Konê dilê evîndaran Mîna jaran ji vê halê Ber bi ķalê heftê salan Ger girtibe zeng ji gulê Û delalê hilgirtibe Barê çi be dil û qalê Barê giran ew li mil e Êşa dil e l-evîndaran Êşa giran li çav kil e Deng û awaz bi hewaran Birîndaran dike lawaz Bi tasewaz ji gulnaran Çi tu rêvî çi teyrê …
Hezîran, 2017
-
14 Hezîran
Hûn dizanin tûzik dermanê çiye?
Tûzik li ser ava ye Av li binya mala ye Pîr nexweş e bela ye Tûzik dermanê dila ye Baranê rêşe rêşê Pîr nexweş e zehf dêşê Tûzik di dev de bigvêşe Tûzik dermanê dilêşê Rêya Tûzik ne dûr e Gola wê jî ne kûr e Tûzik Mendik, hê hûr e Dermane bêqisûr e Pîrê rabû ser piya Gazî kire …
-
13 Hezîran
Xezam
Xezam zerî dilorînin Li van hêviyên kevn û nû Di payîzê dibarînin Germhêstirkan ji çav û rû Çavên westîn li şev û roj Ku jiyanê kirine doj Ji ber jana çav û birû Dil ku nedî newroz-nûroj Newrozên min li wêran e Rojên tarî mazûban e Li dil her dem dûxan û dû Ev çi dem û çi dêran e …
-
11 Hezîran
Oh! NA! Na na, Na na, NA!
Ez naxwazim NAxwazim Şevên tar û kederê Dilên ar û agirê Çavên sêwî li ber rê Bo dîtina xwe hevrê Li rê asê mabe rê Oh! NA! Na na, Na na, NA Ez Naxwazim NAxwazim Tu azad î li xwe binêr Der û dor tev gur û şêr Kincê tirsê bavêj biwêr Tu azad î tu şêr û tu mêr …
-
10 Hezîran
Helbesta Mirinê
Mef’ûlû/Mefaîlû /feûlûn. Wextek ku nexweş bûm ez li mal bûm, Hingê ji temen ve hêj ne kal bûm. Derbas bû temen bo pêncî heştê, Porek sipî, lê hinek yê reş tê. Hin car jî ji tayê sar û ji german, Daîm mi dixwar îlac û derman. Şev ta sibehê, di niv nivînan Carcar dibûm ez şebîhê …
-
10 Hezîran
Bi Ev Nûr
Di asoyên rêk û peyarêkên dûr Xewna gewre û geramî bi ev nûr Li wan çavên avzelalî ji mêjû Hiş û mejî bi can dibe bi ev nûr Li jiyanê xewna hişyar li ev rêk Bi rêk û pêk bo nûdestpêk bi ev nûr Ku çerx û dem hatibin parvekirin Çerx û dema te ye berxo bi ev nûr Dengê …
-
9 Hezîran
Zeng
Were canan Da binûsem di navbera Sînorên efsûnî yên erd û ezman Û mehtavek ji stêrkên Dizê her şevreşê hevê û royê Bi meş û şadiya qelemên kelemîn Li dij dijminê evîndar û evîn Li paş bihêle Hemî derdên merdê ji can borî Bi sedema wan cananên horî Li sûxtenî dil ———–hêjar û birîndar Ku mêvanê çiraxa kûçe û kolanên …
-
8 Hezîran
Dil û Evîn
Li kaniya hêsran Rêzikên germa evînê Bi helbesta dilan diherike Ku ji helwesta xwe rik e Helwesta evîna agirîn Ji hêsrên Ûsivê Ken’anî Diherike ev kanî Bi hestên ji dil barîn Ar û agirîn Dil û evîn Wekî her nivîsê Tunebûnê re diherike Ji midad û pênûsê Wundabûnê re dihêle Midadên şûr û mir Li xaka mirinê Dimir û ditemir …
-
7 Hezîran
Herimandin
Zarên dilê min Gedên xaka min Li rojhilata navîn Dengê çivîkên sibê Bordûman kirin Li aştiya stêrkên şevê Tune kirin Rabirdû û dahatû Bi bombe û mînan Bi mirina dûxan û dû Li deşta rabirdûyê Û li dilê dahatûyê Dengê çivîkên gedan Dengê dîkê siban Ji reh birrîn Bi hezar çîrokên birîn Dê ji zar Û zar ji bavan Bi …
-
6 Hezîran
Şivanê Biçûk
Dûrika li ser zimên Li tatik û zinaran Ser lingekî dilîzin Direqsin û dibezin Tûrik li pişta wan e Li ķar û berx şivan e Îro dor dora wan e Li biharê ber pez in Dengê ava biharê Dilorîne vê carê Gul û gîha gulnarê Li hemû mîh û bizin Çêl û çivîk deng dide Û şahiyê hildide Dilê şivên …