Tag Archives: Helbest

Adar, 2022

  • 7 Adar

    Menzûma Dilbirîn

    Ev menzûma li ser îlmê ûsûl ul hedîsê hatîye nivîsîn. Di zimanê kurdî de nivîsa herî ewil e di derbarê ûsûl ul hedîsê de hatîye nivîsîn. Hemd û senayê pir cuda Ji bo Ellahê yek xweda Selat û selam û hem silav Ser Muhemmedê bê dirav Ev ‘ilmê hedîs e bizan Guh nede wanên nezan Ewil sehîh e ey bira …

  • 6 Adar

    Dor Bi Dor

    Rojekê di bin lehîya baranê derewîn de Min derî li xwe vekir û bûma mêvanê xwe Dêrî hat daran û em tenê man Ne meyzênin ku ez bêjim em Mehvan jî ez bûm û Malvan jî ez Em rûniştin Serê civatê de, me biryar li ser dinyayê da Nîvê civatê de me pesnê hev da Dawiya civatê de me hevdû …

  • 6 Adar

    Kozika Min

    Niha li ser xaniyê me yî kevn im, di kozika xwe de van ristan lê dikim. Di kûrahiya dilê min de sitrana Omer Dizeyî: Birîndar im. Ev mala me yê berê ye. Niha bûye xirabê; kes tê de nejî. Xencî kavil e; nema pêjna kesî Me koçê perî gund kir. Lê dilê me gîşkan hîna jî li vir e. Dilê …

  • 4 Adar

    Çemê Xemê (Helbest)

    Agirê dilê min geş bû îşev Tariyek rûnişt li rexê min Ez nabim mirov dizanim Rebenekî bin baran im   Êşek heye li ser serê min Tu hekîm, tu derman nas nake Caran jiyanek nêzikê destê min Tarî piştê tavê şev li pey rojê   Cilê’m çirikî dil û ziman jî Zehf caran min ditirsîne bi qestî Bi rûyê xwe …

Sibat, 2022

  • 27 Sibat

    Êdî Çi Ma?

    Guh nebihîse, ziman di dev de negere êdî çi ma? Dema hêvîya me hat birrîn êdî çi ma?   Xwendin tune, nivîs tune, ne  jî axaftin Ji xewn û xeyalan pêvtir ji we re çi ma?   Însan divê huner û zanatîya xwe bi pêş bixe Berhemên baş li pey xwe nehêle, êdî çi ma?   Em urf û edetan, …

  • 26 Sibat

    Dil an kevir

    Dilên xwe yên kevirî Bibin bazarekê li bazarê Ji bo balkeşkirana wê Bi derûwên xwe Ji derve nerm nîşan bidin, bixemilînin Ku rastî fehm kir, kiryarên dilên me Gelo wê hîn xwe xwedî dilekî nerm bibînin Na na wê xwe, xwedî kevirekî bibînin Di wê bîrê de bi xeml Bi firotina wî kevirî Û kiryara wî kevirî Dibin xulam li …

  • 19 Sibat

    Hemû Berhemên Şikoyê Hesen Çap bûn

    Hemû helbestên Şikoyê Hesen bi Latînî ji Weşanxaneya Nûbiharê derketin. Navê pirtûkên Şikoyê Hesen wiha nin: Qalçîçek, Tembûrê Kurda, Meremê Dilê Kurd, Perweza Weten. Qalçîçek di sala 1961an de tê çapkirin. Di 1965an de jî Tembûrê Kurda derdikeve. Meremê Dilê Kurd 1971an de çap dibe. Piştî mirina wî bi saleke din di 1977an de jî Perweza Weten tê çapkirin. Niha …

  • 19 Sibat

    Helbest Çi Ye ?

    Helbest çi ye û ew kî ye? Tu nê bivî dildarê yarekê Pê serbilind bimînî Bi rengê bilbilekê dil dikeve kulîlkekê Stranek tê gotin li ber awaza sazekî Çemeke diherike li ser axa kevnar Helbestek ji ez ezîtîyê pê ve tiştek nayê gotin An yek hez bike ji welatekê Helbest çi ye û ew kî ye? Divê ku tu çi …

  • 19 Sibat

    Şîr û Şerav

    Şîrbirako, min di dojeha te de têkçûna kurikiya me dît, nizanim te di çavên min de bêhna bihûştê hilgirt an hilnegirt. Tu bêxatir û bêdestûr çûyî û te li paş xwe mêze nekir. Şîrê me diçelqî û herîmandin ne dûr bû. Tu bi qurçikan ketibû can û bedena xwe, birayê min di riya te de winda bûbû. Min berîya şîra …

  • 10 Sibat

    Ez Şerm Dikim Ji Mirovahiya Xwe

    wisa stembar li min nenihêrê ey zarok! tu ku wisa mêze dikî ez şerm dikim ji mirovahiya xwe ku tu dişewitî ku tu dimrî ji birçîna bê hêlîn dimînî ez şerm dikim ji mirovahiya xwe dema ku tu hembêza diya xwe de koç dikî bê wext gava bedena te ya biçûk bi ser avê dikeve gava derya laşê te daf …