Tag Archives: Helbest

Îlon, 2019

  • 1 Îlon

    Dilê Şikestî / Ronî Aram

    Eger ji vê eşa dil ez rizgar bibim Ez hew carek din evîndar dibim Ku min bizanîbûya min dil ne dida Îro polî poşman min li xwe ne dida Ez hew dilê xwe êdî didime kesî Ez bawer nakim ji sozên tu kesî Ji destê yar, min derba xwe xwar Çi qas bigirîm û ez bikim hewar Feyda nakin ev …

Tebax, 2019

  • 9 Tebax

    Birayê Xayîn

    Demek hebu du bira, Herdu rabun li wira.       Herdu  kolan erd û ax,       Ji bona qesr û qonax. Bawerî bi hev anîn, Bo xanî bingeh danîn.       Nerm kirin kils û herî,       Kevir anîn berderî.                                       Tev xebitîn jin û mèr                                                                              Ji bilè ewè bè xèr.     Mîna gayekè zexel     Wî çav berda bu mexel.   Bè dengî li bendè bu, Xebat ne …

Hezîran, 2019

  • 26 Hezîran

    Pêgeha rêbaza romantîk di helbesta Kurdî de

    Ev nameyeke doktorayê ya Heval Ebûbekir e, bi serperiştiya Prof. Dr. Dilşad Elî sala 2010 pêşkêşî koleja ziman a Zanîngeha Silêmaniyê kir û ji pênc beşan pêk tê.   Armanca nameyê destnîşankirina pêgeha romantîzma Kurdî di edebiyata cîhanî de ye. Herwiha mijara bandora vê edebiyatê li ser geşbûna hizira neteweyî, wekî din nûser bandora azadiya takekes û rojnamevaniya Kurdî di …

  • 19 Hezîran

    Serpêhatiya Şêr, Gur û Rovî

    Desala zivistanè, Sewalèn daristanè ; Hemu li hev civîyan, Hinek j iwan girîyan. Bi hewar û bang kirin, Ax bi serè xwe de kirin. Tiştè hatî serè me, Pir nexweşe mîrè me. Yè bihîstin ev xeber, Bi rawestan çune ser. Piçuk mezin hur û gir, Teyr û tilur hirç û gur. Ger çi hebun ew ajal, Hemu rabun çun ji …

  • 16 Hezîran

    Xem – Helbest

    Xema dilê jar tu yî sebra ber bêhna min tu yî qêrîna bêdengîyê tu yî hezkirîya dilê min tu yî jarim li ber evîna te naghêjim ber sîya te hêvîdikim ji hezkirina te dil soj û bêrîya min tu yî Agirê dojeha evîna min sewt û qêrînîya helbesta min dengbêj û xweş bêja min sebr û sikûneta dilê min tu …

Nîsan, 2019

  • 24 Nîsan

    MISTEFA BEGÊ KURDÎ Û ŞEŞ HELBESTÊN WÎ

    Navê wî Mistefa Begê kurê Meḥmud Begê Sa‘hêbqiran e. Saḥêbqran navê malbateka dêrîn û kevnê Rojhelata Kurdistanê ye. Mistefa Beg di sala 1782yê mîladî de li Qereçolanîya paytextê Babanîyan li bajarê Silêmanî hatîye dunyayê. Di pênc saliyê xwe de çûye ḥucra mizgefta Ḥacî Xan û li Silêmaniyê dest bi xwendina xwe kiriye. Di pazde salîya ‘umrê xweda ji ber jêhatîya  …

  • 11 Nîsan

    Perîya Min

    Perîya min tu wek bazî wa çavên te dûr dibazî wek xezalek gerdengazî jîrî zanim tu jinxasî perîya min zef bedewe wek gul lâle’ya deşta Muş’a me ye yeqîn ew perî ji taxa me ye dil bir jimin bi awirên xwe ye perîya min xweş xemilî gulî û gerden liser dimil milî dilê wê jibo min digîrî bawerke tu hêvî …

  • 7 Nîsan

    WESTANDIM

    arzûyên li ber bayê felekê ketî dara bextewariya biharên pel weşandî qêrîna gewriya bedenên şewitî

Adar, 2019

  • 28 Adar

    Tu Jiyan

    tu jîyan tu ji boy min wek bilbilekê bê gul wek gulek bê bîn wek dayikek bê zarok wek zarokekê bê dayik î wek darek bê şax wek çivîkek bê hêlîn wek berxekê bê mak wek şivanek bê bir î wek welatek bê al wek kanîyek bê av wek axakê bê adan tu jîyan tu ji boy min wek leylanek …

  • 22 Adar

    Jîyan mafê min e!

    Jîyan mafê min e! Ez li ber derê jîyanê disekinim. Çimkî jîyan mafê min e. Heger wisa neba ez li vir nedibûm. Ez ne tesadûfek im. Ji ber sebebekî ez li vir im. Çarenûseke min heye. Armanceke min heye. Kenê zarokî li ser lêvên min, ez ji cûcikan bextewartir im. Şev û roj, xewn û xeyal, hebûn û tunebûn li …