Ev xebat, berhemeke folklorîk û herêmî ye. Berhevkarê vê berhemê, ev gotinên folklorîk yên bi sed salan e têne gotin, ji nav eşîrên wek Qeregeçî, Tirk, Şêxî, Îzolî û Alreşî ku li sîwerek û çiyayê Qerejdaxê bi cî û war in berhev kirine. Berhevkar, li derdora panzdeh salan gund bi gund geriyaye û li cimata gundî û rîspiyan bûye mîvan. …
Sibat, 2021
-
20 Sibat
CÛREYÊN GOVENDA KURDÎ
Hin stran, destan û helbestê ku di govendê de têne gotin, naveroka wan bûyerên dîrokî ne. Nivşên nûhatî jî bi wan agahdar dibin ku çi hatiye serê bav û kalên wan. Beşeke dewlemend ji leyztikên Kurdan, govend e. Ji 40î zêdetir cûreyên govendê hene. Lê mixabin li Bakûrê Kurdistanê di van salên dawîn de gelek ciwanên Kurd hene ku bi …
Rêbendan, 2021
-
11 Rêbendan
ŞÎRETA ROVÎ LI ÇÊLAN JI BO REZÊ ŞÊX
Dibêjin, roviyek di şikêreke li nava rezên gûndê şêxekî, têjik derxistine. Dema çêlîkên Rovî givrok bûne, êdî Rovî wan fêrê xwarina tirî jî kiriye. Lê rovî şîret li çêlan kiriye û weha gotiye: – Hûn di nava rezên gundiyan de ne, mêw tev li ber we ne, li navê serbest bigerin, we guşiyekî xweşik bi kîjan mêwê ve dît, bixwun. …