Adarê xweş Adarê dildara kulîlkên biharê strana hestên jîndarê xeml û rewşa jiyanê te em xistin nav vî arî her bimîne binexşîne erd û ezmên lihev bîne bixemilîne raxe li ber me nekişîne tu ji ber me vê jiyana bextewarî tu hatî çav li me ronî bûn bi ser me de ewr firikîn gûl û rihan xew ji me birin …
Adar, 2019
Rêbendan, 2019
-
17 Rêbendan
DENGÊ HAWARA TE
dengê hawara te melûliya rondikên çavên ziwa ye keservedana temenekî bi jan e kaniya xeyalên bi coş e dengvedana şikeftên tenha ye têkoşîna li hember zexelên demê ye dengê hawara te guregura reşewrên barana azadiyê ye hêrsa pêlên okyanûsa ye kefenê mirineke zûhatî ye sebira xwedawendên bêdeng e dengê hawara te nalenala sînorên welatekî bindest e reşgirêdana gund û bajarên …
Sermawêz, 2018
-
28 Sermawêz
Şengebîyê
Va ye can bidesta min tê Spîbextê min digel hiltê Dil nema di sîng de hiltê Hawar ji destê evînê Va ye jankuja min hat Ronahî da zinar û lat Jê re dil û can kir xelat Dermanê jana birînê Min dil da dîlbera reşçav Li min sotand dil û hinav Borî li min nekir silav Xema nexe xemrevînê Reşçavan …
-
13 Sermawêz
Keserên Lal
ez êşa birînên qalik girtî bi keservedanên xeniqî vedibêjim qêrînên serhildêr di hinavên min de hatine veşartin teşqeleyên demên fesad bi pêjna dilê perpitî dişopînim bi çavên kor dibînim bi guhên ker dibihîzim bi pênûsa westiyayî dinivisînim û bi zimanê lalûte şirove dikim ji ber feryada dayikên Șengalê parsûya asîman qelişî can şewitîn mal wêran bûn bedenên mesûm di gola …
Cotmeh, 2018
-
5 Cotmeh
xatir
min xewnek dîtî çawa dûr ketim bi xatirxwestin kelogirî çû ferek ji çavên xwe li bal te hiştî roniya rojê li xwe tarî kir maweyek dirêj bendewar bûm ez mîna pê zanî tim li bîrê bûyî gelek kes hebûn ji bilî me li wir bi çaverûyê bi me re dikenîn me jî ji bîr dikir ew hesreta bar min go …
Îlon, 2018
-
30 Îlon
halim ew e
ez li ber deriyê dilê te mirina xwe dipêçim li stuyê te bi laveya gezikek hezkirin, dilopek ava firmêskan dirêjim dibim sêwîyê te çi bikim ne dibînî ne pirs dikî bê halim evdalê xwedê bi çarînek helbest qîrîneke bi dizî wek gerokekî westiyayî li ber deriyên biyan li te digerim çi bikim dinixumînim çavan qe nebe direvînim awiran ji tirsa …
-
27 Îlon
Ne Helbest e
Nizanim di kevera dile kê ve daliqandî ma me Ew kê ye dest tavêje destê min da min ji keverê bifirîne Firîneke, mîna beybûneke bi per û bask.. Kî ye ew min ji erafa hebûn û nebûnê rizgar bike Kî ye ew mil dide milê min ê ji hev ketî Nizanim hêvî û diayên kê min ji dojeha xwedawendan rizgar …
-
20 Îlon
diponijim
li ser pirtûkên ji hevîrê darê payizê li pêşiya zivistaneke reş bi bêrîkirina du demsalên borî bi peşwaziya ronahiya bihara jîndar bê av tême strandin bêyî tevlêbûna hevîrtirş li benda nanpêjên hosta di sarincên dorgirtî de dibin sir û seqama quflokî de hatime ji bîr kirin 26 Îlon 2001 Salih Turan Dayik Bê Roj in Weşanên Noş Hezîran 2014
-
15 Îlon
ew neçû hat
her ku ber bi te ve dihatim hiş diçû diketim dibûm dînê ber kirasê te te ez ber xwe ve dibirim mîna toza li erdê dihatim maliştin ez bi serê xwe dimam dema li bal te bûm jî te bi pozbilindî xwe ji çiyayên me jî bilindtir dikir ma nizanim ew tiştê ji min hatibû dizîn te li cem xwe …
-
10 Îlon
difikirim
bê mane ji te dûr li ber te ji xwe diçim ax û wax çi bibêjim tenê Difikirim… 25 Gulan 2000 Salih Turan Dayik Bê Roj in Weşanên Noş Hezîran 2014