Sêşem , 22 Îlon. 2020

Arşîvên Nîşanê: Ferhenga Erdnîgariyê

Geşta Gerdûnî(1)

Em ê niha li gerdûnê derkevin gerê û ev ger wê bi hejmaran ji me re bê ravekirin Di vê geştê de em dikarin xwe wekî astronotek bibînin. Keştiya me li benda me ye, ka em lê siwar bin û bila geşta me ya gerdûnî dest pê bike. Em niha li ser rûyê dinyayê ne, ew goganî ye û tîreya …

Bêhtir Bixwîne »

Çiyayê Tendurekê

Çîyayê Eledaxê ber bi bakurê rojhilat ve digîhêje ser Girê Gulîzar (2960 m.). Ji vir ber bi rojhilat ve erd bi derbekê bilind dibe û Çîyayê Tendurekê dest pê dike. Ji hin deverên vî çîyayî hin caran dûxan bilind dibe, ji hin qelş an qelîştekan germahîyek zêde ku dest li ber nayê sekinandin derdikeve, hin caran ji van qelşan teq …

Bêhtir Bixwîne »

Çemê Pêrî (Gêxî, Xorxol, Dep)

Li bakurê Çîyayê Şeytên Rasta Çêrme (Yedisu) heye. Dirêjayîya vê rastê li dor 12 û firehîya wê jî di navbera 2-4 kîlometreyan de ye. Çemê Pêrî di nav vê rastê re derbas dibe, berî ku bigîhêje Derbenda Kelxaçê vê rastê bi aluvyonan dinuxumîne. Lewra erdê vê deverê berdar e. Fasûle, genim, ceh, garis û hin zerzewat (sebze) li vir tên çandin. Ji Çîyayê Baxirê (Koyê …

Bêhtir Bixwîne »

Çemê Mûradê

Çemê Mûradê, bi dirêjahî (600 km, Ava Reş 330 km) û tejaneya (31000, Ava Reş 16600 km2) xwe du qatan ji Ava Reş mezintir e. Çemê Mûradê, ji bakurê Çîyayê Eledaxê dest pê dike. Ji bakurê Eledaxê gelek av derdikevin, digîhêjin ser hev û dibin destpêka Çemê Mûradê. Ji vê devera ku gelek av jê derdikevin re Çilkanî (Kırkmemba) û …

Bêhtir Bixwîne »

Çîyayên Şerefdîn û Bîngolê

Çiyayê Şerefdînê ji rojava ber bi rojhilat wek girseyeke bilind, fireh û seranser dirêj dibe. Piştî tevgerên volkanî axek qalind li ser vî çiyayî çêbûye. Çend golên piçûk û girover li ser vî çiyayî hene; Gola Berxan, Gola Bongilan, Gola Şah Melek… Çiyayê Şerefdînê ji hêla av û gîhayê pir dewlemend e. Zozanên wê pir in, gelek zozanvan tên van zozanan. Zozanên herî …

Bêhtir Bixwîne »

Bajarên Rojhilatê Kurdistanê

Kirmaşan Sine Xanê Mehabad Merîwan Şino Pawe Seqiz Serdeşt Kamyaran Bokan Bane Îlam Bîcar Qurwe Ûrmiye Bajarên Kurdên Xorasanê: – Aşxane – Bijnort – Isferayin – Şîrvan – Farûc – Qûçan – Çinaran – Deregez – Kelat   Amadekar: Çandname

Bêhtir Bixwîne »

Çemê Xarçîk*

Çemê Xarçîk, li rojhilatê Çîyayên Mûnzûr, ji palên Çîyayê Awci (Avcı Dağları) dest pê dike, heta ku digîhêje Pîlemûrê gelek çem û ava berfê tev lê dibin, piştî 20 kîlometreyan digîhêje navenda Pîlemûrê û li başûrê Dêrsimê tev li Mûnzûrê dibe. Ji Pîlemûrê ber bi başûr ve Xarçîk û rêya ku diçe Dêrsimê pev re di nav çîyayên tîk re …

Bêhtir Bixwîne »

Çemê Mûnzûr*

Çemê Mûnzûr, ji binê Girê Mûnzûr Baba yê li ser Çîyayê Mûnzûr dest pê dike, di nav Deşta Zeranîgê re derbas dibe û dikeve nav gelî û derbendên kûr û asê. Çîyayên Dêrsimê bi gelek gelî, newal û latan ji hev dixîne; ava gelek çeman hildigire. Li başûrê Mamekîyê digîhêje ser Çemê Xarçîk û ber bi başûr ve diherike, piştî …

Bêhtir Bixwîne »

Çîyayê Nemrûdê

Çîyayê Nemrûdê di nav Deşta Rehwa û Gola Wanê de bilind dibe. Ev çîya bi teqînek volkanî çêbûye. Paşê teqînek pir bi hêz (wek ya Wezuwê-Vezuv) li qotê vî çîyayî pêk hatîye û qot ji hev xistîye. Bi vê teqîna dawîn qot û zanga (krater) li serê vî çîyayî perçe perçe bûye, bi awayekî berfireh kort, kortal û zang çêbûnin; …

Bêhtir Bixwîne »

Bajarên Me: Dîlok/Gaziantep

Dîlok (wekî Dilok, Diluk, Duluk û Dûluk jî tê nivîsandin; bi tirkî Gaziantep) bajarekî li bakurê Kurdistanê ye. Li bakurê Qeleya Dîlokê girek heye. Taxa derûdora wî girî heta demeke nêzik bi navê Kurdepe, anko Girê Kurdan (Kürdtepe), dihat zanîn lê dewleta tirkan ew nav guhart û kir Türktepe. Li Dîlokê hewşa heywanet a herî mezin a Tirkiyê heye û …

Bêhtir Bixwîne »