Li kovarek rastî te hatim Bûm evîndarê te Piştî çûyîna te Mirin difûrîya ji hevokên te Tîp yek bi yek dibûn kevokên te Difirîyan ji devê te Lîs digirtin li ser dilê min Qûş li demê hatîye qetandin Ziman lal Awir westandî Helbest li ber sekeratê Tu li dar î Wek kitêbek pîroz dibişirî Şerab ji îskanê dirije ser lingan …
Hezîran, 2021
-
11 Hezîran
Xwefiroş
Destên bi qirêj Kesên guhdirêj Pîsin nola şêj Bê ol û dozin Bar û serbarin Dûpişk û marin Dostê neyarin Bê sênc û sozin Hevalin bi dev Roj jî kirin şev Qad berdan bi rev Kerîyê kozin Kewên regehan Dizên rûgehan Segên dergehan Bi xwe nandozin Warê kurdane Cenga girane Dizker têdane Pîsên dilsozin Mihemed Hesko (birasoz) Almanya, 09.12.2021
-
10 Hezîran
WA HATİME DELALÊ MİN
ji nav guleyan nav baranên kîmyewî ji kozikên agiran derketime ji dûrrr hatime, dilopên xwînê rijiyaye di ser xeyalên min de wa hatime delalê min li ber derê te me wekî dîrokekê jibîrkirî nexşeyekê rêya xwe şaş kirî evdalekê ezmûnkirî û stranekê qedexekirî wa hatime delalê min li ber derê te me teniya evînê dirije ji bijangên …
-
8 Hezîran
Zivistan e
Roj baş ew kesên ku bi çavê notayan li xuşîna pelên daran dinêre Roj baş Pelên salnameyan Berfanbarê nîşan dide Berf di derzan re tê Roj baş Ew betlên berê Betlên berê ku li ber devê deriyan rûniştine Bi rengê genim ji çûn û hatinan re di’a dikin Çûk xwe disipêrin şibakeyan Roj nema Rojname zingilên xelayê lê didin ji …
Sermawêz, 2021
-
24 Sermawêz
Bêrîkirin û Xem
tu qet zanî vê hestê kesê ku herî zehf tu jê hez dikî winda dikî di nav okyanûsên dilê xwe de nizanî li ku bigerî tu qet zanî vê hestê ew kesê ku gurpegurpe dilê te ji bo wî zehf nêzî te ye jî lê bi milyon kîlometreyan dûrtir e êdî yan jî qet dorpêç kiriye tirsa êşa ku tu …
-
6 Sermawêz
Tu Ku Ve Çû Yî ? (Helbest)
Qet te germahîya dilê min hez nekir Tu wusa jê revît Te kulîlka dilê min çilmisand Bi çûyîna xwe. Te kanîya nava rihê min zuwa kir Êdî jê hêvî narije erd û ezman Ka çi bû bi wan sozên te yê te da bû min Qey ew jî wek te pûç û vala bûn Te ez helandim bi bêdengî ya …
Cotmeh, 2021
-
26 Cotmeh
Li Metropolên Xerîb Rojek Ji Rojan
Li metropolên xerîb rojek ji rojan, Em hatin cîhanê. Em xerîb bûn yan yên dora me? Belê destên me jî hebûn yên wan jî, Çavên me jî hebûn yên wan jî, Guhên me jî hebûn yên wan jî, Lê em ne wek hev bûn. Li metropolên xerîb rojek ji rojan, Ez dîsa ketim nav ramanên giran. Kîbûn em? Kîbûn …
-
21 Cotmeh
Rovî û Mar
Ji caran carek rovî û marek Rastê hev hatin li binê darek Her çi hikmet be her du bûn heval Li wir bi hev ra man bi meh û sal Dem hat bêhnteng bûn ji evî warî Sibehek rabûn hêj dinya tarî Ji bo wargehek xweşiktir û nû Ketine di rê ev wisa bi zû Di seferê da dît mamê …
Îlon, 2021
-
5 Îlon
Bêrîkirin
Bêrîkirin ax çiqas Dil dişewitîne Çiqas çav tijî hesîr dike Ax çiqas jî dikare Dil binalîne Bêrîkirin ax çiqas Xemgînî dide mirov Çiqas hêvî dişkîne Ax çiqas jî dikare Hezkirinê zêde bike Bêrîkirin ax çiqas Çav li rê dihêle Çiqas sebrê zêde dike Ax çiqas jî dikare Mirov li bendê bihêle Bêrîkirin ax çiqas Mirov dide zehmetê Çiqas şewqa bawerî …
Tebax, 2021
-
27 Tebax
Dilo rabe buhar e
Dilo rabe buhar e Kesk û sor e bi dar e Dinê germ e ne sar e Dilo rabe buhar e Ga û golik heval in Welatê wan newal in Hemî xort in, ne kal in Ga û golik heval in Mêw ez im, tu tirî Mih tu yî, ez im hirî Te firot û min kirî Mêw ez …