Tag Archives: Helbest

Gulan, 2020

  • 10 Gulan

    ŞEWDIRÊ TO B’XEYR XANA MI-ŞÎÎRE

    SEBAHULXEYRÎ XANÊ MIN Şewdirê to b’xeyr xana mi, ziwanşîrin siltana mi Ti ya hem ruh û cana mi, to rê qurban bo ganê mi Te’alellah! Çi kes a ti, çi weş şîrinsifet a ti Çi şeker çi şîrin a ti, yeqîn ruh û heyat a ti Coy û nefesa canê mi, şewdirê to b’xeyr  siltana mi Bê mi het roşnîa …

Nîsan, 2020

  • 29 Nîsan

    Vîna guhartinê

      “Çiya ne pêwîstî çiya ne, lê pêdviya mirov bi mirova heye)” Lavontîn (1) ger te bi zagonên cîhanî bawer nekir û xwe ji pirensîpên civakî tev de kir û xwe ji taybetmendiyên xwecihî jî rût kir ma bi çi bihaneyê te mîna dîwaneyên ber deryêd mizgefitan xwe bi ser şopa pêşengên avakirinê de xwar kir? (2) ger ji pêşerojê …

Adar, 2020

  • 17 Adar

    HESTÊN PENABER

    li tenêtiya şevistanên sar hestên xwe dispêrim paşila helbestê li bêçaretiya qederê rojên nazdar û kubar xwe ji min veşartin xurbetê kirasê şînê li bedena şadiyên min rapêça ken û girînê ji hêlîna dil fîrar kirin derdê dinyaya derewîn li ser serê min bû barekî giran li bêçaretiya qederê di giyana xwe yê şermok de têm guvaştin li nav axîn …

  • 8 Adar

    Helbestname; kêliyên ji hestan

    Bêhna min çikya ye dilê min deriziye bê xew mam e, dem nabore xewnên min man e; ji rojên ne diyar re Lê..birîndar in hestên min bê mecal bê war ez îro bêhal im dil di zar im bê yar bê war im çok li min nagrin di tenhayî ya xwe da me tu çû yî baskên min şikestin li …

Sibat, 2020

  • 23 Sibat

    Pîrozbahî

    Pîroz e şevek pîroz e Cejn e û him jî Newroz e Çi şahiyek e  dilsoz e   Çi helkefte û çi cejn e Gul û sosin jêre bejn e Rojbûna teye şêrjin e   Çi şeveke xemrevîn e Hemû şadî û evîn e Xizimin li hev civîn e   Helkefteke bê hempa ye Xweşî û şadî ber ba ye …

  • 9 Sibat

    RONIYA TE

    Di şevtariyê de bûm Ji te dûr û bêagah Bêkes û bêwar li xelekên cudahiyê Ne  min xwe dinasî, ne dihatim nasîn Ne jî rêya çep dest ji min dikir Digel ku min dest ji xwe ber da bû Li rasta rêya ronî û ber çav Li bîrên tarî û ligel mar û mûrî bûm Ew zindiyê li jiyanê mirî, …

  • 7 Sibat

    WÊ ŞEVÊ – Burhan HESSO

    Wek hespek e serî ji siwarê xwe bistîne,heyv li ezmanan dizîzikî Bir ên stêran,dicefilîn -Hahahaha…serxweş e ev heyv!. Dibe go li stêr in wendabûyî digere – Lê çima mîna devakî hêç, stêr tev ji ber direvin? Wê şevê,li ber derê şevê, di hembêza bêdengiya min de Tu mîna berû yek e qeşartî, şilfî tazî Wê şevê, xelkê digot: ro li …

  • 6 Sibat

    Xweşbext im

    Di bin ezman ê xwezînê li ser ax a Mem û Zînê bi cancoş a dil lerzînê Pêrgî te hatim lê dînê Di hewl a li xwegerînê bi canşikest û girînê bi êş û jan a birînê Pêrgî te hatim lê Zînê Bi hest û çavê geşbîê ger û bizav a xwezbînê bi zengînî ya bengînê Pêrgî te hatim Nisrînê …

Hezîran, 2019

  • 13 Hezîran

    Jînbexta Min – Mihemed Hesko

    Bixêr û xweşî hatî keça jîr û jêhatî weke royê hilatî Hilat, revî reştarî hat, li min evînbarî dil û can re hawarî Roya jînbexta minî hêva ser textê minî kevoka drexta minî Tu hatî cîhan hejî raperîn hiş û mejî şengebîya por kejî Bedewa bejin zirav rûdêma geşa bi tav por berdayî wek sûlav Serçav re hatî jîrê xweşkokê …

  • 6 Hezîran

    Ey Mirov

    ey mirov ji ber hovitiya we stranên şahiyê ji kezebê dinalin helbest di îskeîska gewriya xwe de xeniqîn rojan kirasê reş li bejna xwe pêçan şevistan xwîn vedirişin stêrk xeyîdîn reşewr stewr bûn dengê xuşexuşa barana bereketê hate birîn çirayên geş şerm kirin ji ber hovitiya we giyana erd û asîmanê lerizî bîranîn li ber bayê reş ketin çîrok bêxwedî …