li paş xwe dihêlim …
-
9 Îlon
Miletê Min (Helbest)
Miletê min, her bilind be rûmet û nîşanê tu… Tu hêwinga şêr û mêrxasan, hemî rêzanê tu… Lew Selaheddîn û Keyxusrew kur û yaranê tu… Xweş dixemlînî cihanê pêşewa însanê tu… Stêrka birca şeref ew bext û îqbalê te bit… Xelk û însanên dinê rêwengiyên kerwanê tu. Serkaniya îlm û îrfanê welatê te’y qedîm. Mezopotamyaya antîk, navenda cihanê tu. Tu …