Sêşem , 29 Îlon. 2020

Arşîvên Nîşanê: Gazete Duvar

Wîjdan

Li eyaleta ku nivîskar lê dimîne dîsa fuarek heye, fuara kîtaban. Digel ku nivîskar îro xwe rihet hîs nake û nexweş e jî, wîjdana wî, wî rehet nahêle. Lewra karker û mesûlên weşanxaneyê cî veqetandine, lê kes nehatiye. Bi vî awayî kîtab û fuar li ser wîjdana nivîskar mane. Seet 14,00an de ew radibe, li erebeya xwe sîwar dibe û …

Bêhtir Bixwîne »

Hannah Arendt, xwendin û em

Çima gelê Kurd di ewqas hêlan de ji gelên din şûndatir maye? Kêmbûna hizra neteweyî? Nebûna rûmetê – rûmeteke gelemperî û neteweyî? Rola zanînê? Elbet ev tev sebeb in, lê dîsa jî dilê min rûnanê. Çima hejmara Kurdên çardeh salî yên Ehmedê Xanî dixwînin ji yên ku Goethe, Hegel, Nietzsche dixwînin, kêmtir e? Erê, deng tê min, dengê te. Bêdewletbûn.. …

Bêhtir Bixwîne »

Medya Kurdî: Dagirkerên ji malê!

Rêxistin û partîyên Kurdan rê li ber medyayeke azad û bi vê va girêdayî jî li ber dînamîzma fikrê girtine ku herdu jî bingeha civateke sîvîl û pêşdeçûyî ne! Di nivîsa xwe ya di bin sernavê „Lâl olma halî ve Kürtler“ da ez li ser du xalên ku herî zêde milletê me eleqeder dike, sekinîm û ji ber ku mijar …

Bêhtir Bixwîne »

Rewşenbîrîya Kurdî û oto-Oryentalîzm

Lê gava nivîskarekî Kurd rabe, di sedsala 21an da di jinikeke nixumandî da tenê ‘gagoleke rêxê’ bibîne, meriv dê vê ‘xebata ronakbîrî’ çawa îzah bike? Gelo ‘gagoleke rêxê’ çîroka ‘Çarşef’ bixwîne, dê di rihê wê da çi bêje? Ma heqê kê heye, ku metaforeke bi vî rengî di serê xwendevanên xwe da bi cî bike? Ma wîjdana nivîskarekî çawa munasib …

Bêhtir Bixwîne »

Sînor, Edebiyat û Mueyed Teyib

Gava mirov ji kitêbekê, ji şiîrekê, ji fîlmekî, ji stranekê zewq girt, wê demê ew dibin sedem ku meriv ji wî zimanî jî zewqê bigre. Berhemên Teyib ji vê hêlê ve jî têr û tije ne, kûrahîya her metnekê bi mecaz, alegorî, îroniyan bi serê xwe heye. Zimanê şiîra Teyib, ne zimanekî çêkiriye. Zimanê wî zimanekî otantîk û resen ê …

Bêhtir Bixwîne »

Romana Prensê Kurd, Dr. Kamûran Bedirxan

Bi her kesê ku bi dîrok, edebîyat, rojnamevanî û zimanê Kurdî ra eleqedar e, malbata Bedirxanîyan navekî ’eyan e. Li ser wan ji xwe gelek xebat hatine kirin û xebatên wan bi xwe jî bi awayekî rêk û pêk hatine belav kirin. Weku tê zanîn, Kamûran û Celadet Bedirxan li Almanyayê xwendine û hin xebatên xwe bi zimanê Almanî jî …

Bêhtir Bixwîne »

Rewşenbîrî çi ye – rewşenbîr kî ye?

Însan bi agir dikeve sewîya însan. Agir nebe, însan di sewîya heywanan da ye. Lewra bi agir meriv tiştên xav dikelîne û dixwe. Mirov gava agir bi dest dixe, ji koçberîyê, ji nêçîrê diqete û li ciyekî êdî bi cî dibe. Li wir koka xwe datîne. Êdî weke darekê rehên xwe di erdê ra berdide. ‘Rewşenbîrî çi ye?’ Fîlozofê navdar …

Bêhtir Bixwîne »

Li Kurdistanê self kolonîzasyon: Wek teknolojiyeke kolonyalîzmê ‘aqlê protez’

Di van demên dawî de nîqaşên li ser “gerdûnîtî”, “nasname” û “neteweperweriyê” tên kirin teoriya “kolonyalîzm”ê ya ku hema bêje hatibû jibîr kirin dîsa anî rojevê. Sotîneriya van mijaran ji nîqaşên derbarê Kurdistan û Kurdên li rojhilata navîn xwedî çirokeke qedîm in û bûne girêkek, tê çavdêrî kirin. Rejîmên otorîter yên li tevahiya cîhanê bilind dibin û bi taybetî jî …

Bêhtir Bixwîne »