dûyê cixareya min hilmek ji kesera te wê rûdêna zêrîn ji asîmanê heftan bi kenekî zarokane ji nav xewnên vejane hildigire û tîne li ber dilê bêzar datîne ji dana rojê tîrêjek berxudarî ji tenêtiya ne tenê re dibe hevalek mayînde û naxwaze bi vemirîna cixareyê re çavên ku li xêzên dûyê aliqîne ji hilma tîna te ya giyanewer …
Tîrmeh, 2018
-
15 Tîrmeh
Ber Bi Şemalê Ve
sinca li ser dilê min bûye sîwan ji ber qirşikên jihevdûr tîna awirên te dadiweşîne bi ser hembêza min de 28 Adar 2003 Salih Turan-Dayik Bê Roj in Weşanên Noş- Hezîran 2014
-
10 Tîrmeh
bêrî
di pêlên deryaya biyan de rûdêna zêrîn çavên min xilmaş kirin ez bi tevzînoka bayê te digihînim tenîşta xwe 14 Tîrmeh 2001 Salih Turan Dayik Bê Roj in Weşanên Noş Hezîran 2014
-
5 Tîrmeh
glokên tîrêjkuj
sawa xilasbûna ji tirsa bê wate min dixe nav pêçeka kul û derdan çarîna qirnê roj bi roj tije dibe ji keserên ku demê li paş xwe dihêlin li nav jiyana berbang vemirî wek glokên berfê ku piştî bayê bihev ve dibin li ser çiyayên roj li wan venamire bi gewrebûn û şida glokên qesas mîna tîpên bircên qewîn û …
-
1 Tîrmeh
Jiyan
Êdî Jiyan min diwestîne Bi gava ji zaroktiyê Ber bi xortaniya xwe ve Xortaniya xwe di xweziyê ixtiyarekî de Di hêviyê zarokekî de dibînim Di xetên nîvê eniya min de Lay kurahiya Dicle û Feratê tême veşartin Tu dibêje vê guherîna fizîkî Ez dibêjim xirbih Bi dirêjbûn û kinbûna sîya xwe re nîqaş dikim Dîse dibêm ez Rastiya vê ne …
Hezîran, 2018
-
30 Hezîran
tîrşemalî
jiyan li ser kêlikên bizmarî min diêşîne biyan dimînim li warên bênav û nedîtî dîmenên çavên bêsiûd hêsirên ava te dibarînin ji kurahiya ramanên dildar beramberî hesudên ez pêçame lê ez çiqas ji te dûr bim jî tu min dibî bal xwe lewre êşa min ji keserên rabirdûyên nêz ve diherike ber bi hembêza te ya tîrşemalî ve… …
-
25 Hezîran
coşîbayek
te ez hiştim bê war bê hêlîn û bê dar te xwe dûr kir ji min ez mam bê gul li vir tu bê dûr im jî yar ku dihele ev dar dibe benîşt ev can li ser pêsîra ji pembû her ku newq tê pêçan sermest dibim ez yar zuka neçe ji vir da nebe ev jîn …
-
16 Hezîran
hêvî
jiyan ramûsanek bû ji axa evînê geh dibû balîf ji bejna westiyayî re geh jî dibû mijokê te bo ava sor bimije bera didan dûr dikirin dûr dixistin û digotin cehnema te ew neçû ma netirsiya nêz bû her ku xwe diparast dibû afirînerê jiyanê bo te lê bêyî te 29 Rêbendan 2001 Salih Turan Dayik Bê Roj in Weşanên …
-
15 Hezîran
teyrê baskşikestî
ez teyrekî bê bask im li çi digerim nizanim kerî çûye mame li vir bê xwedî me dinalim çi teyrekî bê çar im hew difirim bi jan im li nav hêlînekê bi tenê bendewarê heval im perkê min yek şikestî her du çav man bê hêvî ne dipirse li min kesek li holê me wek cendek çima …
-
10 Hezîran
bê çarenûs
ez di dafika evîna bêsiûd de, tu jî di keştiya deryayên biyan de em ketine parastina zindiyên hundirê xwe em her du jî mîna ferşên ji ezmên bi şideke nayê pîvan di ser xwedayên derewîn de diweşîn in em dibin neteweyên bêmiraz di sersalên ku keda mirovan li nav şahiyên bi berdêla xwînmijiyê têne qurupandin de yek ji me dikeve …