Ez darekê bi tenê me Çûk difûrîn li jor min, hesp dibezin li jêr min Tim rûyê çûkên min ber bi asîmanan ve ye yê hespên min ber bi axê ve ye Ne dikarin çûkên xwe kaş bikim ne jî dikarim hespên xwe aş bikim Ez darekê bê kes im ne çiqlen min di çavên yên din de xuya dikin …
Tebax, 2021
-
9 Tebax
Berbang
Berbangên hêvîdar dibînim ku xûz dibim liber çirûskên rojê jêra xewnên şevên bi xeyalên xizanîyê dibêjim raperîna di dilê min de, bû ye bahozek ji rêçe şopan di welatê ku ez tê de, bêhna belengazîyê jê tê bêhn dikim, dil nexwazî û xêrnexwazî bihevra gulîyan badidin carek bejî dixwazim bangê guhdarîya dil bikim û jixwe bipirse bifikire … gelo te …
-
6 Tebax
Mirovxwarî
Ji her derî bêhna xwînê tê Li her derî hevdî dixwin mirov Bila agirekî mezin pêxin hemû sitemkar Wek Nemrûdê dîn û har.
Hezîran, 2021
-
27 Hezîran
Mele Ehmedê Palo û rola wî di helbesta Kurdî de
Helbestvanê Kurd Mele Ehmedê Palo ku bi esil ji devera Palo ya li Bakurê Kurdistanê ye û li Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe derbas kiriye, rolek mezin di huner û edebiyata Kurdî de heye. Mele Ehmedê Plo di sala 1920 an de li gundê Sêra Çûrê yê girêdayî bajarê Palo li Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Palo di jiyana xwe de …
Gulan, 2021
-
6 Gulan
Mebhesê Adabê Xwarinê
Xudê ev teamê di xweş dane te Digel av û fêkî libasê li te Hinek xwê di ber zadê paşî bixwe Heramî û tiştê bişubhe mexwe Tu be şukrê manendê heywan mexwû We bê mulheza wê tu tiştek mexwû Ku goştgirtina te ji heram bitin Duayê te êdî qebûl nabitin Bixwe tu ji bo quweta taetê Ne bo lezet keyf …
Nîsan, 2021
-
22 Nîsan
Gazinek Ji Meha Nîsanê!
Nîsanê! Ev çi ewrê reş e, Xwe di ser bajarê min re Dibe û tîne?! Çima tu dêmê xwe ji xelkên min Diguherîne..?! Nakokî, dubendî û berberiyê Di nav xelkên min de Gur, bilind û sor dike..?! Nîsanê! Tu gula biharê û bûka salê ye.. Heyva gul, kulîlk û çîçeka ye.. Hêlîna şalûla û bilbila ye.. Heyva evîn û aramiyê …
Rêbendan, 2021
-
26 Rêbendan
PÊNÛS Û DEFTER
Diyar e îşev, şevek tarî û dirêj e Xem har bûne, dilê min hêjare Şev tarî, kolan vik valane Hestên min belewela Serê min gêj e Kela kela germeke dijwar Bi ser min, hate xwar Birîn gûrbûn, dem herikî Weke ava sûlava, ji bendan hate xwar Bi tenêtiya wê şevê Xeyalên welat û hêviyên felat Hemi derdê min …
-
18 Rêbendan
Helbest Çawa Tê Xwendin?
Madem Med Muzîkê got em ê helbestên we biweşînin, ez dixwazim çend gotinan der barê xwendina helbestan de bibêjim, ji bo gelek kes vê rêya dirêj zûtir bimeşînin. Helbest çawa tê xwendin? Berî her tiştî, dema te helbest xwend divê tu wan hevokan bi rih bixwînî. Çawa? Dama tu ji kûçik re dibêjî “hoşt” tu çawa dibêjî? – Hoşt! Di …
-
17 Rêbendan
HELBEST Û ÇAVKANÎ
Çavkaniya helbestvana, sereke welatê ku lê jiyaye. Gund û kolanên zaroktiya wî ye. Xweşî û nexweşiyên jiyanê ku li derûdora civaka ku ew jî yek ji wanê li wî warî mezin bûye. Eger piştî demekê ku ji şert û merc ew ji welat dûr xistibe, şertê welat û netewa wî jî xerab be helbest dibe çîrok û dîroka van mijaran. …
Hezîran, 2020
-
15 Hezîran
ZİMAN Û DERMAN
Biner halê gelê xwe Fêr bibe zimanê xwe Esilê mirov ziman e Derd mezin e girane Agir û roj warê te Yezdan kiriye para te Xelata herî girîng Yekitî dermanê te Ziman, ziman û ziman Ew e ji te re derman Gul û simbil baxê te Her dem bibe karê te Ev jahriye ev jan e Şerm e ku tu …