Tag Archives: gotinên pêşîyan

Nîsan, 2024

  • 6 Nîsan

    Peyvên Tiryakî – 4 – Cenap Şehabettîn

    Her tişt nê firotan, lê her tişt tê kirîn. Bes ku tu bihayê wî tiştî baş diyar bike. Xerabên heqiqî, qenciyê nişana ehmeqiyê dibinîn. Ê ku olê xwedî dike; mirin e. Hetta ku mirin nemire, wê ol bijîn. Serhişkî, ehmeqiya viyanê ye. Li gor nêrîna bawerhişkan, her nûjenî, nîşaneke xerab bûyûnê ye. Hetta ku gel hêvidar be, civak namire. Rêvebirîya …

Hezîran, 2022

  • 11 Hezîran

    Biwêj û Gotinên Pêşiyan

    Biwêj Serê pêşîn, min divê bêjim, çendî ku biwêj wekî hêmanên çandî û folklorî tên zanîn û qebûlkirin jî, ez wekî kesane, li ser berhevkarîya xwe ya 25 salan û lêkolîn û hûrgerîya ku min li ser biwêjan kiriye û di çarçoveya ferhenga xwe ya biwêjan de ew ji hev cihê kirine, wisa difikirim ku biwêj, ji alî avabûna xwe …

Sibat, 2022

  • 12 Sibat

    Peyvên Tiryakî -3- Cenap Şehabettîn

    Aqil, ne bi sala ye, bi fikra ye. Lêbelê êqil, sal tînin serî mirov. Ê ku naxwazin bixapin, tu aqil nikarin bixapînin. Tevgerê me yê herî mafdar; nazikîye. Pir-hindik herkes qeşmerê xwe ye. Esaleta herî mezin, giredayiya fikrên bilind e. Serê hîkmetê, tirsa Xwedê, dawîya hîkmetê, tirsa mirovan e. Devê bêdiran, ha maç kiriye, ha gez kiriye. Ji azadbûnê xweştîr …

Tebax, 2021

  • 2 Tebax

    Hin Biwêjên Kurdî…

    A A bi xêr bûn: Baş e ku. A ji te re ha: Rewşa matmayî. “A ji te re ha, de li halê lawê xwe binêr çi ye !” Abadîn bûn: Tiştek an jî kesekî ku dawî û paşiya wî nîne, nayê. „Exmedê Xanî bi Mem û Zînê navê xwe di dîroka Kurdistanê de abadîn kiriye.” Abadîn kirin: Abadîn bnr. …

Tîrmeh, 2021

  • 3 Tîrmeh

    24 GOTIN JI FOLKLORA KURDÎ GELEK BI HUNER Û WATEDAR

    Îro (23/ 10/ 2020) saet 09.00 ez li vîdeoyekê rast hatim, dema min lê temaşe kir, ez ji xweşiya wê têr nebûm. Min hema demildest nivîsî û weşand. Vîdeo ji aliyê hevalê me Mehmûd Avcî ve hatiye weşandin. Pêşî Nusaybin Kişla TV ew weşandiye û 182.185 car jî temaşe lê hatiye kirin. Kesê ku dipeyive, zilamekî salxur e û porê …

Hezîran, 2021

  • 26 Hezîran

    Gotinên Pêşiyan – Necmettin KEVE

      Axayek hebû, kengî îşek wî ketiba li ba xizmetkarê wî, tevsîkek savar da xwarin pê de û virêkire îşê xwe. Baxê tiralî siha beran e, çola xebatkaran baxê tirîyan e. Ber çem ber çem diçûye, Benîşta xwe dicûye. Bila bira be, bila ne vir be. Çi tiştê ku hate ser zimanê te, ew dibe malê xelqê, êdî nikarî ji …

Nîsan, 2021

  • 26 Nîsan

    Pirsên Pêşiyan Çi ye?

    Pirsên Pêşiyan: Gotinên pêşiyan di nav her neteweyê de hîmekî bingehîn ê civakî û ziman e. Xwediyê wan gotinan ne belî ye û di bingeha xwe de gelek caran hatine guhertin. Gotinên pêşiyan, ew gotin in ku çîrokekê, nêzîkatiyekê, an perspektîfekê bi hevokeke kurt tîne zimên ku tim di hişê mirov de bimîne û mirov bi hêsanî bikaribe ji yekî …

Rêbendan, 2020

  • 31 Rêbendan

    101 Gotinên Pêşiyan 101 Çîrok

    Nivîskarê kurd birêz Mehmet Oncu nivîskarekî berhemdar û xebatkarekî wêjeya kurdî ye. Wî bi kurdî gelek berhemên edebî/wêjeyî afirandiye. Giraniya xebatên wî li ser folklora kurdî ye. Lêbelê wî romaneke hêja jî nivîsiye. Navê romana wî “Şihîna Hespên Azad“ e. Pirtûka wî a bi nave “101 gotinên pêşiyan 101 çîrok“ di nav weşanên “Nûbihar“ê de li Stenbolê derketiye. Pirtûk 204 …

Cotmeh, 2018

  • 12 Cotmeh

    Îdyom

    Îdyom wekî perasûyê wêjeyê ne. Nemaze îdyomên kurdan xwedî çîrok û bingeh in. Îdyom bo dewlemendîya zimanan gelekî biqîmet in. Ji her çend gotinên me yên kevin yek îdyom e. Zimanê kurdî di tevna xwe de xemla herî baş bi îdyom û gotinên pêşîyan çêkirî ye. Min tenê ji Gundikê Melî li wîlayeta Şirnexê 500 îdyom kom kirin û komkirîyên min …

Gulan, 2018

  • 18 Gulan

    Gotinên Pêşiyan

    Bêguman gotinên bav û kalanên me tev hatine ceribandin û tev jî tijî şîret û marîfet in. Eger ku mirov li pey gotinên bav û kalên xwe here mirov tu car: ‘Esl, ol û edetên xwe yê rind jibîra nake. Her wiha ku meriv rind fêra xwe ji van gotinên payedar wergire, bêguman meriv bi saya van gotinên zêrîn dikare …