Tag Archives: Ferheng

Rêbendan, 2024

  • 15 Rêbendan

    Ferhenga Têgehên Bedenê

    JI WEŞANXANEYA SÎTAVÊ BERHEMEKE NÛ! Van salên dawî gelek xebatên girîng têne kirin li ser ferhenga kurdî. Her ku ew xebat têne kirin, dewlemendîya zimanê kurdî derdikeve pêş. Ev xebata li ber destê we jî yek ji wan xebatên girîng e ku li ser ferhenga kurdî hatîye kirin. Heta niha di kurdî de ferhengeke xweser li ser peyvên ku ji …

Tîrmeh, 2023

  • 11 Tîrmeh

    Ferhenga Kurdî – Tirkî

    Ev ferheng ked û xebata salane ku niha li ber destê me ye. Piştî ku Zana Farqînî di sala 2000î de ferhenga Tirkî û Kurdî amadeyî çapê dike, dest bi xebata ferhenga Kurdî û Tirkî dike. Çar sal şûnde amadeyî çapê dibe. Wekî ferhenga Tirkî û Kurdî, ev ferhenga Kurdî û Tirkî jî, ji weşanên Enstituya Kurdî ya Stenbolê derdikeve. …

Rêbendan, 2023

  • 23 Rêbendan

    Berhemên Weqfa Mezopotamyayê

    📚Berhemên Weqfa Mezopotamyayê (Ziman û Ferheng) 🔗 “Kurdîzan -1”, (Amadekar: Tahirhan Aydın – Abdurrahman Adak, Zülküf Ergün – Mikail Bülbül), 2022. 🔗 “Rahênanên Zimanê Kurdî”, Berhema Mela Mistefayî, (Nirxandin-Latînîzekirin-Faksîmîle: Mikail Bülbül & Mustafa Öztürk), 2021, 181 r. 🔗 “Tûhfetu’l-Xîlan Fî Zimanê Kurdan”, Rêzimana Mela Mehmûdê Bazîdîyî, (Nirxandin-Metin-Faksîmîle: Mîkaîl Bilbil & Mistefa Oztirk), 2019, 311 r. 🔗 “Kêşana Karên Kurdî”, Berhema …

Sermawêz, 2022

  • 25 Sermawêz

    Ferhengeke kurdî-erebî ya sala 1881ê

    Ferhengeke kurdî-erebî ya ku ji aliyê Şêx Mihemed Mearûf El-Nodî ve hatiye nivîsan, ku di sala 1838an de wefat kiriye, [rehma Xwedê lê be], pêşkêşî kesên eleqedar tê kirin, destnivîsa pirtûkê ya El-Ehmediye ye.  Dîroka destnivîsê digihîje sala 1881ê. Hûn dikarin bi rêya lînka jêrîn destnivîsê bibînin an daxînin. https://digital.staatsbibliothek-berlin.de/werkansicht?PPN=PPN621246522&PHYSID=PHYS_0004&DMDID=DMDLOG_0001

Cotmeh, 2022

  • 3 Cotmeh

    Ferhengeke nû li ferhengan zêde bû: Ferhenga Hunerê

    Heta niha di gelek waran de bi kurdî ferheng hatine amadekirin û weşandin, niha warek din û yeka din li wan zêde bû: “Ferhenga Hunerê”. Ferheng ji aliyê Fewzî Bîlge û Çîdem Baran ve hatiye amadekirin û ji Weşanxaneya Dara derketiye. Fewzî Bîlge wênesaz û nivîskarekî kurd e. Di warê wêneyê de gelek şagirt gihandine. Heta niha dor 10 pirtûkên …

Cotmeh, 2021

  • 7 Cotmeh

    FERHENGA FELSEFÊYÊ DERKET!

    Weşanxaneya Nayê dest bi weşandina rêzapirtûkên civaknasî û felsefê kir. Derheqê Pirtûka Ferhenga Felsefeyê wiha ye: Me berê jî ragihandina weşandina rêzepirtûkên Êzdiyatiyê û Avestolojîyê kiribû. Û me heya nih ji wan rêzepirtûkan çend pirtûk çapkirin. Ji rêzepirtûkên civaknasî û felsefêyê berhema ewil  ferhenga felsefê ya civaknasê kurd Alî Gurdilî ye. ‘Ferhenga Felsefeyê’ (Dictionary of Philosophy, Felsefe Sözlüğü) çapa taybet …

Tîrmeh, 2021

  • 30 Tîrmeh

    Navên Hin Bajarên Kurdistanê (Kurdî-Tirkî)

    Navên Hin Bajarên Kurdistanê (Kurdî-Tirkî)   Ağrı Agirî Doğubeyazıt Bazîd Diyadin Gîhadîn Eleşgirt Pakrewan – Zêdkan Hamur Hamur Patnos Patnos Taşlıçay Taşliçay Tutak Tutax Ardahan Erdexan Damal Damal Göle Golê Hanak Xanaq Posof Posof Çıldır Zurzuna Adıyaman Semsur Besni Bêsnî Çelikhan Cêlikan Gerger Alduş Gölbaşı Serêgolê Kahta Kolik Samsat Samosad Sincik Sincik Tut Tut Batman Elîh Gerçüş Kercews Hasankeyf Heskîf …

Hezîran, 2020

  • 5 Hezîran

    Şehr yan Bajar û çima?

    Gelek peyv hene di her zimanî de ku weku îdîomê tên kêzkirin û dazkirin ango (bi kar anîn û bi lêv kirin), lê ku peyva taybet hebe, idiom dibe tişteke nepêwîst û zêde. Di zimanê Kurdîya navîn ango Pehlewanî de peyva “VAÇAR”ê heye ku di bin hin rewşên deng guhertinê bû weku “BAÇAR-BAZAR”ê ku bi farsî “çarşê” û bi erebî …

Hezîran, 2019

  • 13 Hezîran

    e-Ferhengoka Ziman û Wejeyê bi Kurdî-Tîrkî Derket

    Ji refên Weşanên Zanîngehê wek e-pirtûk Ferhengoka Ziman û Wejeyê bi Kurdî-Tîrkî derket. Nivîskarê ferhengê ferhengnasê navdar Zîwer Îlhan e. Îlhan beriya niha jî di mijarên cuda de ferheng amade kiribûn û di nav hin komîsyonên ferhengan de cih girtibû. Nivîskarê ku li Zanîngeha Mêrdînê Mastira xwe li ser zimanê Kurdî kir xebatên xwe bi rêyeke akademîk û bi çavkanî  …

Sibat, 2019

  • 9 Sibat

    Celal Emîn Ferhengeke yasayî bi 3 zimanan belav kir

    Parêzer û nivîskar Celal Emîn li Almanyayê ferhengeke taybet bi gotinên yasayî û îdarî ve bi her sê zimanan Kurdî – Almanî û Erebî belav kir. Celal Emîn li ser ferhenga xwe ji K24ê re got: “Di ferhengê de mirov dikare li sê beşan de bigere. Peyvên di ferhengê de peyvên yasayî û kargêrî (îdarî) ne. Têkiliya mirovê li Almanya …