Tag Archives: hawarname

Nîsan, 2016

  • 16 Nîsan

    Dibistan

    Hejmar / 3 / HAWAR  / 1932 / DIBISTAN Dibistan ew dere ko em tê de dixwînin. Wek dibistana gundê me.Di dibistanê de mamhoste û zarowên gundî hene.Ji zarowên dibistanê re şagirt dibêjin. Ez jî şagirtek im . Lewra ko diçim dibistanê û dixwînim.Her rûj subehî şagirtan kitêb, defter û qelemên xwe didin hev û diçin dibistanê.Mamhoste dersa şagirtan dibêjit,şagirt guhdar dibin, …

  • 13 Nîsan

    Dersxane

    HEJMAR \ 17 \   HAWAR 1933 DERSXANE Me hemî dil dikir û dixwest ko kovareke me hebit. Dîsan herkesî lê yek bûbû, elfabeya kurdî a nû divêt bête belav kirin û herçî xortên kurd hînî wê bibin. Bi sed renc û dijwariyê û paş xebatek e şeşmehîn, me destûra kovareke bi navê Hawarê sitand. Hawar di nav me de daket. …

  • 9 Nîsan

    Derdê Sado

    HEJMAR \ 13 \   HAWAR 1932 DERDÊ SADO Di wextê şerê mezin de bû. Em bi malîtî di Girê Mîran de bûn. Girê Mîran gundek ji gundên me ye. Tê de heftê heştê mal hebûn. Bavê min li Xarpûtê di hepsa tirko de bû. Hingê ez zaro bûm. Gundekî me ê din jî hebû, jê re digotin Qenter. Qederê deh …

  • 6 Nîsan

    Derdê Milletê Me

    HEJMAR \30\     HAWAR \1941\ DERDÊ MILETÊ ME ( Ez dibêjim ) , ( Nema dikim ) Berî ko ez dest bi meqseda xwe bikim , ez dê çend pirsan ji bo brayên xwe yên ko li Sûriyê rûniştî bikim . Gelî biran Hawar derket, gaziya miletê kurd. Heya kari be li Kurdistanê derkeve mehvanê we ye . Divê kurdên ko li Sûriyê …

  • 2 Nîsan

    Biserhatiya Reşoyê Darê

    Dara bajarekî mezin û kevn e. Di çiyayê Mêrdînê de ye. Wî wextî hakimê wê Berdewêl bû. Lê niha gund e. Çend mal kurmanc bi axayê xwe ve tê de ne. Berî şerê mezin êvareke zivistanê, rejehîvê axa bi gundiyên xwe ve li odê rûniştine. Şikefteke pir mezin û kûr li wir heye. Ev şikeft di zemanê berê de zindana …

Adar, 2016

  • 30 Adar

    Berdêlik

    Ji Qedrî Canê canbira ra :   Jiyîn xweş e bi xurtî Li Kurdistan bi kurdan, Bav û biran çi bikim? Hemû min tê bi derdan.   Min dil tucar nenalî Min zar tucar nekali Bi dilhişkî bi lalî Singa xwe da ber riman.   Min îşev dît xewna rast Deng û gazî çi xweş hat Digot rabin kurdino! Tev …

  • 26 Adar

    Biyaniyekî Di Kurdîstanê De Çi Dîtine

    Nasekî min ji min re gotibû: – Ma te ha jê nîne, rojnamenivîsekî Ewrûpayî ko di Kurdistanê de geriyaye bi rêbiwarî hatiye Şamê. Nasê min ev tişt ji min re gotibûn, lê cihê nivîsevanî şanî min nedabû. Paş ko min riya xwe bi çend mêvanxaneyên Şamê xistin min mêrikê xwe bi cih kir û xwe da naskirin. – Hawar, ne? …

  • 19 Adar

    Alê Kurdan

      Alê Kurdan di nav rok. Çi bedew û biheybet. Bi Çar reng î, rengên te, Çi delal û çi xweşkok. Xêzek kesk û xêzek sor, Nav sipî û nîvek zer. Keskesor e, bi roj e, Ev li jêr û ew li jor. Semyana keç û lawan, Rûmeta jin û mêran. Neyarên te pir jî bin, Tu dê bidî bera …

  • 16 Adar

    Agirî

    Çi gava çavên xwe digirim û berê ramanên xwe ber ve welêt digûhêzim, bêhemd nav çavên Çiyayê Agirî ên bilind û pir berf tên ber çavên min. Ew Çiyayê ko bi destê şîna xwe dê di bakurê welatê min da wek pandîgehekê hatiye daçikandin û ji ba û bager berf û bi lêk û mij û dûmanê vala namîn e. …

  • 12 Adar

    Gazinda Xencera Min

    Ji ustadi min ê xweşewîst û hêja Tewfîq Wehbî Beg re Ji zû ve ye min lê nenihêrtibû. Di ser banê kitêbxana min re; di quncikeke tarî û toz, taniştkî û xwêl hilavistî bû. Kî zane ji kengê ve min ew nekiriye destê xwe. pîrhevokèn mezela min di ser wè re tevnên xwe ristine. Ji jor ve lê fedikrin, carinan datînin, di ser qevda wê re …