Tag Archives: gund

Nîsan, 2020

  • 28 Nîsan

    Li Serhedê Rojên Zivistanê

    Ev çend roj e odeya me ya gund tê ber çavên min, salên heştêyî de, ez jî êdî zarokekî helegeyî, berefehm bûm. Oda me bi kevir û daran ve hatibû çêkirin, kêran, merteg, piştek, kondên wê ji darên çamê bûn, kewaşê wê, ji nermegîhayê Kanîfirşkê bû. Dîwarên odeyê bi heriyê va hatibûn siwaxkirinê lê derdorê pacê tenê bi bêtonê ve …

Sermawêz, 2018

  • 13 Sermawêz

    Hejmara sêyem a Kovara Kund derket!

    Kovara Kund a edebî û hunerî ku her ji sê mehan carekê tê çapkirin bi hejmara sêyem digihê xwînerên xwe. Kovara Kundê di hejmara sêyem de bi dosyayeka teybet  derbarê edebiyat û hunera Ferhad Pîrbal li ber desten xwînarên kurdî ye. Sernevaên dosyeya taybete be bi edebiyat û hunera Ferhad Pîrbal wîsa ne: Femme Fataleên ku Ferhad Pîrbalî Afirandine – Ronya …

Cotmeh, 2017

  • 20 Cotmeh

    Gund veguherand pêşengeha hunerê

    Nuran Erden a 55 salî wêneyên li ser dîwarên gundê lê dijî xêzkirin, gund veguherandiye pêşengeha huner. Erden hem şivan û hem jî wenesazê gund e. Erden, diyar kir ku bi xêzkirina wêneyan balê dikişîne ser bûyerên civakî.    Gundê Germiyan bi dîwarên xwe yên rengareng ku dîmenek dêwasa nîşan dide, girêdayî navçeya Çeşme ya Îzmîrê ye. Wênesazê dîwarên gund …

Rêbendan, 2017

  • 11 Rêbendan

    Zistana Gundê Me

    Çirkeçirka seetê b’dîwarî ve, Puxepuxa dapîrê li ber sobê,   Şirqeşirqa tizbiya di destê bapîrî da, Minemina bebokê di colanê da,   Teqeteqa bivirî li nik gizra dara di destê baboy da, Pistepista bûk û kiça di quncikê menzilê da,   Helahelaya mamoy digel kur û birazaya li ser dihiya giyayî, Birebira çaydankê li ser sobê,   Kufekufa darêt ter …

Tîrmeh, 2016

  • 3 Tîrmeh

    Gundên Me Tev Şêrîn in

    Vê havînê ez çûm gundê xwe, gundê min, gundê kalan û pîrên min, gundê min ku bê av, bê dar û ber be, bi kevir û axa êşk jî be gund şîrin e çimkî war û gundê kalanên me ne. Gundê min, gundê we, gundên me gelek xweş in û tev şîrîn in, mirov li gundê xwe rehê xwe, dîroka xwe dibîne …

Hezîran, 2016

  • 3 Hezîran

    Sotemeniya Gundiyan “Sergîn (Kêsek) û Tepik’’

    Bi gelemperî jiyana gundîyan bi tebîetê û bi derfetan şikil girtîye. Gundîyên me jî ji bo ku  xwe ji sermayê biparêzin, dîsa ji qanûna dinyayê ji xwe re îcadek derxistine. İnsanên aliyê rojhilatê bi taybetî bi karên xwedîkirina heywanan re mîjûl bûne. Bi gelemperî jî dewar xwedî kirine. Wekî, conege, mange, ga, bizin  û hwd. Him ji goştê heywanan, him …

Gulan, 2016

  • 3 Gulan

    Gund û Zaroktî

    Xatiya Pêpen û Gurê Menco û Pîrhevok Bi bihîstina van dilerizî û dişikiyan çok   Gava ku digotin Pisîka Mezela Me dixwest em vegerin qalûbela   Mer ê ku digotin du serî bû Wî zirav li me qetandi bû   Heçî ku digotin kûsî bûye gorîl Ev giyanê me derdiket ji bêvil   Û şixwe serpêhatiya Xalê Sofî û cina …

Nîsan, 2016

  • 13 Nîsan

    Dema Cotkariyê

    Bihare; amadehî êdî bûna cotkariyê ye. Her kes gêsn û halet, nîr û misase ên xwe saz dikin, li hêviya rehma Xwedê li hêviya baranê dimênin. Çaxê baran têr dibare tirbîs diçe êdî her kes dest bi karên cot dike. Şilî û serma û herî perçeyeke êdî ji heyata gund. Bûna cotkareki; ga weke ferdekî ji malê tête hesibandin. Cotkar dikare birçî …

Adar, 2016

  • 21 Adar

    Dayê Gura Tetê Morî Bir

    Di dema berê wexta ku dibû zivistan, jiyan li gundan gelek dijwar dibû. Mirov, pez û dewar tev birçî dibûn. Ji bo vê yekê mirovan zad û xwarinên xwe beriya zivistanê amade dikirin. Ku berf diket, nava gund û bajar dihat birîn. Heke meriv bê xwarin ango bê ard û arvan diman, ji neçariyê ku ne bi çewalan bi qasê …

Sibat, 2016

  • 15 Sibat

    Gundê Eyndîwerê Weqfa Medreseya Sor bû

    Gundê Eyndîwerê, li herî bakur û rojhilatî dewleta Sûriyê dikeve. Raserî bajarê Cizîra Botan (Cizîra Mîr Şeref) e, bi dor 2Km an. Seyrangeheke xweş û geş e ji xelkên Rojava re. Berî ku sînor bi rengekî fermî di navbera hikûmdariya Fransîzan di Sûriyê de û dewleta Kemalî di Tirkiyê de bê danîn, Eyndîwer ji Kevin ve bi ser Cizîra Botan …